Li Ser Pênaseya Felsefeyê Çend Gotin

Li Ser Pênaseya Felsefeyê Çend Gotin

Li Ser Pênaseya Felsefeyê Çend Gotin

Di destpêkê de mirov dikare bibêje ku felsefe di nav loda hewldanên mirovî de, hewldana herî zehmet e. Mijarên felsefeyê gellekî berfireh in û felsefe, bi awayekî gellekî kûr li ser mijarên xwe radiweste. Wek tê zanîn felsefe ne zanistek e, bi tenê mirov dikare bibêje ku ew zanayiyek yan jî rêya lêgerîna zanayiyê ye. Ji ber vê yekê jî danasîn, fêrkirin û fêrbûna wê jî, gellekî zehmet e. Bi taybetî jî ev helwesta felsefeyê ya ku bi awayekî gellekî kûr li ser mijarên xwe radiweste, di destpêkê de çavên xwendevanên nû yên felsefeyê gellekî ditirsîne. Lê çiqasî ev helwesta felsefeyê mirov bitirsîne bila bitirsîne, divê mirov xwe nede paş. Lewra taybetmendiyên felsefeyê dişibin kaxizên tûrnûsolê.

Wateya vê yekê ev e: Mirovên ku difikirin, lê dipirsin, li wateya jiyanê digerin û dixwazin ku jiyana xwe watedartir bikin; hege ew di vê helwesta xwe de xwedîbawer bin, wê ji vê helwesta felsefeyê ya wêrek netirsin. Piştî vê pêvajoyê/domanê, mirov ji xof û tirsên bêwate, wê rizgar bibe û li wê li delaliya xazîneya felsefeyê temaşê bike. Di serdema pêşîn de fîlozofên yewnanî, vê rewşê bi ‘hezkirina zanyariyê’ bi nav kirine.

Danasîna Felsefeyê

Bi awayekî eşkere mirov dikare bibêje ku heta roja me ya îrojîn, danasîneke naguher ya felsefeyê ne hatiye dayîn. Çimku her fîlozofekê li gor xwe danasîneke dane, ku kêm zêde mirovî dikare bibêje ku ev danasîn nîşana nêzîkayîtêdana wan e. Ji ber vê yekê, danasîneka felsefeyê ya ku hemû mirov li ser wê danasînê li hev tên, tune.

Çimku fîlozofek, dikare ramanên fîlozofekê beriya xwe bipejirîne û yan jî nepejirîne. Fîlozof beriya her tiştî dixwaze ku serbestiya xwe nîşan bide. Cihêrengiya ramanên wan ne ji quretiyê, lê belê mirov dikare bibêje ku ji nêrîna wan ya gerdûnê û ji serbestiya wan pêk tê. Li gor zanyaran, felsefe cara yekemîn li Îyonyayê (Keviyên behra Egeya îroyîn) derketiye holê û di wateya hestekî de hatiye bikar anîn: Hezkirina Zanayiyê…

Di zimanê yewnanî de wek philosophia tê bikar anîn. Philosophia peyveka hevududanî ye. Ji peyvên philo (hez) û sophia (zanyarî) pêk tê. Ji zimanê erebî, wek peyva felasife derbasê zimanê tirkî bûye. Peyva ‘philophios’ yekemîn car di wateya ‘kesê ku li bastûra tiştan digere’ de ji bo Herakleîtos hatiye bikar anîn. Heralkeîtos, wê demê bi nasnavê ‘Fîlozofê Tarî’ dihate nasîn.

Bi taybetî jî peyva ‘sophios’ dihat wateya ‘ê ku xwedî marîfet û desthilatiyê/şiyanê ye.’ Bi vî awayî felsefe, dibû hewldaneke ramanî, ku li xwezaya tiştan digeriya û dixwest ku li gor aqil û mentîqê, xwezaya tiştan şirove bike.

Herakleîtos ji bo felsefeyê dibêje: ‘Zanyarî; ji bo pêzanîna xwezayê, anîna zîmên ya heqîqetê ye û bi awayekî pirsyarker, vejîyîna li gor vê heqîqetê ye.’  

Ramanwerê romayî Seneca jî, ji bo felsefeyê dibêje: ‘Babeta felsefeyê ya sereke ew e ku mirovan bike xwedîedeb û terbîyeyê.’

Dîsa fîlozofê Serdema Navîn ê îslamê Kindî dibêje: ‘Felsefe, xwenaskirina mirov e.’  

Îbnî Sîna jî bo felsefeyê wiha dibêje: ‘Armanca felsefeyê, derxistina holê ya xwezaya waneka/nesneya ye.’

Di Serdema Pêşîn û Serdema Navîn de danasînên felsefeyê, her ber bi zanyarî û sererastkirina jiyana rojane ve ye, ku ji xwe zanyarî jî di wateya ku mirov raman û tevgerên xwe li hev bîne, de ye.

Zanyarî  

Erdema herî mezin e. Bi civak û gerdûnê re yekkerbûna mirov e, di tevgerên xwe de pejirandina serweriya zanayiyê ye, li ser hemû liv û tevgerên xwe fikirîn û pejirandina rênîşanderiya aqil û zanayiyê ye.

Di rewşa zanyariyê de mirov tu carê nikare bibe êsîrê zewq û xweşiyan. Zanyar ew kes e ku, dikare li hemberî zewq û xwestekên xwe raweste û têbigoşe. Lê di dewra hemdem de jî fîlozof dema ku felsefeyê dinasînin, têgehên razber/soyut bikar tînin.

Hegel ji bo felsefeyê wiha dibêje: ‘Felsefe, baweriya hezkirina heqîqetê ye û hêza aqil e.’

Kant derheqê felsefeyê de dibêje: ‘Têgeh, yan jî zanayiya aqlî ku bi çêkirina têgehan tê bidestxistin e.’

Ev mînak jî nîşanê me didin ku felsefe lêgerîneka bêrawest e û her dem, di hewl daneke wiha de ye.

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/danasina-felsefeye.html

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin