Dawî...

Destpêk > Nivîs > Ferhenga Felsefeyê > Mantiq (Vac)

Mantiq (Vac)
Parvebike!

Mantiq (Vac)

Navê disiplîna ku li avahiya zanayiyê vedikole û dixwaze ku têbigihêje ferqa pêşniyarên çewt û rast. Axlebî, wekî navgîna (haletê) fikirîna rast tê pênasekirin. Berê, wekî bineşaxeke felsefeyê dihate dîtin, lê piştre bi serê xwe bûye qadeka îhtîsasê (pisporiyê) û perçeyekî matematîk û kompîturê. Wekî disiplînekî, ji aliyê Arîstotales ve hatiye damezrandin û ji aliyê Farabî ve jî, wekî du beşan hatiye dabeşandin (raman û encam), ku Farabî bi xwe jî ji Arîstotales ketumet bûye û di bin bandûra wî de maye. Ji aliyê Îbnî Sîna ve jî, têkiliya demdemîtî (miqewetî) û vehevandinê (hewandin, ihtîwa) hatiye şirovekirin. Di demên nûjen de jî Frege, Russell û Wittgenstein ve hatiye berfirehkirin.

Sepandina Mantiqê

Heke hemû mirov bipêsîr bin û Arîstotales jî mirov be, nexwe Arîstotales jî bipêsîr e. Meriv dikare vê pêşniyarê bi awayekî sembolîk jî nîşan bide:

[(mirov ⇒  bipêsîr ∧ (Arîstotales ⇒  mirov)] ⇒  (Arîstotales ⇒  bipêsîr)   

Yan jî, bi vî awayî jî dikare were sembolîzekirin:

[(a ⇒  b) ∧ (c ⇒  a)] ⇒  (c ⇒  b)

Tiştên ku kêm in, qîmetdar in. Zimrûd, kêm tê dîtin. Nexwe, zimrûd qîmetdar e.

Herweha, dîsa meriv dikare bibêje ku mantiq disiplîneke felsefî ye û li rê û rêbazên fikirîna rast vedikole. Di vê xalê de divê were gotin ku mantiq ne li rastiya zanayiyan, lêbelê li hevgirtina navxweyî ya têgeh û fikirînê vedikole. Bi wî hawî zanayiyeke ku ji hêla mantiqê ve rast e, dibe ku li gor zanistê çewt be.

Rêbazên Mantiqê (Şeklên Sepandina Aqil)

1- Deduksiyon: Ji hêmaneke giştî, xwegihandina hêmanên tekane ye.

Hemû mirov feylesof in.

Ehmed, mirov e.

Nexwe, Ehmed jî feylesof e.

2- Enduksiyon: Ji hêmanên tekane, xwegihandina hêmaneke giştî ye.

Telefona desta ya Motorolayê, dibe sebebê nexweşiya pençeşêrê.

Telefona desta ya Nokiayê, dibe sebebê nexweşiya pençeşêrê.

Telefona desta ya Samsungê, dibe sebebê nexweşiya pençeşêrê.

Nexwe, hemû telefonên destan dibin sebebê nexweşiya pençeşêrê.

3- Analojî (Hemdiruvî, Hevşiban, Lihevçûn, Hevmînan): Hevşibandin, ji şibandina du bireseran xwegihandina encameke hevpar e.

Yewnanistan û Tirkiye, li ser heman hêlîpanê (enlemê) ne.

Li Yewnanistanê, havînan pirr germ e.

Nexwe, li Tirkiyeyê jî havînan pirr germ e.

Hêmanên Mantiqê

1- Hêmana Zanaviyê: Her heyîn, zanavê xwe ye. Digel hemû guherîn û çêbûnan, di her heyîneke de hilikeka naguhêrbar heye.

2- Hêmana Bênakokîtiyê: Tu heyîn di heman demê de nikare hem bibe wekexwe (xwe) û hem jî heyînek din. Tu heyîn di heman demê de nikare, hem hebe û hem jî tunebe.

3- Negengaziya Rewşa Sêyemîn: Heyînek yan heye, yan jî tune. Rewşeka sêyemîn tune û ne pêkan e jî.

Ramanwerên Serdema Nû, li dijî vê nêrîna ku hêmanên heyînê û hêmanên mantiqê wek hevdu dibîne derketine û nerazîbûna xwe anîna zimên. Ramanwerên Serdema Nû, gotine ku ji ber ku aqil ji sehekan xwe xwedî dike, têgînkirinên (têgehkirinên) me jî, herdem guhêrbar (rolatîv) in. Jiber vê yekê jî mantiq, divê ji wan hêmanan pêk were ku em bikaribin wan hêmanên hevgirî û derbasdariyê bikar bînin û riya rast ya fikirînê bidest bixin.

Pirsgirêkên ku bi hêmanên mantiqê re têkildar in:

1- Hêmana mantiqê gelo herdem û li her derê hêmanek derbasdar û gerdûnî ye yan na?

2- Çavkaniya hêmana mantiqê çi ye?

3- Hêmanên mantiqê gelo ji zayîna mirov ve hene, yan ew bi riya-alîkariya ezmûn û çavdêriyan têne bidestxistin?

4- Gelo mirov dikare hêmanên mantiqê di heman demê de wekî hêmanên heyînê jî bipejirîne?

Hêmana zanaviyê, ne tenê di sîstema mantiqê ya dunirxî (iki değerli) de, herweha di mantiqa pirnirxî (çok değerli- ji du nirxa zêdetir) de jî û di mantiqa heyînê de jî derbasdar e. Di roja me ya îroyîn de di vê babetê de pirsgirêka herî mezin, di mantiqê de man û nemana van hêmana ye. Ango, gelo wê ev hêman wekî hêmanên mantiqê bimînin yan dê nemînin?

ing: logic

fr: logique

tr: mantık, eseme

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

23.10.2015

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî        

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 23 Oct 2015 19:39

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)