Li Ser Wesfên Felsefeya Îslamê Çend Gotin

Li Ser Wesfên Felsefeya Îslamê Çend Gotin

Li Ser Wesfên Felsefeya Îslamê Çend Gotin

Dema ku em li rojavaya nûjen dinihêrin, em dibînin ku ramana pêşketinê giraniya xwe zêdetir nîşan dide. Ango hest û ramana çêbûnê, pêşdetir e. Ramana rojava, li ser pêşketina dinyayê û li ser şeklê guherînê rawestiya ye. Lewra, ramana rojava ya bingehîn, li ser pirsa zanayiyê digere da ku bizanibe ev zanayî ji ku tên û sînorên vê zanayiyê, çi ne? Beguman di ramana rojavayê de, mirov dikare bibêje ku têgeha zanayiyê li pêş e. 

Di Felsefeya Îslamê de jî…

1- Ramaneke bêform, bêtevger û neguhor, li ser kar e.

2- Pirsa herî mezin, <gelo, di navbera Xwedê û ebdên wî de danûsitandineka/têkiliyeka çawa heye?> ye. Ev pirs jî, me dibe pirsa; <gelo mirov xwedî semax/xwedî îrade ye, yan na?> û <mirov, azad e yan na gelo?>

3- Xwestekên mirovan, wateya/arîşa jiyanê, rastî û çewtî û riya jiyaneka rast, li gorî ramana îslamî têne ravekirin. Lewma jî, di di ramana Îslamî de, guftegoya ol û ehlaqê, zêdetir derketiye pêş.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

24.02.2015 

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

 

Bersivekê binivîsin