Ludwig Wittgenstein

Ludwig Wittgenstein

Ludwig Wittgenstein (1889-1951) 

Ramanwerê navdar ê felsefeya zimên. Hemû pirsgirêkên felsefeyê, wekî pirgirêkên ziman dîtiye. Xeyala wî ew bû ku zimanekî mantiqê ava bike û bi vî zimanî hemû tiştî bi awayekî misoger/teqez îfade bike. Du kitêban nivîsandiye. Bi kitêba xwe ya yekemîn digot min hemû pirsgirêkên felsefîk/felsefeyê safî kir. Piştra jî, notên xwe yên felsefeyê weşand.

Li gor bawerîya Wittgenstein, ziman wêneya dinyayê ye. Çawa ku heyîn ji atoman pêk tên, ziman jî wisa ji hevokan pêk tê û hemû pêkhatinên li dinyayê, dikarin bi ziman yeko yeko werin resmandin. Piştra vê ramana xwe sererast dike û dibêje ziman ne wekî wêneyekî, lê wekî alav/aletekî ye. Bi rêya fêrkirina rast ya bikaranîna ziman û raxistina holê ya çewtîyên ziman, wê pirsgirêk safî/çareser bibin. Divê mirov li ziman, di çerçoweya wê ya xwezayî de hûr bibe.

Qasê wateya gotinê/hevokê, girîngîya yê/ya ku ew dibêje jî heye. Karê felsefeyê ew e ku ramanan, bi awayekî mantiqî ronî bike. Felsefe ne dazanînek, çalakîyek e. Felsefe divê dev ji pêşkêşkirina dozîne/quraman jî berde. Çimku ev yek ji bilî şîlokirina mejiyên mirovan, bi kêrî tu tiştî nayê. Herweha babetên metafizîk jî, nikarin werin zanîn û divê felsefe, dev ji van jî berde.

Di dawîyê de gotiye ku: ‘Tiştên ku em nikaribin li ser wan bipeyîvin, divê em wan ji bêdengîyê re bihêlin.’ 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin