‘Logos’ di navbera ol û fîlosofiyê de

‘Logos’ di navbera ol û fîlosofiyê de

‘Logos’ di navbera ol û fîlosofiyê de I 

‘Logos’ çi ye? 

‘Logos’ yek ji têgeh û zarawên herî navdar e, di gotara fîlosofî û olî de. Ew wek têgeheke pirrwate di navbera herdu gotaran de, ji hêla gelek fîlosof, olnas, civaknas û fikirnasan ve hatiye vekolînkirin, şirovekirin û analîzekirinê.  ‘Logos’ di koka xwe de, ku wişeyeke grîkî ye, wateya ‘gotina Xwedê’ yan jî ‘gotina afrênerê destpêkê’ dide. Dîroka ‘Logos’ ji dîroka Xwedê ye, ku hem afrêner hem jî bikarhênerê wê ye. ‘Logos’ wek ‘gotineke bilind’ a ser zimanê afrênerê herî bilind, Xwedayê Xwedawendan ‘Zeus’, cara yekemîn di ziman, edebiyata dînî û fîlosofiya grîkiyan de, rû daye. Lewre, ew wek ‘zarê Zeus’ ne tenê hindek ji zimanê grîkî, belê ew hindek ji bîr, bawerî, ol, çand, kultûr û herwisa fîlosofiya grîkî ye jî. 

Di destpêkê de,  ji ber ku ‘Logos’ di bîr û baweriya grîkiyan de, ji ‘Zeus’ bû û ‘Zeus’ jî ‘Logos’ bi xwe bû,  lewre wan li wê, ji têgeheke sînordar bihtir, wek Xwedawendiyeke reha û bêsînor lê tamaşe dikir: bi qasî ku rê ji ‘Logos’ diçû ‘Zeus’, rê ji ‘Zeus’ jî diçû ‘Logos’. ‘Logos’ li pey bîr û baweriya grîkiyên berê ne tenê wek ‘Zeus’ ku afrênerê gerdûnê ye, belê ew herweha wek qanûn, rêdan û pîvan jî dihate famkirin. Wan bi ‘Logos’ wek ‘Zeus’ aqil, raman, têgeh, bîr, boçûn, bawerî, dîn û dinya û her tişt dipîva. ‘Logos’ ne tenê qanûna nehêrtina li gerdûnê, belê ew prînsîpa ‘zeftkirina’ wê jî bû. 

Wek tê zanîn fikrê mirovahiyê li gorî Auguste Comte (1798 – 1857) di sê qonaxên sereke re derbas bûye; qonaxa teolojî, dînî û ayînî; qonaxa mîtafîzîkî û fîlosofî, û qonaxa zanistî. Bi guhertina qonaxan re, herwekî çawa aqilê mirovahiyê hatiye guhertin, pê re ‘Logos’ wek têgeh û wateyên wê jî hatine guhertinê. Lewre, ev wişe di ferhengên grîkî de, wek têgîneke pirrwate, tê şirovekirinê. ‘Logos’ di ferhengên îro de, ne wek têgîna aqilê qonaxekê, belkû wek têgîna aqilê her sê qonaxên ku mirovahî tê re derbas bûye, tê famkirinê.  

Wate, ‘Logos’ wek  têgeheke pirralî dikare di sê gorepanên cihêwaz de, li ser sê astan were parvekirin: 

1. Asta zarê destpêkê (zarê Xwedê / Zeus = zarê gerdûnê).

2. Asta aqilê destpêkê (aqilê Xwedê = kok û bingeha gerdûnê).

3. Asta qanûna destpêkê (qanûna Xwedê = sîstem û qanûna giştî a gerdûnê) 

‘Logos’ di asta yekemîn de, destpêka peyvê yan jî peyva destpêkê ye, ku Xwedê ye. Dîroka ‘Logos’ wek aliyê ‘zarê’ Xwedê dîroka peyvê bi xwe ye. Lewre di Testamentuma nuh de tê bawerkirin, ku ‘di despêkê de peyv hebû. Peyv li ba Xwedê bû. Xwedê peyv bi xwe bû. Her tişt bi Xwedê / peyvê bû. Bê Xwedê tiştek nebû’ [Johannes 1.1-3].

‘Logos’ li vir ku ‘peyva destpêkê’ ye, ne tenê destpêka ‘zar û ziman’ ê Xwedê, ku ‘zimanê gerdûnê ye’, belê ew destpêka aferînê ye jî. Peyv li vir ku Xwedê ye, ‘aferîn’ e du caran: carekê ku Xwedê xwe bixwe daye, a din jî, ku Xwedê gerdûn, afrîde û her tişt daye.

‘Logos’ di prosesa afirandinê de, ku li vir ‘peyv’ û ‘raman’ a Xwedê ye, ne ‘afrêner’ bixwe belê alav yan jî ‘zarê navbênkar’ ê di navbera afrêner (Xwedê) û afrîdeyan de ye. Xwedê wek ‘sedema yekemîn’ di aferîn û hebûn de,  fermandar e, ‘Logos’ jî wek ‘fikrê Xwedê’ yê dahêner ferman e.

Xwedê nebe ‘Logos’ nabe; ‘Logos’ jî nebe tiştek nabe. 

‘Logos’ li ser asta duyemîn aqil e; ew ‘aqilê destpêkê’ ye, ku bixwe ‘aqilê Xwedê’ ye. Philon Alexandrinus (ca. 25 b.z. – 40 p.z) ê cihû yekemîn fîlosof e, ku ‘Logos’ wek ‘aqilê Xwedê’ li qelem daye. Li gorî wî Xwedê wek ‘Logos’ du caran aqil e: carekê wek ‘aqilê  yekemîn’, ku Xwedê pê dirame yan jî difikire (aqilê ramankar); a din jî wek ‘aqilê diwemîn’, ku Xwedê pê diaxife (aqilê axêver).

Li ser asta ‘aqilê ramankar’, ku ‘aqilê nediyar’ e (Logos endiathetos), Xwedê ‘ramankarê yekemîn’ e; li ser asta ‘aqilê axêver’ jî, ku ‘aqilê diyar’ e (Logos prophorikos), Xwedê ‘axêverê yekemîn’ e. Gerdûn û hebûn serencama herdû aqilan e.

Li pey vê boçûnê, ‘Logos’ hem aqilê Xwedê ye, ku ‘afrênerekî axêver’ e, hem jî axaftina Xwedê bixwe ye, ku ‘afrênerekî biaqil’ e. Wate ‘Logos’ wek ‘aqilê Xwedê’ du caran bilind e: carekê wek ‘ramana Xwedê’ (ramana bilind), a din jî wek ‘axaftina Xwedê.’ (axaftina bilind).  

‘Logos’, li ser asta sêyemîn ‘sîstem’ yan jî ‘qanûna giştî a gerdûnê’ ye. Ew ‘qanûna Xwedê’ ye, ku her tişt bi wê tê nijinandin, sazkirin û gerandinê. ‘Fîlosofê nepend’ Heraklit ê Ephesosî (ca. 520 b.z.-460 p.z.) ‘Logos’ wek ‘qanûna xwedawendane a di ser hemî qanûnan re, ku li ser her tiştî zal e û têra her tiştî dike’, bi nav dike.

‘Logos’ wek ‘qanûna Xwedê’ ‘serê dinyayê’ û ‘binê dinayê’ ye. Ew wek ‘qanûna bilind’, a ji ‘aqilê bilind’ heta bi ‘axaftina bilind’, koka her tiştî ye, ku rê ji wê diçe her tiştî. 

Logos ji Xwedê hindek e. 

Hindek ji Xwedê (Zeus) ‘Logos’ e, ku ‘aqilê bilind’ e.

Hindek ji ‘Logos’ ‘aqilê bilind’ e, ku ‘axaftina bilind’ e.

Hindek ji ‘aqilê bilind’ ‘axaftina bilind’ e, ku ‘biryar/feramana bilind’ e.

Hindek ji ‘axaftina bilind’ ‘fermana bilind’ e, ku ‘afirandiana bilind’ e.

Hindek ji ‘fermana bilind’ ‘afirandiana bilind’ e, ku ‘mirovê bilind’ e. 

‘Logos’ hem ‘aqilê bilind’ hem jî ‘axaftina bilind’ a di navbera du bilindan de ye: ‘Xwedayê bilind’ (Xwedayê mirovane) û ‘mirovê bilind’ (mirovê xwedawendane).  

Hoşeng Broka

hoshengbroka@hotmail.com

23.06.2014 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina gotaran qedexe ye…

 

Bersivekê binivîsin