Li Ser Zanista Teorîk Çend Gotin
Li Ser Zanista Teorîk Çend Gotin
Di ramana rojhilatî ya kevin de felsefe, di bin bandûra ol de maye û wekî hewldaneke serbixwe ku xwe dispêre hêza aqil, derneketiye holê. Heta mirovî dikare vê yekê jî bibêje ku ramanwerên yewnanî gellek ramanên xwe yên felsefîk, ji rojhilatê wergirtine. Belam ramanên ku ji aliyê ramanwerên yewnan ve ji rojhilatê hatine girtin, bi awayekî gelek cuda/cihê hatine sererastkirin û berfirehkirin.
Mesela geometriya Misrê, jiber ku dixwestin lehiya ava çemê Nîlê asteng bikin, derketibû holê û hatibû berfirehkirin. Ji bo vê yekê jî misriyan gelek bendavan ava kirine û nehiştine ku ava çemê Nîlê wekî lehiyekî erdên wan yên çandiniyê di bin avê de bihêle. Ango, geometrî ji bo armanceka pratîk hatibû berfirehkirin û tu carê jî xwe ji vê armanca pratîk rizgar nekiriye û ne bûye zanayiyek serbixwe û sîstematîk.
Belam, ramanweran yewnanî yên berê bi taybetî jî Eukleîdes, van zanayiyên ku xwediyê taybetmendiyên teknîkî û pratîk bûn, sîstematîze kiriye û wan kiriye weke zanisteka teorîk.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
26.09.2014