Li Ser Romana ‘Sergotina Calvîno’yê a Nivîskar Yaqob Tilermenî

Li Ser Romana  ‘Sergotina Calvîno’yê a Nivîskar Yaqob Tilermenî

Li ser romana  ‘’Sergotina Calvîno’’yê , a nivîskar Yaqob TILERMENΠ                           

RABIRDÛYEKE – DAHATÛYEKE  KAOTÎK

Çawa hertişt mîmesîs be, roman, çîrok û helbest jî mîmesîs in.

Roman ji binhişiyeke qilêrî zaye, lê rastî û heqîqet jî ev qilêriya binhişî ye.

Hemû deryaya binhişî ya qilêrî-paqij giş herikiye û li ser kaxizê belawela bûye. Nifteya êqil di hemêza der-bin-hişiyê de heliyaye û xwe berra ser sifreya rasteqiniyê daye. Hemû rasteqiniya binhişînî herrikiye û veguheziye-dageriyaye-veguheriye rastiyê…

Dostoyewskî digot: ‘’ Dojeh, di dilê mirovî de nemayîna cihê hezkirinê ye.’’ Dema mirov li vê hevoka Dostoyewskî dinêre, em fêm dike ku qala hezkirin-nehezkirin û encamên wê dike. Îja hezkirin ji holê rabe an jî li hemberî hertiştî hezkirin biqede, ewçax jiyan welew takekesî vediguhere-dadigere-vediguheze jehrê. Wê çaxê  mirov vediguherî-vediguhezî ruhqesasekî welew dadigerî kujerekî. Gava em li naveroka romana Yaqob Tilermenî dinêrin em bêhna ruhqesasekî, ruhkujerekî, ruhbirîndarekî, ruhkaotiyekî, ruhFreudîyekî, ruhDostoyewskiyekî û ruhProustiyekî di naveroka rûpelên romana wî de dibînin.

Romana Yaqop Tilermenî,  kirasê Kompleksa Oedîpus’ê  hişk li bejna xwe civandiye, fesilandiye û beranedaye. Ji ber ku kurr(karakter-vebêjevan-monolog) bi çavê serê xwe pisîkê di nava lepê bavê xwe’y erojen de dibîne, loma jî kurr(Li gorî romanê ev kurr nivîskar bixwe’y, loma jî nivîskar vebêjevanê devê karektere xwe ye û bi saya karekter dixwaze kirasê li ruhê wî hatiye pêçandin biçirîne verişîne). Lê tim kiras diçire û tîşên ecêb tê de çê dibe û diwelide. Helbet gelek tiştên din jî di xwe de vehewandiye -civandiye. Îja gava em li hin dîmenên romanê dinêrin, dîmenên romanên Marquîs De Sade tîne bîra mirovî (mînak; Di  odeya livîna de felsefe, hezên eşqê û hwd ji ber ku di van romanên Marquîsî de  ehleq û zayendî mijara herî  sereke ye.

Di serdema xwe de  ev herdu têgehên dijberî hevdu gelekî alozî bixwe’r  diwelidand û dihatin rexnekirin ango binhişîna mirov, ehleqa heqîqî û ya sixte bi saya roman, çîrok û helbestan dihatin ser ziman û rexnekirin ). Wê çaxê em dikarin bêjin romana Yaqob Tilermenî avahiya xwe li ser stûnê sadîzmê-narsîzmê-mazoşîzmê  bilin dike. Loma jî romana me, wan mijaran dinirxîne-rexne dike û didahûrîne. Ji ber ku Sade navê xwe jî û romanê xwe jî li ser bena sadîzmê, narsîzmê û mazoşîzmê rapelikandiye. Di romana Yaqob Tilermenî de jî têra xwe dîmenên mazosadonarso di xwe de dihebîne hene.  Mînak ji romanê:‘’Bavê min li ser xalîçeyê dirêjkirî, zenda wî di devê çêlika pisîkê de. Çêlika pisîkê carê zenda bixwîn dialast û hey dinoriya, bavê min jî bêqidûm û bêtevger hey dioriya.Ji dêleva ku dawî li  wan  dîmenan bînim, min derî bi ser herdu ruhberan de girt û ketim menzela xwe. Min serê xwe xist binê lihêfê û çavên xwe bi ser hev de girtin. Li ber çavên min kêreke devbixwîn û laşekî li erdê dirahelî, hebû.

