Li Ser Romana ‘HEVRAZÊN ÇIYA’ a OMER DILSOZ

Li Ser Romana ‘HEVRAZÊN ÇIYA’ a OMER DILSOZ

Li Ser Romana  ‘’HEVRAZÊN ÇIYA’’  a  OMER DILSOZ

RABORİYA KAREKTEREKÎ PARADOKSAL

Roman ji sê beşan pêk tê, di dawiya romanê de hersê beş li hevdu vedihewin.

Beşa yekemîn: Mijar di navbera karekterê me Pîro û xwarziyê wî Robar’re (an jî Pîro wekî xwarziyê xwe nîşanî me dide) derbas dibe, paşê karekterê sisiyan Şilêr dikeve jiyana hevgotina van kesan. Karekterê esîl ango  yê sereke di vê beşê de Pîro ye.

Beşa duyemîn: Mijar li Bakur di navbera Rohat û Zîlanê de derbas dibe, Rohat kurê Fermandar Pîro  ye, Zîlan jî keça Azad e, dêya wan Hêlînê ye.(Hêlîn gerîlayeke û dodmama Azad e an jî wekî dodmama xwe bi  me naskirin dide, Pîro fermandarê refek gerîla ye, di nav van refê gerîlayan de Hêlîn jî heye)

Beşa sêyem: Mijar li Başûr di navberaAzad  welew Azad Bergowendî, Jêhat, Trîskê, Saman û Hêlîn de derbas dibe, lê karekterê me’y esîl Azad û Hêlînê ye.

Di hersê beşan de karekterê sereke  Pîro(Bênav beg) , Azad û Hêlîn’ê ye.                               

Trajediya herî mezin  di navbera  Pîro (ango fermandarê Hêlîn’ê)  û Hêlîn’ê de derbas dibe.

         Despêka romanê ji hêla şayestandinê ve bêhna naturalîzmê jê tê ango ji hêla kitekiteyan ve, helbet ji hêla naverokê ve ne natûralîst e. Piştre roman berê xwe diguherîne. Lê roman ji hêla karekteran-mijarê ve ne natûralîst in, pirtir reel disekine, her çiqas nivîskêr xwestibe karekterên xwe têxe melankolîzmeke heyînxwastî jî bi serneketiye ango da’wa heyîn(xwaziyê) kiribe jî  pir kêm bi serketine. Li gorî tîrbûna mijara romanê karekterên me bêruh, bêhest in û sar in, divê bêtir kelecan bidayan mirovî, mîna xwarina bêxwe ye welew xwarineke kêmxwê ye. Roman ji realîzmekê dageriyaye badekekê. Carinan di romanê de karekter an jî nivêskêr qala çîrokên kurd ên mîtolojîk dike, car caran berê me bi edebiyata klasîk vedike qala Cizîrî, Feqiyê Teyran, Xanî û hwd kiriye . Di hin rûpela de qala pêşerojê dike (Mînak: ’’Amerîka û Japonyayê welatên ereb bi ser Ewropayê de çûn û ew talan kirin, piştre berê xwe dan Kurdistan û Tirkiyeyê. Rûsyayê xwe avêt pişta wan û şerê cîhanê yê sêyem ku jê re gotin,’’Şerê Avê’’dest pê kir’’ mînaka diduyan ‘’Erê xalo niha sal 2180 e.’’rp-194-95,) nivîskar di van rûpelan de distopîk, ûtopîk û vajîtopîke fikiriye, nivîskarên di vê şêwazê de nivîsandine Platon, Aldous huxsley û George Orwel e û  hwd. Romana Omer Dilsoz wekî romanên Helîm Yusif û Firat Cewerî li ser jiyana gerîlayan hatiye nivîsandin. Helbet şêwaza romanên wan naşibin hevdu, hersê romanûs jî hûnandina romanên wan jihev cihêreng in, lê mijar dişibin hevdu û heman mijarê dinivîsin lê şêwaza wan ne wekhevin. Di Helîm Yusif de  mijar-şêwaz bêtir pêşketî ye, ji ber ku ew mijara xwe’y reel vediguzîne surealîzmê-razberiyekê, helbet berhemên wî giştik newilo ne, minak:’’Gava Masî Tî Dibin’’ li gorî ‘’ Tirsa Bêderan’’ û çîroka wî ya ‘’Jinên Qatên Bilin’’ pirtir reel disekine. Belam ‘’ Tirsa Bêderan û Jinên Qatên Bilind’’pirtir surreal, arasyonel û razber disekine, gelek metaforan di xwe  de dihewîne û xweş hatiye honandin. Di romana Firat Cewerî  a ‘’Ez ê Yekî Bikujim’’ de mijar pirtir romantîk-trajedîksîyone disekine, di Omer Dilsoz de pirtir trajîk-reel sekinî ye. Talî mijara hersê nivîskaran yek in. Her sê romanûs romanê wan li ser têkoşîna şoreşa gerîla ye, tenê di warê honandinê, metaforan, hêmayan û badekan ve ji hevdu cihêreng û cûda ne.  Ji hêla xwerûya zimên-herikbariya zimên ve Helîm YUSIF û Fırat CEWERÎ bêHtir serkeftî dixuye, zimanê romanên wan bêhtir estetîk-xwezayî disekine, di Omer Dilsoz de ne wilo ye. Omer Dilsoz pirr zêde serê xwe bi bêjeyên ne hewce’r êşandiye, carinan hin bêje û hevokên wî mîna keleman di çavê mere de diçe, loma herikbariya xwendinê û lêhûrbûyîna xwenêran xera dike. Di her sê romanûsan de roman herikbar in. Lê di Omer Dilsoz de herikbariya romanê hinekî kêm e.

