Li Ser Çavkaniyên Desthilatdariyê Çend Gotin

Li Ser Çavkaniyên Desthilatdariyê Çend Gotin

Li Ser Çavkaniyên Desthilatdariyê Çend Gotin  

1- Desthilatdarî, ji bo parastina şexsan û ji bo ku şexs bikaribin armancên xwe pêk bînin heye. Desthilatdarî ji ramana parastinê der çûye, ku di vê ramanê de li hemberê êrîş û xeteriyên derve û navxweyî, armanca parastinê heye.

2- Desthilatdarî, çavkaniya <hêza> xwe ji Xwedê digre û desthilatdarî li ser rûyê erdê nûnerê Xwedê ye.

3- Çavkaniya desthilatdariyê, îradeya hevpar ya şexsa ye. Yên ku vê ramanê diparêzin T. Hobbes, J. Locke û J. J. Rouseau ne. 

Li gor ramanên jorîn çavkaniya desthilatdariyê yan pêdiviyên mirovan, yan ol û an jî, peymana civakî ye. Heke em bi awayekî berfirehtir li babetê mêze bikin, wê demê em dikarin bibêjin ku meşrûiyeta desthilatdariya siyasî girêdayê wê hêza yan jî, ramana ku ew afirandiye, ye. Mesela Arîstoteles digot: ‘Armanca dewletê ya bingehîn ew e ku ji hêla ehlaqê [rewişt, sinc, akar] ve hemwelatiyên xwe pak û xurt bike. Başî yan jî xirabiya dewletê jî, bi pêkanîna vê wezîfeyê ve girêdayî ye.’ 

Li gorî ramanwerên serdema navîn, meşrûiyeta dewletê girêdayê pêkanîna misyonên olî bû û divabû ku dewlet li ser rûyê erdê nûnertiya Xwedê bike. Li gorî nêrîna Karl Marx jî; dewlet di destê çînên serwer de alavekî zordestiyê ye û xizmeta çînên serdest dike û meşrûiyeta xwe jî, ji vê xizmetê werdigire.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

24.02.2015 

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin