Li Ser Xulqandina Adem û Hawê

Li Ser Xulqandina Adem û Hawê

Li Ser Xulqandina Adem û Hawê 

    Meriv bi qasî dewleta xwe, dewlet bi qasî hêza xwe ya aborî, aborî çand û hizr zindî dike û fermiyet wê heyiyê bi dunya yê dide nasîn û ew dibe gerdûnî. Xelkê bibe xerîbê xwe, pêleystoka serdestê xwe ye. Hizra êzîdî kuştin û qelandin hê jî serdest e. Lewma Êzîdî ji reseniyê bêhtir antîkin, ew hizrên olî ji serdema antîk ve ne. Mayîna êzîdiya di nav girava îslamê de mûcize ye. Ger êzîdî ji asta xwe ya kevnar, dûr ketibin jî, lê divê em ji bîr nekin medeniyet di fermiyetê de bi pêş ketiye. Heta niha jî êzîdiya ji fermiyetê sûd wernegirtiye.

Di afirandina nebí Adem de, nuquteya grîng, ku adem ji ax, av, ba û agire. Ya duyem ku Adem însane, ínsan rêwiyê rêya mirinê ye. Her weha ínsan nabe melek û Xwedê. Nabe xwedavend ebadeta însan bikin. Nabe însan di asta xwedê de bên dîtin. Mirovê qenc, qencê Xwedê hene, lê însan ne Xweda ye. Ev nuqte jî grînge, ku meriv, meriva bi ebidîne, kêmasî û çewtiyê wî nabîn e. Her weha mirov egoîst û berjewend pereste. Ger mirov bibin xwedî hêza bê sînor dibin dîktator.

Mijareke din di wir de rû dide. Bi qasî nêrîna olî, Xwedê ji her çar elemeta bi destê Tawisî Melek nebî Adem afirandiye. Piştî ruh berdide qalibî. Dibêjin Xwedê gotiye: ya Tawisî Melek divê tu ebadeta nebî Adem bikî. Tawisî Melek gotiye: ez tenê ebadeta te dikim, Tu Xweda yî, te Ezda me! Olê din vêya wûsa nabînim, weke bê îttiatî dipejirînin. Pê re jî rêya ebidandina mirova vedikin. Bi hêviya xal ji aliyê oldara ve were şîrove kirin.

Newaf Mîro

18.05.2016 

Ev têbinî li ser vê nivîsa Ali Gurdilî hatiye nivîsandin: Li Gor Dînê Êzdiyan Xulqandina Hz. Adem 

Bersivekê binivîsin