Kêra di destê min de radibû û dadiket û hey xwînê dibeliqand derdorê. Ger kujertî ev be, min bi vî hawî navê qesasiyê bi dû xwe xist-rp-130’’ jixwe ruhê romanê di hundirê vê peregrefê de veşartiye û roman maka xwe ji vê peregrefê stendiye ango esasê romanê li ser vê peregrefê, li ser avahiya qesasiyê hildikişiyaye. Roman û karekterên romanê bi vî dirûvî hatiye rêsandin her çiqas gelek bendan de karekter monolog(vegotvan-nivîskêr) be jî, karekterên xweser jî hene. Karekterê me’y resen ango monologvan di der-bin-hişiya xwe de  bavê xwe  dikuje, dike şeş perçeyan û her perçeyekî  wî diavîje sergodangekê, roman bi vî hawî didome. Wexta ez li vê dîmena kuştina bavî dinêrim romana Dostoyewskî ya bi navê Birayên Karamazovî tê bîra min, di vê romana Dostoyewskî de jî, bav ji terefê lawê xwe tê kuştin. Sedemê kuştinê jin û aborî ye. Belam, ev herdu tişt jî dinyê birêve dike.

Di romana Dostoyewskî de karekter ji bo hezkiriya xwe û mal-milkan, bavê xwe dikuje lê esil sedema kuştinê hezkirine . Bav û law ji heman keçikê hez dikin loma jî ev bûyer dibe sedemê kuştina bavî . Îja em werin ser kuştina bavî ya romana Yaqob Tîlermenî, di  jiyana rasteqiniyê de mirov dibêje qey bûyerek wiha tuneye. Mirov dibêje qey karakterê me di hêmaya serê xwe de wî dikuje ango di odeya serê xwe de bavê xwe dikuje. Belam di hin cihan de jî ne fena hêmayî bikuje, mîna ku rasterast bê kuştin welew şikbariyeke wilo bi mirov dide hîskirin. Talî kuştin an jî qesasiya bavî  xeyalî-badekî welew rasteqînî, her çi be jî  qet ferq nake, yanê roman li ser kuştina bavî hatiye afirandin.

Kuştina bavan  di gelek romanan de hatiye honandin mînakin: Romana Dostoyewskî ya Birayên Karamazovî, di  ya Shakespeare de Tragediya Hamlet û di ya Sophoklesî de jî Tragediya Oedipusî  bav tên kuştin ango karekter dibin qesasên bavên xwe lê ya Yaqob Tîlermenî sedemê wê ne ji bo jinekê ye an jî  ne ji bo eşqê ye. Belam sedem ne ji bo jin û eşqê be jî talî sedem ‘’Zayendî’’ ye. Helbet kuştina bavî sedemên wê diyar in ango li gorî sexsualîteyê-zayendiyê sedemên kuştina bavan  ji tirsa ‘’Xesandinê’’ tê. Ji ber ku law tim dixwaze têkeve dewsa bavê xwe ango kurî li hember bavê xwe hesûdiyê dikêşîne. Çawa  keç li hember dêya xwe dexsê dikêşe(bingeha vê rewşê jî ji Elektrayê dizê) wilo kur jî li hember bavî heman rewşê dikêşîne. Romana Yaqop Tîlermenî jî li ser van esasan hatiye rêsandin.

