Li Ser Peyva Asketîzmê

Li Ser Peyva Asketîzmê

Li Ser Peyva Asketîzmê

Asketîzm, di wateya çîlekêşiyê de ye. Ev têgeh, hinekî ji wê têgeha ku em herdem ew bibîr tînin, cihêreng e. Di rastiya xwe de, awayekî/terzekî jiyanê ye. Di vê awajiyanê de, mirov hemû nimetên ku hene yan jî em bibêjin ku em xwediyê wan in, (xwarin, vexwarin, lixwekirina cilan û heta di warê bikaranîna demê de) wan kêm/bisînor bikar tînin û bi vî awayî jî, jiyana xwe didomînin.

Armanc, sitandina/bidestxistina riza Xwedê ye. Mirov dikare bibêje ku awayekî zelalkirin û sînorkirina nefsê ye. Di vê rewşê de beyî ku mirov li pey mal û milk bibeze, bi tenê berjewendiyên xwe biparêze û ked û nirxên mirovên din îstîsmar bike, mirov jiyana xwe didomîne. Asketîzm, herîkana jiyaneke bi vî rengî ye. Dijberê vê awajiyanê jî, Hedonîzm e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

28.03.2014

Bersivekê binivîsin