Li Ser Nêrîna Nietzsche Ya Ol

Li Ser Nêrîna Nietzsche Ya Ol

Li Ser Nêrîna Nietzsche Ya Ol 

Kurtenirxandinek li ser nêrîna Nietzsche ya Ol û gotina wî ya ‘Xweda Mir!’

Çawa ku ne mimkûne bêt zanîn  sayîqa rasta hestî ya helbestvanek li pişt çarînek wî, wisa jî  derqed (nemimkûn) e ku hin nêrînên ramanwerek bi awayek qutîbir û koşebirî bêt têgihiştin.

Lê beriya her tiştî divê bêt destnişan kirin ku çewt û ne rast e ew angaşt a ku li cem hin derdoran tét kirin ku rexneyên Nietzsche yên di derbarê ol de yekser  bi Xiristiyanîyé re peywendîgir in.

Heke Nietzsche di rexneyên xwe de pir caran navê xiristiyaniyê anibe ziman, ji ber wê sedemê bûye ku hebûna wî ya fizîkî û ramanî ji lay nêvengek xiristîyanî ve dorpêçandî bû. Ger kêm zanîn tunebe li pişt vé angaştê, bi tenê sedemek dimîne ew jî  : rastiyan ji bo berjewendiyên aydîyetê berevajî kirin e. Ji xwe eva kar û metodek meşûr e li cem dozên olî û îdeolojîk û ne hêjaye li ser bêt rawestîn.

Bi nasandinek nêzîk ve dê bi hêsanî were têgihiştin ku helwest û pozisyona Nietzsche ji binî ve hilperînek e berê xwe dayet şirove kirin a xeletbûna ontolojîk a konsepta bawerîya bi hêzek dervay sirûştê. Bi seknek seqî nivyaye li hember hemû raman û gotûbêjne xwayî angaşta baweriya bi hebûnek li der-ser xwezayê.

Li gor Nietzsche bawerî gerina li ”ew”ê ye  ku em pê bikaribin xwe di jîyanê de bigrin û xwe bi rastîbûna wê bixapînin, aş bikin.

Bawerî ne di qada heyberek pê bawerî bêt anîn de rûdide, lê qurmê xwe ji viyan-daxwaz a bawer kirinê hildide, û dizê ji wê tirs û hewcetiyê  ku ji wateyek ji bo her tiştî rastbe zêdetir li wateyek (êdî) her çi be, digere.

Ol  teqabilê wê hilbera herî seqet, pûç,rizî û bi buxtan diket di jiyana mirov de. Di binateya xwe de ol ew çare ye hatiyet dariştandin-afirandin ji aliyê kesên qels,reben, bindest ve ji bo tebatî, hedan û aşbûna di nav hejarî,lewazî, belengaziyê de, û dehdit kirina serdestan bi cihanek din ve di dema bindestiyê de.

Kirasek piroz, dimenek xwedahî li vê çareya dariştandî-afirandî kirinê wek bûyerek herî pêkenî,trajîk û nebaxişandî dîtiye.

Li vir wek têbînî dixwazim bêjim ku pêdaketina jêneger a  Nietzsche ji bo pûç kirina her celeb nêrin û ramanén olî ne ji ber rik, hêrs û kîndariyek wî ya taybet lê zêdetir ji ber wê dilsojiya wî bûye ku xwastiyet  maksimûm jiyanê ji gemarî, paravî û xeletiyên kujer paqij biket. Disa li gor ditina min, di têgihiştina Nietzsche de Hebûn navê wê « qewimîna bédawî qambûyî ya xweristînek hetahetayî »bû. û her ponijînek kû naveroka wê vê rastîyê nahêwirîne  xeletîyek hebûnnasî bû.

Lewra ev «qewimina bêdawî qambûyi ya xweristînek hetahetayî>> tu cîyekî bê dagirtin nehîşti ye ku jê nasnameyek delalî,peyamek pîroz  bêt hildan û ku têde  hebûnek din bikaribet hebet. Hemû bizafne entellektuel ên  ku xwayî wê armancê ne ku  hêzek li ser-der vê konteksta ontolojik bisêwirin û  Pê bawer bikin hêj di despêkê de dibin çalakiya afirandinek têgehî û bi vî awayî mezintirîn berevaji kirin diqewime di jiyana mirov de : xwe afirandîyê têgeha hatiye afirandin dîtin.

Nietzsche ji ber van sedeman, Xweda wek derbirînek têgehî-razber a hemû xeletî, çewitîn û berevajî kirinên ontolojik nirxandiye. Û wana pûç kirinê yekser  di kuştina xweda de ceribandîye.

Di pirtûka xwe ya bi navê L, Antéchrist de  mirina xweda waha dihizwirîne: ’Divê di serî de mirina xweda wek bûyera herî girîng ji bûyerên vê axiriyê bêt dîtin, ev mirin ne  di asoyek bîrûbawerî û metafizikî de lê bîzzat di nav jîyîna mirov de diqewime.’

Ewilî ne ku betal kirina hebûnek transandan e( wek ku kafî be bêt veçixîn ji wateyek jê tiştek nayêt derxistin ji bo jîyanê ), ew bi xweber hebûnê ji navenda wê dike.

Bi kûrahî kifşkirina qelsîbûna wan baweriyan e ku li ser wan xwe ava kiriye wê vizyona cihan û hebûnê ya jêneger têt xwûyê ji bo domahîya jiyanê. Ji  vî qasî, lazim e mirina xweda ne tenê bibe ew veçixîna ji hemû teolojiyan lé di heman demé de bibe rexne kirina hemû dilqguhêzên (metamorfoz) wê yên ku di nav zanistê de sekularize bûne.

Lewra konsepta illiyetê bi xweber îmayek e ji bo ikna kirina ferd ku ew xweber (suje) ek behremend e dikaret bibe berpirsyarê kirinên xwe li pêşberî Xweda. Ev mantiq sebaret ji bo afirandina wê ferasetê ye téde  her êşek teqabilê xeletiyek rabirdû dike û ji vir ve çeqûbera dojehî ya xeta-ceza yan mirov hildigire nav xwe. 

Orhan Agirî 

27.12. 2013 

Bersivekê binivîsin