Gava ku em temamiya romanê dinêrin, gelek çaran xwe dubarekiriye, jixwe di romanê de jî ev tişt tê qalkirin, ango nivîskar bi awayekî hişmendî ev dubarekirin bi karaniye. Dibêje jiyan dubarekirineke û vê rewşê bi çîroka Camûsî ya bi navê Sîsîpos’ê  ji me re diteyîsîne. Belê çîroka Sîsîpos’ê çîrokeke balkêş e, ji terefê Xwedê Sîsîsop tê tewanbarkirin, her carê Sîsîpos  hinçirekî hildikişîne jorî zinarekî û carê berjêr beradide, ev bûyer wilo berdewam dike. Lewma  romana Yaqob Tilermenî jî  gelek caran xwe dubare dike, bi awayekî hişmendî.

Roman  pirtir li ser îd(hêla mirovî ya prîmîtifî-heywanî-xwestekî-zewqî û hezane), ego( hêla hişmendî, pîvanî, momentî û viyanî) û superego(hêla ehlaqî, ango hêla ehleqeke heywanî, civakî-hezî-zewqî yanê tu ferqa îd û superego’yê tune ne, herdu hêl jî heywanî ne, zewqî ye, prîmitîf e, tenê di navbera wan de ferqeke biçûk heye, yek berê xwe bi sexsûalîteyê vedike ya din berê xwe bi ehleqê vedike, ya ku wan dipîve ango ya ku wan rêvedibe ego bixwe ye. Lê roman pîvana egoyê li bin guhê diwêr xistiye-zeliqandiye) Îja roman jî di vê perspektîfê de hatiye nivîsandin loma jî divê haya me ji van têgehan û wateya wan hebe. Monologê me di vê perspektîfê de rexneyê herî tuj dikutîne kes/a/n-dikutîne civakê-dikutîne-malbatê-dikutîne-pergalê… Heta civakê li bin guhê dîwêr dixîne loma jî hin gotinên karakterê me dişibe gotinên Nîetzsche, Fauerbach û Schopenhaur mînak in: ‘’Renge tu niha dibêjî qey bêhna genî ji devê min tê, lê bawer bikî li vî bajarî tu mirovên ku hundirê devên wan ji yê min paqijtir be, tuneye…’’ rp-13

‘’Kesên ku dikarin  goştê heywên bixwin, dikarin goştê însên jî bixwin’’rp-20

‘’Ma hûn nizanin ku girse, qerebalix, kom, civat û giş bi xwe re xirabiyê hildiberînin?Di vê serdemê de ancax mirovê bi tenê dikare azad bijî dikare çêjekê ji jiyanê bistîne û kêlîkên bextewariyê bi dest bixe ger mirov bi tiştekî were girêdan, hingê ew azadî ya wî ya tenêtiyê de têk diçe’’ rp-22 . Gava ku em li van bendan dinêrin yekser gotinên Nietzsche tên bîra mirov mînak Nietzsche digot ‘’însan çemekî gemarî ye, însan heywanê herî zalim e û digot sê çeşnên însên hene 1-însanên mina geriyên pez, 2-însanên azad, 3-însanên raser-awarte-zerduştî. Li gorî monologê me înasan gur e, însan pez e, însan kuçik in, însan gemarî ye, însan heywan e…

Yaqob TÎLERMENΠ di romana xwe de li ser kes/a/n-yetiyan, malbatan, civakan û pergalan rawestiyaye, her ku li ser hûrbûye bêtir kutaye civakê, însanên mîna keriyan, însanên mîna kuçikan hwd nerîna Tîlermenî dişibe ya Schopenhaurî ango reşbîn li hertiştî dinêrî. Lê li gorî Nîetzsche însan him baş e û him nebaş e, lê bêtir mirov  nebaş dibîne, li gorî Nîetzsche ên baş yên bûnin xwe-(bûn) e. Jixwe Nîetzsche daxwaza wî ya herî balkêş divê û ya dawiyê xwebûn e. Yaqob Tîlermenî li ser kesayeta û civakê  rawestiyaye, loma jî  antropolojîk e û antropolojîk nêrî ye. Li ruhê însanan mêzandiye û xwe gihaştiye reşbîniyekê ango karekterên xwe bi wan teşeyan honandiye.

