Li Ser Felsefeya Hemdem Çend Gotin

Li Ser Felsefeya Hemdem Çend Gotin

Li Ser Felsefeya Hemdem Çend Gotin

Li gor zanînan Felsefeya Hemdem, piştî felişandin û belavkirina, spekulasyona mengîwer dest pê kiriye. Ev felsefe wiha dixwaze ku xwe berde kûrahiya mirovên girgîn/berbiçav, jiyana wan ya dîrokî û hemû hêlên jiyanê. Serdema Navîn, <Xwedê> û Mengîweriya (îdealîzma) Serdema Nû jî, tîn (zêhn û aqil) û ramanê, derxistiye ser text.

Felsefeya Hemdem, tîn û ramanê ji text tîne xwar. 

Çimkî ev herdu têgeh jî, encax di fenomenên jîyana mirovî de dikarin werin dîtin. Tîn û raman, avahiyên raser in ku di her çandê de bi fesaleke/şeklekî cihêreng dertêne holê û dengvedanên jiyana mirovî ne. Îdeyeka/ramaneka ku serwerê hemû mirovahiyêye jî, tune. Di dewsa aqlekî gerdûnî de sîstemên metafizikî hene, ku bûne wesfên xwerû yên kulturên cihêreng.

Di dawiyê de bi kurtî mirov dikare bibêje ku, felsefeya serdema me ev e: <Weke hemû fenomenên/bûyerên kulturê, felsefe jî hilbereke <watedayînên mirovî> ye û ji bo hêşinbûna wê axa herî baş, modela civaka pluralîst e/civaka piranîperêst e.>

Ali Gurdilî

peywendi@felsefevan.org

15.10.2014

Bersivekê binivîsin