Dawî...

Destpêk > Nivîs > Ferhenga Felsefeyê > Magna Carta (Peymana Mezin)

Magna Carta (Peymana Mezin)
Parvebike!

Magna Carta (Peymana Mezin): Wateya peyvê ya latînî ‘Peymana Mezin’ e, yan jî ‘Magna Carta Libertatum-Fermana Azadiyê ya Mezin’ e û di sala 1215an de, hatiye îmzekirin. Bi rêya vê fermanê yekem car, erk û desthilatdariya kral, hatiye sînorkirin û hinek mafên hemwelatiyan hatine qebûlkirin.  Yek ji wan gavên destpêkî yên bandêra makezagonî ya roja me ye.

Di navbera Papa III. Innocent, Kral John û baronên wî de hatiye îmzekirin. Desthilatdariya bêsînor ya kralî, li ser navê gel û zilamên olî hatiye sînorkirin. Xala 39. ya peymanê gelekî girîng e û bi saya wê xalê, bingeha sîstema hiqûqî ya roja me hatiye damezrandin, ku naveroka wê xalê jî ev e: ‘Heta ku mehkeme nebe bi tu hawî kes nikare were nefîkirin û girtin. Û bi tu hawî kes nikare dest deyne ser mal û milkê kesekê yan jî zererekê bidê.’ 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

12.06.2016

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî


Nûkirina Dawî : 12 Jun 2016 3:06

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)