Wekî em dizanin ku Fauerbach jî feylesofekî anropolojîk e û bi awayekî reşbîn li însên nanêre, bêtir li ser xwezaya mirovî û hêla wan î  êqil rawestiya ye, lê Tîlermenî reşbîn-binhişînî dinêrî, mirov wekî nebaş û yê herî xetere dibîne…Talî nivîskêr mirov gemarî û heywanî dibîne, mirov çiqas nebaş be jî, ewqas jî baş e, ji ber ku sedîsed nebaşî û başî tuneye. Çi qas ne paqij be jî mirov, kêmzêde ewqasî jî paqij e. Lê monologê-karekterê me’y sereke ne dilşad e, tim diêşe. Ji ber ku tenê di hundirê odeya der-bin–hişiya xwe de veridişe mîna romana xwe. Sedemên vê verişandinê ji fêrbûna zanyariyê-bin-hişînê û ji kitekitê jiyanê dizê, loma jî monologê me diêşe û verdişe. Îja em werin ser sergodankê, gava em li naveroka romanê û temamiya dîmenên romanên dinêrin, em fam dike ku hemû qirêjiya bedena mirov li ser sergodanka de dicivin  ango hemû der-bin –hişiya mirov dirije ser sergodanka jixwe ji vê hevoka me jî diyar e ku bê çiqas mirov qirêj e û ji qirêjiyê tên, lê ji qirêjiyê jî hez nakin‘’

Di rastiyê de ew bermahiyên di sergodankan de rabirdûya bedena mirov bixwe ye.’’ Rp-30, hevok hemû qirêjiya mirov derdixîne holê, him ji hêla bîyolojîk, zayendî hwd. Nivîskar  ji hêlkê ve jî qala goştxwirbûnê kiriye mînak: ‘’Heta ku goştxwirî ji ser rûyê erdê ranebe, dilpiyarî nakeve dilê mirov’’ Ji gotinê jî diyar e, însan jî heywanek e,  ji ber vê heywanbûna xwe goştxwirek e, di çirûskîzma Rênas Jiyan de ev  têgeha ‘’ Goştxwiriyê’’ bi awayekî kitekit û berfireh hatiye şîrovekirin-dahûrandin Rênas Jiyan di berhema xwe de dibêje em ji goşt welidî, em dikutin goşt û em ji goşt dizên. Goştxwirîn têgehek e ramanî ye, ango mirov gur e, dikare bo berjewendiyê xwe, bo ez’a xwe dikare hertiştî bike, loma jî nivîskar dibêje heta ku goşxwirî ji holê ranebe mirov nikare dilpiyar be. Bi kurtayî romanûs bi şêwazeke Antropolojîk û psîkanalîst li ser kes/a/n û malbat û civakê rawestiyaye. Welhasil Tîlermenî jî wekî gelek nivîskarên kurd, verrişiyaye ser sifrê, jixwe nivîskarê kurd yên ku der-bin-hişkî dinivîsin giştik verridişin, lê yên ku realîst, natûralîst û romantîk dinivîse pirr kêm verdişin. Belam heqîqet-rastiya kesayetan û civakan di binê behreya der-bin-hişî de dizê…

Heywanên ku bikaraniye:

Pisîk

Kûçik: Navên kûçikên di romanê de derbas dibe, Parya-Kitmîr

Baçmêlik-pelçimok

Karekterên romanê: Abjek, Zîngarî, Fatoş, Dilop, Şopênhûr û Alyoşa

Çorê ARDA

05.05.2016

Bersivekê binivîsin