Li Hemberî Jiyanê
Li Hemberî Jiyanê
Çend roj in ev pirsa ha di serê min de xwe dibe û tîne: ‘Li hemberî jiyanê, em çi ne û dikarin çi bikin?’ Dawiya dawî, dibe gotina me yan jî ya jiyanê? Li hemberî jiyanê, pozbilindî û quretiya me, gelo tiştekê rast e, yan jî vala ye û beradayî ye?’ Axir, min îro xwe gihande encamekê ku dikare heta demekê min rihet bike: Jiyan ew tişt e, ku dawiya dawî kenê xwe bi me dike.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
18.05.2016