Martin Heidegger

Martin Heidegger

Martin Heidegger (1889-1978) ramanwerekî alman e. Profesor. Nêzîkê nazîyan bûye. Di dema Hitler de reqtorîyê kiriye. Bi Husserl re, kovareka felsefî çap kiriye. Felsefeya wî li ser pirsgirêka heyînê ye. Dibêje di nav heyînan de yê ku pirsyarkar e, mirov e û mirov, ber bi gerdûnê ve hatiye avêtin. Xem û metirsîya mirov, ji ber vê yekê ye. Sedemê vê xem xwarinê ew e ku mirov di bin xeterîya windabûnê de ye û ji ewlekarîyê bêpar e. Li ser pirsa, ‘mirov çî ye?’ gellekî rawestiya ye.

Li gor bawerîya wî mirov, heyînek taybet e. Belam, bûyerên rojane wiha dikin ku mirov hilik/resenîya xwe ji bîr dikin. Bi vî awayî mirov jî, dibine zindîyên ji rêzê. Sedema hebûna xwe nizanin û di rewşeka wiha de jî dimirin. Mirov, ji bo mirinê dijîn. Mirov dikare bibêje ku Martin di ramanên xwe de hebekî bedbîn e.

Gotiye: ‘Mirin serborîyeke wisa ye ku divê her mirov vê yekê bi serê xwe bijî û tu kes nikare mirinê dewrê mirovek din bike.’ 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin