Li Ser Destpêka Felsefeyê Çend Gotin

Li Ser Destpêka Felsefeyê Çend Gotin

Li Ser Destpêka Felsefeyê Çend Gotin

Felsefe li herêma Îyonyayê, nemaze li keviyên Egeyê dest pê kiriye. Îro, bi pirranî wiha tê pejirandin ku felsefe yekemîn car li Îyonyayê derketiye holê û ev yek, bi awayekî dîrokî jî hatiye nîşandan.

Ê baş e, ên ku li Îyonyayê dijiyan ew kê bûn?

Herêma Îyonyayê di roja me ya îroyin de, bajarên wek Îzmîr, Aydîn û Muglayê diguncîne. Wê demê bajarên wek Assos (Bajarê Çan a îroyîn), Ephesos (Efesa îroyîn) û Miletê, li keviyên Behra Egeyê wek navendên bazirganiya deryayê bûn. Îyonyayî, ji qewmê akayan têne hesibandin, ku berê li Peleponezê (Nîvgirava Morayê, li Yewnanîstanê) dijiyan. Lê piştra, ji ber êrîş û dagirkirinên biyaniyan (Qewmê Dor) ber bi keviyên Îyonyayê ve koç kirine.

Heta demekî, li nîvgirava Yewnanîstanê di bin serweriya Dor’an de jîyane, demekî di bin serweriya persan de (îranî) jiyane û piştra jî, gihêjtine serxwebûna xwe û dewletên xwe yên bajarî ava kirine.

Îyonyayiyan ku medeniyeta yewnan di roja me de xwe wek berdewama wan dihesibîne, di warê edebiyat, zanist û henerê de, medeniyeteka gellekî xurt ava kirine û bi rêya kolonîkirina hawirdorên xwe jî, bûne xwediyê hêzeke mezin. Di vê dewrê de bi helbestên xwe yên destanî, Homerosî jî dertê pêş. Bi taybetî jî destanên İlyada û Odysseia behsa Sefera Troya/İlyadaya Agamemnonê qralê Mîkenê û ji Troyayê/Truva,  zivîrîna Ulisê serokê Akayê dike.

Îyonyayiyan, baweriya xwe bi gelek xwedayan dianîn û xwedayên wan jî, xwedayên nîvmirov û nîvxweda/andropoformîk bûn. Hemû Xweda ji yekbûna ax û ezmanan, derketibûn holê, pismamê hevdu bûn û bi hevdu re têkiliyên pismamtiyê ava kiribûn. Di destpêkê de her sîteyek/bajarek Xwedayekî wê hebû, lê piştra ev Xweda ji aliyê sîteyên din ve jî têne pejirandin û yek Xwedayek, dibe Xwedayê gelLek sîteyan. Îyonyayiyan wiha bawer kirine ku ev Xweda, li çiyayê Olîmposê dijîn û ji ber vê yekê jî navê van Xwedayan danînê Xwedayên Olîmposî.

Di nav van loda Xwedayan de Zeus wek Xwedayê ezman, Apollon Xwedayê roj û ronahiyê, Poseîdon Xwedayê deryayê, Demeter jî wek Xwedawenda axê, hatine pejirandin. Îyonya, ji aliyê bazirganiya deryayê ve jî gelekî xurt bû û bi pêşve çûbû. Keştiyan ji Behrareş, Trakya, Qibris, Midillî û Sakizê, hilberên/malên wek hesin, dar, genim, sifir û şerabê dibirin Atîna û Pîreyê û ji wir jî donê zeytûnan, hirî, qumaş û malên zîynetê, bar dikirin. Li welatê Îyonyayê ku wek dewletên bajarî xwe birêxistî kiribû, demokrasiyeka ku çavkaniya wê arîstokrasî bû dihate bi rê ve birin. Di van dewletan de kole û jin, wek hemwelatî ne dihatin qebûl kirin. Lê gelê van dewletan, xwediyê wî mafî bûn ku dikaribûn deng bidin û jûriyên/desteya hilbijêrên xwe ava bikin.

Gelê dewletê li meydana sîteyê diciviya û ji bo birêvebirina zagonan, dengên/rayên xwe didan, ji bo salekî serokekî hildibijartin û wan dişopandin. Di şerê Îyonyayî û Persan/îraniyan de jî, mirov dikare bibêje ku di warê kulturê de ketumebûnek pêk hatiye û herdu kultur jî, di bin bandora hevdu de mane. Persan xwestine ku xwe berdin Ewropayê û ji bo vê armancê jî, keviyên rojihata Enedolê û piştra jî, welatê Traqya û Makedonyayê vegirtine. Di vê dewrê de mîletiyan bi piştgiriya Atînayê, serî hildane. Di dawiya şerên 30 salan de persî, ji keviyên Behra Egeyê û ji Îyonyayê hatine qewirandin.  

Felsefe, di dorhêleke wiha de dest pê kiriye û her çûye, bûye disîplînek xweser û bi pêşve çûye. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku şirovekirin û ravekirinên îyonyayiyan yên li ser ol û gerdûnê, di mîtan de cihekî gelek berfireh digirt. Lê piştî demekî avahiya wan ya sîyasî, şer, bazirganî û şikl û şeklê dewleta wan ya xweser, rê li gellek guherînan vekir û piştî van guherînan, di civakê de hinek mirovan baweriya xwe êdî bi zanayiyên ku hene neanîn û dest bi şirovekirineke cihêreng ya gerdûnê, têgihiştina wateya herkbûna jiyanê û wateya başî- xirabîyê û hwd. kirin. Vê pêşveçûnê jî, wiha kir ku di civakê de babetên ku di civakê de têne vekolandin, bi bingeheka aqlî werin şirovekirin.

Taybetmendiyên Sereke Yên Îyonyayê

1- Çanda yewnan û şaristaniya wê, xwediyê qerektereke dualî bû. Ji aliyekî ve di warê kulturê de gihabû asteka gelekî baş, lê li hêla din jî di hindek babetan de xwediyê hinek adetên xirab bû. Li aliyekî baweriya xwe bi Xwedayên Olîmposê dianin û li aliyê din jî, zarok û jin di civakê de kole bûn. Cîbicîkirinên bi vî rengî, piştî demekî wiha kir ku di civakê de bêhevîyêke dest pê kir û hindek pêkanînên ku civakê bêhêvî dikirin, hatin dîtin.

2- Li hemberî vê çanda dualî ya ku civakê bêhêvî dikir, fîlozofan dîsa jî têgihiştin ku di gerdûnê de guherînek bêrawest heye û gerdûn, her dem di guherîneke wiha de ye. Ji jiyanê ber bi mirinê, ji zarokatiyê ber bi pîrbûnê, ji biharê ber bi zivistanê ve, her dem guherîn û veguhêrîneke bêrawest heye.

3- Divabû li pişt vê guherîna bêrawest de, heyîneke ku her dem hebûna xwe didomîne jî hebûya. Pirraniya felsefe û xwesteka şirovekirina Îyonyayê, bi lêgerîn û pirskirina vê heyîna mayende, dest pê kiriye û xwestiye ku vê yekê derxe holê.

4- Fîlozofên Îyonyayê, navê vê heyînê danîne ‘arche.’ Arche, ew element bû ku ligel hemû guherînan, ew ne dihat guherîn û wek xwe dima. 

5- Di dîrokê de Thales wek fîlozofê yekemîn hatiye pejirandin. Thalesê ku B.Z. (Beriya Zayînê- Beriya Zayîna Îsa Nebî) di sedsala 6 an de jiya ye, gotiye ku ‘arche,’ av e. Hindek fîlozofên din jî, ku xwediyê ramanên cihêreng bûn, wan jî archeyê, bi madeyên/elementên cihêreng şirove kirine. Mesela Anaksîmenes/Anaximenes hewayê û Herakleîtos jî, agir wek elementa bingeh/archeyê dîtiye û bi vî rengî, arche hatiye şirovekirin.

6- Fîlozofên îyonyayî, dema ku li madeya bingehîn ya gerdûnê vekolane, tu rêbaz yan jî ezmûnên/deneyên zanistî bikar neanî ne. Bi tenê bi rêya spekulasyonê, xwestine ku xwe bigihînin encamê.

7- Fîlozofên Îyonyayê, herçiqas li ser hindek babetên razber/soyut yên wek guherîn û yekîtiyê rawestiyabin jî, vê yekê bi bingeheke madî pêk anîne. Elementên ku ji bo şirovekirina çêbûnê hatine bikar anîn, yen weke agir, av, hewa, ax û hwd. hemû jî, madeyên madî û girgîn/somut in. Dema vê yekê pêk anîne jî, xwe ji bandora sehekan rizger kirine û bi awayê razberkirinê/soyutlamayê vê yekê pêk anîne. 

8- Li cem fîlozofên Îyonyayê, felsefe û zanist, ne du bûyerên cuda ne. Heta mirov dikare bibêje ku fîlozofên îyonyayî, li gellek babetên kozmolojîk, fizikî û bîyolojîk jî vekola ne. Lê vê yekê, di çerçoweya felsefeyê de pêk anîne. Li hêla din jî zanistên matematîk û geometrîyê jî, gelekî bala wan kişandiye û li ser van zanistan, gelekî rawestiya ne.

9- Fîlozofên Îyonyayê herçiqas li ser babetên wek çêbûn, yek, pirr, windabûn û hwd. rawestiyabin û spekulasyonê wek rêbazekê bikar anîbin jî; mirov nikare bibêje ku ew di babeta şirovekirina tevgerê/livdariyê de bi ser ketine. Herçiqas bi awayekî rast nêzîkê veguhêrîna qozmîkê bûne û hinek sentezan bikar anîne jî, hêza wan têrê nekiriye ku yekîtiya dijberan û piştra, derketina holê ya sentezan şirove bikin. Di vê babetê de teoriya herî baş, ya Demokrîtos e. Bi tenê bi dozîneya atomgiran/atomparêzan  hewl dane ku bi têkiliyên atoman bûyera çêbûn û guherîna gerdûnê şirove bikin. Lê ew jî, di babeta şirovekirina tevgerê de bi ser neketine.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

19.03.2013

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2-  http://www.felsefevan.org/destpeka-felsefeye.html 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin