Li Ser Hebûnparêziyê

Li Ser Hebûnparêziyê

LI SER HEBÛNPARÊZIYÊ

  Hebûnparêzî (existansiyalizm) çi ye gelo? Terîfkirina hebûnparêziyê ji hêla felsefî ve bi aweyeke termînolojîk nehatiye kirin. Her feylesofek li gor xwe ji bo terîfkirina hebûnparêziyê çend wesf û peyvan gotibin jî, hemfikir nebûne. Ji bo hebûnparêziyê Simone Weil dibeje tengavî, Emmanuel Mounier dibêje bêhêvîtî, Banfi dibêje reşbînî, Wahl dibêje serhildan, Marcel dibêje azadî, Lukacs dibêje îdealîzm, Benda dibêje bêaqilî, Foulquie dibêje tewşikî û hwd.(1) Dema ku meriv behsa hebûnparêziyê bike herçiqasî Soren Kierkegeaard û Martîn Heidegger ku wekî bavê hebûnaparêziyê têne hesibandin; dîsa jî Jean- Paul Sartre tê bîra me.

Sartre derheqê  hebûnparêziyê de dibêje ku her cîsmek xwediyê cewher (essence) û hebûnekê (exist) ye. Cewher xwediyê koma wesfê xwe ye. Hebûn jî li gerdunê bi wesfê çalakiya xwe heye. Û didomîne, dibêje ku ‘Hebûn pêşiya cewherê de têt.’ Ev hevok tê çi wateyê gelo? Sartre di sala 1946an de li ser navê hebûna însanetiye (Lexistentialisme est un humanisme) konferansek pêk tîne, konferans di pirtuka ‘Hebûn û Nebûn’ê de tê nivisandin. (2) Di konferansê de hem daxuyaniya hebûnparêziyê dide û hem jî bersiva rexnêyên giran, ku lê kirine dide. Niha em ê vê hevokê vekin û tehlîla wê bikin.

Hebûn di pêşiya cewherê de têt. Sartre di pêşiya gotina vê hevokê de, ji xwe re dibêje ku ‘ez xwedênenas’ (ateist) im. (3) Û didomîne: pêşî em hene, piştre cewhera me têt. piştî hebûnê bi çalakiyên xweser û kiryarên xwe (suje) em wesfên xwe bi dest dixin, ango li xwe bardikin. Pêşî însan heye, dema ku însan çêdibe; cewhera xwe bi çalakiyên xwe diafirîne. Sartre ji bo vê yekê minakeke dide: ’em li kaxizek bifikirin. Tê zanîn ku afirêndereke ango çapgereke vê kaxizê heye. Û ev çapger dizane ku wê ji bo çî vê kaxizê biafirîne.

Pêşiya afirênê de wesfê kaxizê diyar dike. Wek mezinahî, reng, nivîs hwd. piştî van wesfa hêj nû diafirîne ango çap dike. Yanê pêşî cewhera kaxizê diafirîne pişt re hebûna kaxizê derdixe hole. Ev mînak ji bo însan jî heman e. Lê belê Sartre li dijî vê dertê û dibêje ku pêşî însan tê, jiyanê asta yekem yanî hebûna xwe diyarde dike, piştre cewher li xwe dixemlîne yanî wesfê xwe li xwe bar dike. Bi çalakiyên xwe yê kiryar, bîrewer, herdem xwe disêwirîne.  Ku em li tunebûna Xwedê bifikrin em ê hebûnparêziyê, zelaltir fahm bikin. Yanî  tunebûna Xwedê, bêhtir hevgirî ye.

Sartre dibêje dema kû însan wesfê xwe bidest dixe di pêvajoya rêvedana xwe, kiryarên xwe, çalakiyên xwe biryarên xwe de dikeve nav tengezariyeke. Însaniyetî  tengezariyek e. dema ku meriv di jiyana xwe de biryara hilbijartineke bide, ew meriv berpirsyarê hemû însanetiyê ye. Piraniya însanan tenê ji bo xwe difikirin û xweperest (egoist) in. Însan di jiyana xwe de her dem di nav çalakiyê deye û ev tengezarî nayê wateya sekinînê, ango bêçalakbûnê. Însan bi hebûna xwe, têkiliya wî bi hemû însanetiyê û xwezayiyê re heye ji ber ku jiyan tevayî ye. Dema ku fermandarêke dilpak di nav pêvçûnê de biryarêk bide, ew fermandar dizane ku biryara wî gelek giring û jîngarî ye. Ji ber vê yekê, li ser milê fermandar bareke pirr giran heye û ev bar wî difetisîne û wî dixe nav tengezariyê.

Li gor min Sartre di bin bandora Descartes û John Lock de maye. Tê xuya ku senteza her du feylesofan kiriye. Descartes dibêje: ‘Cogito, Ergo Sum’ (Difikirim, nexwe ez heme) (4).  John Lock jî dibêje: ‘mejiyê însan wek levhayêke vala ye. Em dikarin bêjin kesayetî lewhayek vala be, fikir jî nivîsa wê lewhayê ye.

Heya vê derê me bi kurtasî behsa hebûnparêzya Sartre kir. Jê û pêve, ez dixwazim hebûnparêziya Sarte li gor nêrîna xwe çend xala bînim ziman: Sartre dibêje ez Xwedênenas im û ji bo ku meriv behsa hebûnnasiyê bike û ku meriv Xwedê ji holê rake ev saw behtir hevgirtî dibe. Bi rastî teza Sartre ku dibêje hebûn di pêşiya cewherê tê li gor mantiqê rast e. Gelo ji bo meriv vêya miqabil be, pêwiste ku meriv xwedênenas be? Ango ku meriv xwedênas be, gelo ma ne pêkane ku meriv vê  tezê bi pêşve bixe?

Li ser hevoka Sartre em dikarin li ser hebûn û çalakiyên cîsiman nîqaşê bikin. Di serî de em dikarin cîsima (tişt) bikin du beşan: Ên zindî û ên ne zindî. Di encama berawirdkirina van herdû beşan dixweyî ku cudayİya wan li gel îradeyê, ango eqleke çalak û tevger  e. Dema ku Sartre jî qala hebûnê dike, ev hebûnnasî ne tenê ji bo cîsimên zindî ye, hem ji bo cîsimên ne zindî ne jî. Lê em ê çawa pêşberiya çalak û tevgeriya cismên ne zindî bikin?

Her cismek li nav xwezaya gerdûnê de bi qebare û girseya xwe ve cîh digire. Xweza li gor qanûnekê (matematîk, fizîk, kimya) xwe dimeşîne. Ev qanûn teqez in û xweza ji vê çerçoveyê qet dernayê . Di vê çarçoveyê de tiştên di nav xwezayê de herdem çalakiyekê de ne û  guhirandinêkê de ne. Çawa ku Heraklîtosî jî dibêje ‘Tû nikarî di çemekê de xwe du caran bişûyî.’

 Gelo ku îrada cismên ne zîndî tunebe, wê çawa biryar bidin ku wesif li xwe bikin? Ji bo vê pirsê pêwist e em herin 14.7 mîlyar sal berê yanê destpêkirina gerdûnê ku jê re dibêjin Big-bang (teqîna mezin). Berî Bîg-Bangê gerdûn tunebû û her tişt yek atomek bû. Dema kû ew atom teqîna mezin kir gerdûn jê peyda bû. Bi demê re gerdûnê sîstemekê ji xwe re avakir û ji teqîna mezin ve, vê sîstemê dişopîne. Ji wê demê heya vê gavê gelek stêrk, gerwêrk, tav, dinya hwd ava bûne û winda bûne. Lê belê tunebûn lê peyda nabe.

Cîsmê di nav sîstema kaînatê de, sabît in. Ne lê zêde dibin, ne jî kêm. Ji bo mînakek dema ku stêrkek biteqe, diguhire çala/qula reş (black hole) û ew qul enerjiyeke dihewîne. Yanê stêrk, diguhere enerjiyê.  ji bo ku sîstema kaînatê xwe bidomîne, pêwiste ev guherandin pêk bên. Loma em dikarin bêjin gerdûn ango kaînat ji bo berdewamkirina sîstema xwe herdem di nav çalakiyekê de ye. Û tiştên di nav gerdûnê de jî li gor sîstemê pêwiste di nav çalakiyekê de bin, biguherin û wesfên cuda li xwe bikin. di encamê de em dikarin bibêjin sîstema gerdûnê îradeyek bi xwe ye. Îradeya wê jî, qanûn in. Tiştên ne zindî jî,  li gel îradeya gerdûnê îradeyeke bikar tînin.

Gelo cudayiya îradeya zindî û ne zindî çi ye? Bi kurtasî em dikarin bibêjin azadbûn e. Yanê tiştên ne zindî îrada wî bixwe ye lê belê ne azad e. Û ev îrada wê jî li gor qanûnên fennî di nav çalakiyekê de ye. (niha em nakevin berawirdkirina  îradeya însan, lawir û nebatan ji ber ku ew nikaşekek din e). Însan xwedî îradeyeke azad e. Bi serê xwe û bi îrada xwe ya azad, bi fikr û çalakiyên xwe di jiyana xwe de rêvedana xwe û biryarên xwe, xweser dide û wesfan li xwe dixemilîne.  Ev îradeya azad ne wek tiştên ne zindî di bin zordariya qanûneke de ne. Guherandin û çalakiya însan di destê însan de ye. Ji ber ku îradeya azad gelek çiqildar e.

Kesayetî, hestiyar, sosyal, dozîn, biryar, hişmend hwd di xwe de dihewîne. Ji bo mînakek em dikarin peresînê (evolution, evrim) bidin. Li gor peresînê dîroka însanên baqil ku em ji wan re dibêjin Homo Sapiens berê hizrê 200.000 sal bû. Ji wê demê heya îro li ser anotomîya însên gelek guherandin pêk hatine. Însan di xwezayê de, bi tekoşîna xwe hilbijartina xwe bi dest xist û modernîteya xwe avakir. Û vê pêvajoyê jî bi eql û îradeya xwe ya azad pêkanî.

 Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin pêşî hebûna me tê û piştre cewher tê. Ev îdîa/saw li gor mentiqê pêkan e. Sartre jî dibêje ji bo meriv vê mentiqê qebul bike, lazime ku meriv xwedênenas be. Bi rastî ev problemeke baweriyê ye. Ji bo ku meriv vê sawê qebûl bike ne hewceye ku meriv xwedênenas be. Yanê em dikarin bêjin însan ne kaxizek e ku cewhera însan di pêşiyê de hatibe diyarkirin û însan li gor vê cewherê hebûna xwe berdewam bike. Berovajî,  însan bi hebûna xwe herdem li pey cewhera xwe ye.

Meriveke xwedênas jî dikare bêje Xwedê ne çapgere ku beriya hebûna me de me nivisî be û avêtibe gerdûnê, weke roboteke ku em li gor wê nivîsê çalakî û biryarên xwe bidin. Bi rastî ev mijareke qederê ye. Ku meriv qederê weke ‘pêşnivîsek’ qebul bike wê demê ne pêkane ku meriv behsa îradeya azad bike. Û wê demê jî em dikarin bêjin cewher pêş hebûnê de têt. Ji ber vê yekê pewiste meriv navlêka  qederê ji aliyê qanûnê ve pêk bîne.

Jan JAN 

04.04.2016

1- Jean Paul Sartre. L’existansiyalist est un humanisme. Çev.: Asım Bezirci, Varoluşçuluk, Say yayınları, 2013, s.7

2- L’Être et le Nêant; 1943

3- Jean Paul Sartre. L’existansiyalist est un humanisme. Çev.: Asım Bezirci, Varoluşçuluk, Say yayınları, 2013, s.37

4- https://en.wikipedia.org/wiki/Cogito_ergo_sum 

Bersivekê binivîsin