Li Ser Ferasetê

Li Ser Ferasetê

LI SER  FERASETÊ

    Feraset, bi kurtasî di zanistiyên derûnî  de karkirin, şîrovekirin, hilbijartin û verastkirina  zanînên sehekî ye. (1) Zanyariyên derveyî, bi mejiyê însan têne zanîn. Tiştên ku em bi hişmendiya xwe lê miqabil dibin, bi ferasetê wan didin nasîn. Bi feraseta xwe em tiştan bi nav dikin, nas dikin û ji bo jiyana xwe ya pratîk, bikar tînin.

Feraset hem peyveke derûnî hem jî peyveke felsefî ye.  Bi rastî peyv û rasteqîna ferasetê ji feylesofên dema herî kevnare weke Arîsto, Tales û Sokrates ve heya çaxa modern hatiye nîqaşkirin. Feraset yek ji wan hêmanên hebûnê (ontolojik) ye û ji bo formên felsefî wek metafîzîk, rih, gerdûn cîsim, dîyalektîk, materyalîst hwd hatiye bikaranîn. Ji ber vê awê ji bo nîqaşkirina felsefeyê, gelek girîng û  hawîrdora wê berfireh e.

Feraset ji bo îdealîzma Platon bingeheke gelek girîng e. Em dikarin bibêjin ku Platon tevgera  xwe ya îdealîzmê li ser ferasetê ava kiriye û vê avakirinê bi rêya metafîzîkê xemilandiye. Platon dibêje rasteqînek tenê heye ew jî  îdea ne. Cewhera her tiştî  îdea ne û ev îdea, ji ‘yek’ ê ava bû ye (2).  Tiştên îdeayê şewq ango siya  ‘yek’ ê ne. Zanîbûna me ango feraseta me ya li ser cîsiman ne tiştên rasteqîn in, encax şewqa rasteqînê ne. Lê tiştên rasteqîn bi xwe di giyana metafîzîkê de ne. Loma tiştên rasteqîn encax bi hişmendiya manewî dikarin werin têgihiştin.  Ji ber vê awê her tişt girêdayê hişî ye.

Tiştên kû em dizanin tiştên hîswarî ne. Tişteke ku em pê bizanibin pêwist e herî kêm, bi hîseka xwe feraset bikin. Bi kurtasî îdealîzm tiştên gerdûnê ancax bi saya hîsan têt şîrovekirin, hebûn tenê tiştên çavdêriyên hîsî  ne. Loma tişên dinyewî ne, rasteqîn (real) in. 

Li hemberê Îdealîzmê, gelek formên felsefeyê derketine hole. Yek ji wan jî tevgera Materyalîzm e. Materyalîzm ne Îdealîzmê qebul dike ne jî Metafîzîkê û dibêje ku her tişt ji cîsiman çêbûye û heke rasteqînek hebe, ew jî cîsim e (3). Çawa ku Îdealîzm hebûna  rasteqîniyê bi rêya rih û hişmendî ango aqil diparêze, Materyalîst jî li dijî rasteqîniya Îdealîzmê, tenê cîsiman qebul dikin. Fikredarên Materyalîzmê, danîna bingeha vê tevgerê rêbaza diyalektîkê bikaranîne. Birastî dîyalektîk,  feylesofên dema kevnar yên wek Herakleîtos, Sokrates û Platon weke rêbazeke  fikirînê bikaranîne, lêbelê feylesofên weke Hegel, Marx û Engels, diyalektîkê ligel cîsiman wek rêbazeke bikaranîne. Materyalîst hişmendiyê, wek cîsimek qebul dikin û dibêjin hişmendî ne razber e, tişteke madî ye.

Bi rastî gelek feylesofan li ser hebûnê serê xwe êşandine û  pêşveçûna zanistî û mirovahiyê ronî kirine. Li ser ferasetê ku me du tevger li dij hev rêz kirine, ligel mantiqê dikarin tehlîl bikin. Em dikarin herdu tevgeran berhev bikin. Îdealîzm ferasetê qebûl dike, cîsimê qebûl nake, li milê din Materyalîzm cîsimê qebûl dike; lêbelê ferasetê qebûl nake. Ji bo hebûnê em dikarin feraseta Îdealîzmê û madeya Materyalîzmê berhev bikin û hebûnê derbixin holê. Herdû jî ji bo hebûnê pêdivî ne. Birastî li gor mentiqê, feraset pêhisîna cîsima ye û cîsim jî rasteqîn in. Hebûna însan, pêhisîna cîsimên rasteqîn in.

Ji bo feraseta îdealîzmê em dikarin mînakek bidin. Mesela hişê însan dibe ku tiştê gerdûnê de hemuçkan nedîtibe, ango feraset nekiribe. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku hebûna wî tiştî înkar dike. Mejiyê însan nikare li ser perçêyên binatomî feraset bike, lêbelê bûyerên binatomî rasteqîneke zanistî ye, ango mejî nikare sur’eta ronî, ya ferasetê bike, lêbelê ev sur’et rasteqînîyek e. Ji ber vî hawî em dikarin feraseta îdealîzmê qebul bikin, lêbelê rasteqîniya cîsman, nikarin li ser gavbidin.

Ji bo cîsimên Materyalîzmê jî em dikarin çend mînakan bidin:

Çawa me li jor jî go feraset ferqkirin, ango pêhîsîna cîsima ye. Em dikarin bêjin hişmendî hem razbar e, hem jî şênber ango madî ye. Ji aliyê xebatên noronên biyolojîk ve hişmendî şênber e, ji aliyê pêhîsîn ango ferqkirinê ve jî razber e. Loma hişmendî dikare bigihêje asta ferasetê. Ji bo vê em dikarin mînakek bidin: Herkes dizane ku merivek bikeve nav jiyana nebatî  (vegetable life) mirina wî têt qebulkirin. Herçiqas azayê wî/wê merivê bişixulin jî, êdî ew mirî ye,  zindî be jî hişmendiya wî/wê nema ye. Ev nîşanî me dide, ku ew meriv zindî ye, lê bê hiş e. Loma jê re dibêjin jiyana nebatî. Loma jiyana wî meriv î wekî nebata ye, ku ji vê rewşê re dibêjin jiyana nebatî. Hişmendî ji bo bingeha ferasetî, di heman demê de cudayiya  zîndîbuna însan, ji nebatan cuda dike. Ji bo rasteqîna cîsimên materyalîzmê, hişmendî  pêwist e. Her tişt ji cîsiman (atom) çêbûne, lêbelê ferqkirina cîsiman jî ligel însan bi saya ferasetê ye.

Di encamê de em dikarin bêjin feraset, nasîna cîsiman e. Ji bo hebûnê hem feraset, hem jî cîsim pêdivî ne.

Jan JAN

10.04.2016

1 – Schacter, Daniel (2011). Psychology. Worth Publishers.  

2- https://en.wikipedia.org/wiki/Idealism

3 – https://en.wikipedia.org/wiki/Materialism 

Bersivekê binivîsin