Li Ser Têgeha Erdemê Çend Gotin

Li Ser Têgeha Erdemê Çend Gotin

Li Ser Têgeha Erdemê Çend Gotin

        Têgeha erdemê, wekî têgeheke felsefî, ketiye zimanê kurdî jî. Herçuqasî, carinan em ji bo <erdemê> têgeha <dilpakî> ê bikar bînin jî, tê dîtin ku di zimanê me de têgeha <erdemê> bêtir berbelav e. Bi rêya vê nivîsê, min xwest ku hema bi kurtasî be jî ez hinekî li ser wateya vê têgehê rawestim û pênasiyên çend feylesofên hêja li vir aresteyî we bikim. Têgeha erdem yan jî fazîletê, meriv dikare bi hêsanî bibêje ku ji tarîxa destpêka felsefeyê ve heye û xweş hatiye/tê bikaranîn. Li ser pirsa (pirsgirêka) <wateya mirovî û jiyanê çi ye?> bersiva <jiyaneke xwedîerdem e.> hatiye dayîn. Li gor vê yekê, bextewarî armanca jiyanê ya bingehîn e û ev yek jî, encax bi rêya erdemîtiyê dikare pêk were. Li gor vê ramanê, erdemîtî jî encax bi zanyariyê dikare bi dest bikeve, yan jî pêk were.

Erdem di Serdema Antîk de

Sokrates, Platon û Arîstoteles, gelekî bala xwe dane erdemê û xebatên xwe yên felsefî jî, axlebî li ser vê têgehê pêk anîne. Lewre, ji bo felsefeya ehlaqê jî, têgeha erdemê têgeheke girîng e û feylesofên din jî, gelekî bala xwe dane vê têgehê. Pirî caran hatiye dîtin ku bextewarî û erdem, wekî du têgehên têkildar hatine dîtin û nirxandin. Sokrates dema ku dibêje armanca jiyanê bextewarî ye, mebesta wî zanyarî (bidestxistina zanyiyê) ye. Ango li gor Sokrates, encax bi rêya zanayiyê meriv dikare bigihêje bextewariyê yan jî dikare bextewar (dilşad, bextewer) bibe.  Ji ber vê yekê jî erdemîtî, encax bi zanyariyê dikare pêk were û ev yek jî, dê rê bide bextewariyê.

Dema ku Zenonê Qibrîsî erdemîtiyê wekî şertê sereke ê bextewariyê daye pêş, bêguman vê yekê destnîşan kiriye û piştgiriya vê ramanê kiriye. Epîkurosgiran jî, prensîpeke wiha pejirandine û ji bo wan jî, a girîng rev a ji eşê û xwegihandina bextewariyê ye. Epîkurosgiran wiha digotin: <tiştekî ku dê tu ji ciranên xwe şerm bikî, meke!> Ev gotin jî nîşan dide ku e wan erdemîtiyê, weke bingeha bextewariyê dîtine û nirxandine. Zanayî (bilgî) mirovan dike dilpak (xwedîerdem) û tiştê ku di wateya ehlaqî de rê li ber tevgera rast vebike jî, zanayî ye.

Piştre, tê dîtin ku têgeha erdemê di warê felsefeya ehlaqê de jî dibe yek ji wan têgehên sereke û jêneger. Li gor vê yekê jî erdem, ew têgeh e ku tevgerên mirovî yên rast û dirust nîşan dike, ye. Rastgotiya ehlaqî, bi erdemîtiyê re heman tişt tê dîtin. Rastiya (rastgotiya) ehlaqî û erdemîtî, di heman wateyê de tê biklaranîn.

Li derveyî vê pênaseya giştî ya erdemê; felsefeyên ehlaqê jî, dilerîneke cihêreng ya erdemê berfireh kirine. Wateyên cihêreng yên têgehên mîna baş-xirab, rast-çewt û hwd. ku li war û demê xwe biwate dikin, rê li guherîna wateya têgeha erdemê  jî vekirine. Di vê çerçoveyê de gellek feylesofan, têgeha erdemê li navenda felsefeyê bi cih kirine. Li gor vê yekê erdem, qesîdîna îrade yan jî daxwaza ber bi <baş a ehlaqî> ve ye.

Li gor baweriya Sokrates,  meriv dikare erdemê fêrî her kesê bike; lê li cem her kesê di heman radeyî de xwe nade der yan bi heman radeyî pêk nayê.

Çend ramanên cihêreng yên li ser erdemê

Erdem, ne sîstema ehlaqî ya olekê yan jî ramanekê ye. Radeya herî bilind, ya asta ehlaqî ye, heta meriv dikare bibêje ku giyan (rih) e. Ew giyan e ku erdemê (erdemîtiyê), mîna armanca jiyanê dibîne û mirovan digihîne bextewariyê.

Mirovên xwedîerdem (erdemdar), jiyana xwe bi aqlê xwe didomînin û di tevger û biryarên xwe de jî, li gor daxwaza aqilê xwe tevdigerin. Lewma jî erdem, zanayî ye.

Platon erdemê, wekî zanayiyê dinasîne û dibêje, encax bi riya zanayiyê mirov dikarin bibin xwedîerdem. Zanayî jî zanayiya yên naguhêr e, ku ew jî bi aqil tê parastin û zanyar jî ew kes e ku xwe gihandiye zanayiya rast. Bêguman, ew zanayî jî zanayiya îdeaya ye.

Di ferhengan de em dibînin ku têgeha erdemê wekî navê gelemper ê <nefsbiçûkiya ku ji aliyê ehlaqê ve tê pesinandin, cigerdarî û rastgoyiyê> hatiye pênasekirin, ku meriv dikare jêre bibêje fazîlet jî. Dîsa ji bo têgeha erdemê, <mezinbûn û berfirehbûna rihê mirovî> jî hatiye gotin.

Çawa ku me di destpêkê de got, têgeha erdemê ji destpêka tarîxa felsefeyê ve cihê xwe girtiye. Li ser pirsa (pirsgirêka) <wateya mirovî û jiyanê çi ye?> bersiva <jiyaneke xwedîerdem e.> hatiye dayîn. Li gor vê yekê, bextewarî armanca jiyanê ya bingehîn e û ev yek jî, encax bi rêya erdemîtiyê dikare pêk were. Li gor vê ramanê, erdemîtî jî encax bi zanyariyê dikare bi dest bikeve, yan jî pêk were.

Erdem, hêza xwenûkirinê ye, ewlehî ye. Piştgirî, xweşdîtin (tolerans) û nefsbiçûkî ye. Erdem, biryardarî ye, parvekirin e, dilxweşî û xizmeta civak û hawirdora mirovî ye.

Erdem, wêrekî ye. Lihelhanîna aqil û dilê mirovî ye û muhasebeya wujdanî ye. Ji bo muhasebeya wujdanî jî, guhdarkirina dengê dilî pêwist e. Erdem, dadwerî ye, berbiçûna ber bi başî, rastî û delaliyê ve ye.  Ji ber vê yekê jî erdemîtî, encax bi riya zanyariyê dikare pêk were, yan jî em bibêjin bi rêya zanayiya rast dikare pêk were û ev yek jî, dê bibe sebebê bextewariyê.

Erdem, xwe dispêre vê prensîpê: <tiştekî ku dê tu ji ciranên xwe şerm bikî, meke!>

Erdem tevgerîna azad e, ku tu zordestiyan qebûl nake û di bin tu zordestiyan de pêk nayê. Nîjada mirovî bi riya aqil û îradeya xwe, xwediyê wê hêzê ye ku başî, delalî, rastî û qenciyê hilbijêre. Hilbijartin, di ceribandina jiyanê de têgeheke girîng e. Erdem li war û qadên tundîtuj xwiya nake, xwedîaheng û xwedîpîvan e. Erdem di rêya azadiyê de, rêhevalê wêrekiyê ye. Erdem, xwenasîn û xwezanîna mirovî ye. Têgihiştina berpirsiyariyê û rastgotiyê ye.

Derheqê erdemê de ramanên feylesofan

Friedrich Hegel: Erdem, hişmendiya heyînê ye.

Kallikles: Erdem, keysa bêhêza ye.

Spinoza: Erdem, tevgerîna li gor aqil e. Bikaranîna hêza xwe ya meriv e.

Samuel Clark: Erdem, tevgerîna li gor wesfên xwezayî yên heyîna ye.

Aristippos: Erdem, di bidestxistina zewqê de xwedîpîvanîtî ye.

Joseph Butler: Erdem, xwedarezandin e.

Immanuel Kant: Erdem ne şuxlekî navajoyê ye, şuxlekî aqil e.

Berkeley: Erdem ew raman e, ku ji aliyê ruhê mitleq ve tê nîşandan.

Friedrich Nietzsche: Erdem, hewldan û xebata mirovî ya daxwaza xwegihandina raseriya mirovî ye.

Plautus : Erdem, xwe neecibandin û xwekêmdîtin e.

Descartes: Erdem di bikarîna yên baş de, biryara me a ku em didin e.

Herakleîtos: Gerdûn, heta dawiyê hevqewirandina afirandin û tunebûnê ye. Hemû tişt jî, ji şerê dijberan der diçin.

Sokrates: Misogeriya tekane, di zanayiya erdemê de heye. Meriv dikare erdemê fêr bibe. Mirov, ji ber nezaniya xwe xirab in. Erdem yek e, kit e û dabeş nabe. Erdem, xwenasîn û xwezanîna mirov e.

Montaigne: Di warê xwe xirabnîşandinê de, nîjada mirovî gelek serkeftî ye. Nêçîra ku me daye dû; ku bi rêya aletan em dixwazin wê bikûjin, em bi xwe ne. Ji bo kuştina mirovan jî, em li meydanên berfireh û ronak digerin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

29.08.2015

jêder

1- Felsefeya Ehlaqê. Etîk. Ahmet Cevizcî. Weş. Say. Sala 2014 an.

2- Ji Bo Jiyanê Felsefe. Pierre Hadot. Werger: Kagan Kahveci. Pinhan.

3- Destpêka Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Soran. 2015

4- Dîroka Felsefeyê. Ahmet Cevizcî. Weşanên Say. Stenbol. Sala 2009 an.

Di malpera www.rewanbej.com de jî weşiya ye.

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin