Li Ser Çalakiyê

Li Ser Çalakiyê

LI SER ÇALAKIYÊ

   Heraklîtos dibêje , “Ji xeynî veguhêrînê  tiştek naveguhere . Mebesta vê peyvê ew e ku hertişt diguhere.” (1) Gelo ev veguherandin çawa pêk tê? Beriya teqîna mezin (bing-bang) ji bilî atomek ne kainat hebû , ne çalakî hebû, ne jîyan  ne jî dem hebû hertişt 0 bû. Gelo beriya teqîna mezin rewşa ew atom çîbû? Bi rastî ji ber ku ‘dem’ ava nebibû meriv nikare bersiva vê pirsê bide.Ji ber ku beriya bûyerê nayê zanîn. Gava ku bûyera teqîna mezin çêbû  çalakî û dem (bi kurtasî jiyan) pê re destpêkir. Ev teqîn wuha dêwasa û bi sur’et bu ku eql û xeyalê meriv nikare teheyul bike. . Ji bo berbiçavkirinê em dikarin li ser sur’etê ango sur’eta ronî mînakek bidin.

Hama bêje herkes navlêkên wesaîtan dizane. X=v.t (rê = sur’et . dem) yanê erebeyek dikare , seetek de 100 kilometir ango 160 sur’et bike . Ango  balafirek dikare  seetekî de 900 kîlometir bike. Em dikarin van sur’etan xeyal bikin. lê belê sur’eta roniyê em nikarin bîrefêhm bikin. Ji ber ku ronî di saniyeyek de hızrî 297.000 kilometir rê dike (2). Ji bo em bêtir berbiçav bikin dikarin bêjin ku ronî di saniyeyek de dikare dora dinyayê de 7 fitilan bike ango em roniya tavê piştî 8 deke dibînin.

Îcar bi teqîna mezin re ew enerjiya ku ji wî atomê derket û kaînatê avakir ji sur’eta ronî jî bêtir bi sur’et  bû. Em dikarin bêjin ji teqîna mezin heya niha jî ew sur’et  didome û kaînat firehtir dibe. mebesta me ew e ku em têkiliya dem û çalakiyê bînin berbiçav.

Hebûna demê girêdayê cîsimê ye. Hebûna cîsimê jî girêdayê çalakiyê ye. Li gor ku Galile Galileo jî dibêje di gerdûnê de tişteke sabît tune ye. Mebesta vê peyvê ewe ku hertişt di nav çalakîyekedeye. Cîsim tune bûya, me nikaribû behsa demê jî bikirana. Hebûna demê jî em ji roniyê dizanin ango sur’eta ronîyê. Dem li gor sur’etê vediguhere. Sur’et çikas zehf be dem ewkas hêdî dibore, sur’et çikas hêdî be dem ewkas zû dibore. Yanê têkiliyeka vacî di nav ber a van herdû kiryaran de heye. Ev teorî di nav rolativîteya taybet  ya Albert Einstein de derbas dibe ku Einstein di vî mijarê de zanistê çaxê tê hesibandin. Bi kurtasî em dikarin bêjin li gor rolativîteyê dem, wargeh û çalakî qet ji hev naqetin û têkiliya wana ji bo berdewamkirina gerdunê pêdiviye.

Dadgerên çaxa reş ji bo ku naxwazin ya Galîleo dardebikin dixwazin ya wî îqna bikin da ku dev ji fikira xwe berde. Galîleo vê gotinê dibêje:  Hûn çî jî bikin ew dîsa jî dizivire.  Galîleo hêj wê demê bi çavdêriyeke zanistî zivirandina dinyayê îspat kiribû. Îcar îro jî bi alavên mezin û astronomik hatiye îspat kirin ku ne tenê dinya hemû tiştên di nav gerdûnê de li dor xwe  dizivirin û di nav çalakîyekedene.

Ev zivirandin bê bûman ne tenê ji bo tiştên maqro tên qebul kirin bes ji bo tiştên mîkroyê jî. Ji bo tiştên mîkro em dikarin referansa xwe ji atomê hilgirin. Eisntain dîsa li ser parçekirina atomê zanistê yekemîn tê hesibandin. Dabeşkirina atomê wuhaye. Di navenda atomê de proton û norton hene û li dor vanan jî elekton hene ku ev elektron herdem li dor proton û notronê dizivirin. Di nav proton û notronê de jî quarkên bi navê ‘D’ û ‘E’ hene û ev quark herdem di nav xwe de çalakiyeke recifînê de ne. (3)  Em dibînin kû cureyên binatomî jî her dem din av çalakiyekedene hem jî li dor xwe dizivirin.

Me di serîde behsa guherandina Heroklîtos kiribû. Di encamê de heya ji me hat bi kurtasî  behsa çalakiyê û tekiliya demê kir. Jê û pê ve em dizanin ku tiştek ne sabît e û her tişt di nav çalakiyeke de ye û ev çalakî bi xwe re demê derdixe hole.  Bûyer li gor çalak û demê qet nikare dubare bike. Ev ne pêkane. Ji ber ku tiştek ne sabît e .

Ji bo ku em ji guherandinê baş û pak fahm bikin, dixwazim mînakek berbiçav bidim: Em bêjin me îro seet di 12.00 de di saniyeyek de piyê xwe danî ser kevirekî û rakir. Gelo ev bûyer dikare dubare bibe? Na! Birastî em dikarin hezar carî heman bûyerê li vî çalakiyê bar bikin. Li ber çavan em dikarin bêjin me heman bûyerê pêk anî ye lê belê her çikas em li gor îdrak û hêstên xwe bêjin ev bûyer hemane jî li gor çalakî û demê ev ne pêkane.  Kevir guheriye, dem guheriye. Ji ber ku em nikarin demê paş ve bibin û ew serpêhatiyên  hem maqro hem jî mîkro ser kevirê derbas bûne ew jî nayên paş ve. Li ber çavan kevir heman kevir e, lê belê atomên di nav kevir de jî li gor demê guherîne , dinya dizivirê guheriye û kaînat bêhtir fireh bûye û guheriye. Loma jî kevir bi xwezayî û cewhera xwe guheriye. Ji bo vê yeke cîsimeke ku neguhere tune ye.

Di encamê de ji bo kû hebûn pêk bê di kaînatê de cîsim pêwiste di  nav çalakîyek de be. Asta yekem a hebûnê  çalakî  ji bo hebûnê û ji bo veguherandinê bingeha yekem  û pêdivî ye.  

Jan JAN

28.05.2016 

1- https://tr.wikipedia.org/wiki/Heraklitos

2- https://en.wikipedia.org/wiki/Speed_of_light

3- https://www.youtube.com/watch?v=ShEeka0lVzk 

Bersivekê binivîsin