‘’Divê her gotinekê ji zindana devê xwe bînim derê, nexwe ez ê bipeqim’’(rp-10) Ev hevok ji terefê vegotvan ango ji terefê nivêskêr ve tê vegotin ‘’Gotinên zindana dev’’ esil  ev hevok zindana nivîskêr ya ruhî ye û ya binhişiya wî ye. Nivîskar welew karekter di hundirê mejiyê xwe de dîl e, dixwaze bi saya gotinan xwe ji zindana ruhî-binhişî xilas bikî. Nivêskêr timî di zindana ruhî de dijî, bi gotineke din zindan nivîskar bixwe ye

1-‘’Heke tu nehêlî ez bêm, ez ê bêjime dadê wan, Zîlan çûye kevirkanê bi panzêran re dike’’

2-‘’Zîlanê, kîsê ku bi xwe re anîbû danî ber dîwarî, bi lezû bez tîşortê spî ku li ser sînga wê rengê sor wêneyê dilekî hebû, ji xwe kir. Bala Rohat kişand ku sînga wê wekî girsiya maziyan belkî piçekî jî nêzî ya hêkên kewê girs bûbû. Xwe bi ser ve nebir, lê şermê avêt rûyê wî.’’

(rp-20-21).

          wekî em dizanin çawa kurd-îstanê çavên xwe vekiriye, ço li ser serî daneketiye, timî dijberî xwe  ço dî ye. Belam, kevir-kanê û raperîn jî di jiyana wan de kêm nebûye li hember deshilatdariyê, loma wêje têkîldarê civaka xwe yî ango bi civaka xwe ve girêdayî ye, lê divê bi çi awayî wêje gerek bi civaka xwe ve girêdayî be? Bi şêwazeke çawa? Bi estetîkeke çawa? Bi wêjeyeke çawa…? Edebiyat ne kevirê destê zarokan e, ne kevirkanê di destê xorta ye, edebiyat tiştekî dinê ye, heke edebiyat ew ê polîtîze bibe divê ne bi vî awayî, divê bi awayekî hunerî-edebî gerek bê edebîze kirin. Gelek nivîskarên dinyê polîtîk dinivîsîne, lê bi awayekî edebî-estetîk dihûnin. Omer Dilsoz wekî her nivîskarê kurd romaneke şoreşî nivîsiye welew xwestiye binivîse, lê honandina romanê ne tam têgihiştiye, tama edebiyatê hinekî kêm maye, lê dîsa jî romaneke baş e. Helîm Yusif jî şoreşê-ker-iyê dike mijara romên xwe, belam honandina romanê Helim Yusif bêtir serkeftî ye, hevîrê xwe baş distrê-strandiye. Mesele ne mijar e, mesele te bi çi awayî  bi çi şêwazê mijara xwe hûnandiye-rêsandiye ev muhîm e. Romaneke klasîk e. Gava ez li vê hevokê dinêrim(hevoka yekemîn) dibêjim qey ez li nûçeyan temaşe dikim welew li nûçeyên tirkî dinêrim. Ji ber ku edebiyat tiştekî din e, nûçe tiştekî din e. Gelo edebiyat gerek ev be?Heke ev be wêcaxê  em ê giştik rahêlin kevir-kanê xwe û em ê serçavên xwe bigrin, em ê bêjin bijî edebiyatttt! Bijî edebiyattttta kevirkaniyan-panzêran! Bibore min xelet vegot bijî keviredebiyatîstanî. Divê ev hevok ya estetîze-edebîze bibe ya jî gerek ji romanê bê derxistin. Helbet şaxekî edebiyatê polîtîka ye, Hemingway û Orwell jî polîtîk nivîsandine, lê bi şêwaz-zimanekî edebî rêsandine. Divê polîtîzm di navenda romanê de bê helandin, bê estetîze kirin. Welhasil, hevoka yekemîn(1) zimanê nûçeyî ye, zimanê qadan e û kuçewarî ye… Di hevoka duyemîn de şerr-têkoşîna şoreşê û der-bin-hişiyê ye. Ji ber ku nivîskêr memik-çiçik-pêsîran bi awayekî  xumamî û îronîk şîrove dike. Mirov tê derdixîne ku karekter-nivêskêr kirasê binhişiya xwe bi awayekî veşartî û bi tirs radixîne li ber çavên me ango dudilî ye, belkî jî romanûs xwestiye têkiliya zayendiyê-têkoşînê li ber sifreya çavên me raxîne ango nakokiya şoreşê welew di şoreşê de qedexekirina zayendiyê derxîne, belam tespîteke baş zevtkiriye romûnûs bi saya karakterê xwe. Nivîskar di temamiya romanê de cihê ku zayendî tê de derbasbûyî sansur kiriye an jî nivîsêkêr deriyê bin-hişê xwe sê caran kilîdkiriye, du caran kîlîda xwe dizîvirîne, ya dawiyê nazivîrîne ango derî venake culhetê wî tuneyî, heta radeyekê deriyê xwe vedike û dîsa digire, navê vêya tirs e, navê vê tirsê jî jê re dibêjin ‘Tehdeya Civakî’’, navê vê tirsê jî exleq e, ev exleq jî  ya civakê  ye. Bi kurtasî, nivîskar welew karekter-vegotvan ji civakê ditirse, ne xweser e, yekî dîl e. Ji hêla zayendiyê ve nivîskar-karekter der-bin-hişiyê xwe bi werîs girêdaye, talî herikbûna bin-hişî bi awayekî xwe dide der, mîna nêrîna Rohatê ku dema Zîlanê kincê xwe diguherîne, çavên wî  bê çawa di heman demê de diçin ser bedena zîlanê û dileyze, Rohat di wê kêliyê de bi kitekitên gelekî hûr rewşa xwe’y erojenî li ber çavên me radixîne. Li gorî romanê herdu xweşk û bira ne. Yekser çîrokên  mîtolojîk ên mîna ‘’Elektra, Oedîpûs û Semîramîs û Kandalanû  tê bîra mirovî… Talî di Psîkanalîzmê de ensestî  heye, her demê di binhişiyên mirovî de hestên ensestî û ên din hene û weşartî ne. Belkî  ev ensestiya nivêskêr welew karakter bi xwe be jî, jixwe gelên bindest pirtir ensestiyê di xwe de dihewîne.

