Li Tirkiyeyê Navendên Perwerdehiya Gel Qursa Zimanê Kurdî

Li Tirkiyeyê Navendên Perwerdehiya Gel Qursa Zimanê Kurdî

Birêz Îbrahim Genç ji bo qursa kurdî (kurmancî û zazakî) li Tirkiyeyê serî li Navenda Perwerdehiya Gel (Halk Egitim Merkezleri) daye û piştî xebata du salan destûr hatiye dayîn. Li hemû deverên Kurdistanê û Tirkiyeyê, dema 10 kes werin cem hev û serî li wê daîreyê bidin, daîre mecbûre ku qursa Zimanê Kurdî ji bo wan bide destpêkirin. Destkeftinek baş e, bi rastî jî ciwanên me yên ku perê wan tune nin, dikarin xwe organîze bikin û ji vê qursê sûd werbigirin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

12.03.2016