Li Ser Nîqaşa Peyva Êzdî û Êzîdî Çend Gotin

Li Ser Nîqaşa Peyva Êzdî û Êzîdî Çend Gotin

Li Ser Nîqaşa Peyva Êzdî û Êzîdî Çend Gotin  

Pirsa; êzîdî, êzdî, êzdatî, ezdatî, yezîdî, yazîdî û jesîdî. 

Li gorî tê xwendin, peyva êzdî û êzîdî bûye ciyê nîqaşê. Bi qasî ez dixwînim, ev peyv li heremên cêwaz bi cêwaziyeke din, ya devokî tête bilêvkirin. Lewma ne hêjaye ku meriv, vê peyvê bi hawayê cêwaz, weke „cûdakarî“ bide nîşandan. Jixwe me saziyeke zimanê xwendin û nivîsandinê nîn e. Ku bi perwedeyê re, peyv di nivisê de ciyê xwe bigire û bi demê re sererast bibe.

Ji bilî wê jî, me enstutisyoneke nîn e, ku navdewletî were naskirin û pêre jî, nav, nasnav û nirxên olî û netewî di fermiyeta navdewletî de werin nasîn. Heta li ser wê ax û nexşeya ku em weke „Kurdsitan“ jî bi nav dikin jî, hejmareke me ya ya fermî weke nasname nîn e. Her weha em li ewropa jî bi nasnameyê dagerkera têne naskirin û navê me li gorî tîpê tirkî, erebî, farisî û dewletên din tête nivisandin.

Bi qasî ez têdigihijim, ketina peyva Yezîdî bi tîpê ve girêdaya. Dewlet û welatê tîpa (Ê) nebû tîpa nêzîkî wê like emoticon bikaranîn e. Heta hin kes êzîdiya weke Ezîdî, dinivisînin, ev jî ne diciyê xwe de ye bi dîtina min. guhertina tîpa navekî din û wateyeke dîn bi xwe re tîne. Raste êzdî peyva siltan êzî bikartînin, lê êzî û peyva siltan bi bo Xwedê tête bikaranîn. Êzî navê Xwedê ye, Êzîdî navê Xwedênasiya êzîdiya ne. Ezîdî ji xwe re dibêjin; Êzdî û Êzîdî jî. Ez jî weke êzdî dinisînim, lê ku ez dixwazim bi vê peyvê bi hin alîyan ve êzdiya girêbidim.

Peyva Êzîdîxan jî, ez weke navê civaka êzîdî dinasim. Ev nav û peyv kî jê bitirse jî, pêwîste kurd jê netirsin. Beriya misilamantiyê navê civaka bav û kalên kurmancîaxêfa bû. Eve dewlemendiyeke dîrokî ye. Divê neyê jibîrkirin, biqasî tu lê xwe xwedî derkeve, bi qasî tu jê hez bikî û biqasî tu biparêzî  yê te ye.

Tu peywendiya peyvên Êzî û êzîdî û êzdî, bi mezinên êl û eşîra qureyşiya Muawiya bin Sefyan re nîn e. Helbet di wê demê de, êzdî neçar mane di şerê nîvê îslama şîî û sunniyên de xwe bi aliyekî ve bigirin. Ew nayê wê wateyê ku êzîdî, misilmanin û ji heman baweriyê ne. Bi hêviya dîroknas erka xwe ya dîroknasiyê di derheqê wê serdemê pêk bînin.

Bi raya min, her tişt di tîpa „ê“ de veşartiya. Çawa hin deng û hin reng ji hin çand û civakan re xerîbin, lê zanîn kîlîla(nifte) ya bersivandina pirsa xerîbe. Wûsa em bi xerîban re xerîb nebin.

Newaf Mîro  

newafmiro@gmx.de

31.05.15

Bersivekê binivîsin