‘’Xwarza, belkî tu niha bibêjî tu çima navê wî  napirsî, ji bîr neke, şoreşger çi carê pirsa navan nake, ew bi xwe li gorî karekter û mîzacê navan lê datîne. Şoreşger guherxwaz e, ew ya heyî qebûl nake, jê nerazî ye, zîz e, bi hêrs e, ji warê ilm û zanînê ve têr û tesel e. Nabêje navê te çi ye, dibêje navê te  ev e.’’(rp-43)

       Heke wilo be nakokiya herî mezin di navenda şerwanan de ye, him ‘’guherxwaz in û zane ne, him jî desthilatdariyê dikin’’ îcar çawa tê ku dibêjin’’ Navê te ev e’’ ji ber ku kesên guherxwaz bin û zane bin divê fermanên wilo nedin. Wê çaxê wan kesan ne guherxwazin û zane ne. Ev gotineke deshilatdarî ye, ev gotineke tehdedayî ye. Herhal nivêskêr bi saya karakterê xwe xwestiye ji hêlkê ve îroniya-trajediya rasteqîniya şerwanan derxîne holê. Helbet di şerr de an jî di têkoşînê de disîplîneke leşkerî pêwîst e, lê divê ne bi wê şêwazê be. Hevoka me ewilî nerm bi dest pê dike, paşê nişka ve vediguheze hişkbûnekê, gelo dibe ku der-binhişiya nivîskêr bixwe be, ev hişkbûn?

Azadî got ’’Trîskê, Jêhatê me jî hema tim nimûneyên xwe li ser  sîng û beran dike.’’

Jêhatê ku wê gavê gulpa qehweyê biribû devê xwe  kir kiff û avriyek tûj ê şaşmayînê li Azadî veda, bû kimkima wî got,’’ Keko, dilê te xirab e, ma ez çi bikim’’rp-50

        Wekî tê xuyakirin ku di vir de jî herdu hêl ango herdu karekter birçiyê zayendiyê ne, lê li xwe danînin ku bêjin wele rast e, erê dilê min xerab e û yê te jî xirab e. Lê wekî ku sûc be wilo yek sparteyî yekî dike, newêrin der-bin-hişiya xwe beradin. Têgeha ehlaqê barê wan giran dike, esil ew barê xwe li xwe giran dikin, di binê barê ehleqê û zayendiyê dieciqin.

Encam: Esil karekterê romanê Pîro ye, lê pîro timî nav diguherîne, jixwe bi saya monologa devê nivîskêr timî tê qalkirin guherîna navên wî, gelek navê wî çê dibe heta ku roman diqede. Di despêka romanê de jixwe bi awayekî vegotvanî diaxife, navê wî li peyasê tune ye, paşê xwe bera navenda sehneyê dide, ango navê wî derdikeve holê. Karektera dudiyan jî Hêlînê ye. (Paşê navê xwe diguherîne dike Canê, her çiqas  ji vî navî hez neke jî, ji ber  hewcedariyê vî navî li xwe dike-lê dike.) Pîro û Hêlînê gerîla ne, fermandarê vê refa gerîla Pîro ye. Hêlînê ji Pîro hez dike, Pîro jî bi vê rewşê dihese, dudilî dimîne, ji ber tevgerê, ji ber pozîsyona xwe ya ku tê de dijî.. hwd. Lê rojekê kindira binhişî difilite-diqete, çawa serê sibê şiyar dibin, êdî fêm kiribûn ew ê her tişt ne wek berê be. Gelo eşq? Gelo şoreş? Gelo helwest û hwd kîjana dikare kirasê ehleqê weşêre,an jî çi tişt dikarî bi binhişiya mirovî girêbide… ma qey em nizanin em koleyê xwestek-daxwazên xwe ne, ma qey em nizanin aqil tenê qalikekî vala-pûşekî ber bê dikeve. Ma qey em nizanin tiştên tên girêdan ew ê rojekê bifilite, an jî ew ê biqete…

Bi kurtasî roman, li ser rewşa raboriya gerîlayekî rawestiyaye, li ser bîranînên wî û tiştên ku jiya ye sekiniye. Belam, timî di navbera dema ra-borîyê-dema niha de pêl dibe. Roman di navenda demên cûrbecûr de diherikî-e…

Çorê ARDA

26.01.2017 

Bersivekê binivîsin