Li Ser Qencî û Xirabiyê Çend Gotin

Li Ser Qencî û Xirabiyê Çend Gotin

Hin li mirinê hin jî li jiyanê, hin li şer û kînê hin jî li evînê dilezînin!

Hin li gencîneya digerin, hin jî gencîneya ji xwe diafirînin!

Du cûreyên sereke mirov, yan jî hizr, li dunyayê hene; yek yê afirênere, yek jî tuneker, yan desteser e. yek jê aliyê xêrê, yê di aliyê şer e. Çawa Zerdeşt dibêje; Du Xwedawend hene, yek aliyê qenciyê, yê di aliyê xirabiyê ye. Lê ew dibêje; her du alî bi hev re şer dikin, heta yê xêrê Ahûramazda, yê xirabiyê Ehrîman têk bike. Ango bi vê yekê re her şer heye, di navêna Xwedawenda de. Lê êzîdî dibêjin: Xêr jî Xwedê ye, şer jî ji Xwedê ye. Lewma mirovê ku şîrê xav xwariye, dikare bibe qencê xwedê, lê her weha şerê jî tîn e. Ango; sedema şer û xirabiyê mirovên ne qenc dibînin. Lê misilman bawer dikin ku Azazîl heye û ew dikare bibe sedema xapandina wan.

Gava destdrêjiyê, yan doxînsistiyê, yan xewnê terofahş bibînin, yan jî diziyê bikin ew ne sûc û gunehê wan e, Azazîl ew xapandine. Ji bo şer û xirabiyê jî her nemisilman dibin tewanbar. Yan tiliya Îsraîl, yan ya ermeniya, yan Amerîka û Rûsya di nav şerê nav xweyî de dibînin. Helbet ev heman hizr û guman di hizrê nijadperest û yên îdolojîk de jî hene. Heta hevalê xwe yên bi hizrên cûda û yên dijberî seroka bi tewanbariya sîxurtiyê seza û tune dikin. Ez bawer dikim, ku xêr û şer, qencî û xirabî di hundur û heyiya mirov de heye.

Her weha li dunya yê du cûreyê sereke mirov hene. Yek yê nezan û pak. Yek jî keysperest û fêlbaze, ew her heyiyê ji bo berjewendî û navê xwe bikar tîn e. Yan jî gava meriv, çewtî û xirabiyê di nava kiryar û nêrînên xwe de nebîn e, dê mirevê her xirabiyê weke karekî durust û rast bibîne.

Qencî û xirabî di hundurê meriv de ne, meriv bi xwe ji hormonên nêr û mê pêk tê. Ango; hormonê nêr a, ne hemû nêr in, û ne jî yê mê ya hemû mê ne. Lewma hişê meriv û ûjdanê mirov, dibe mêzîna qenciyên li gorî me qenc, xirabiyên li gorî me xirab. Lê heta meriv di pîvan û asoyekê sêyem de xwe û heyiyên xwe nebîne, dê mirovê her tiştê xwe rast û ji xirabiyên xwe re jî Xwedê û li cem Xwedewendan bigere.

Newaf Mîro

30.08.16

Bersivekê binivîsin