Li Gor Nêrîna Jean Paul Sartre Azadî û Berpirsiyarî

Li Gor Nêrîna Jean Paul Sartre Azadî û Berpirsiyarî

Li Gor Nêrîna Jean Paul Sartre / 1905-1980 Azadî û Berpirsiyarî 

Mirov heyînek ji bo xwe ye, hiş û azadî ye. Sartre vê ramana xwe û bivênevêtîya azadîyê bi hevoka ‘mirov, mehkûmê azadîyê ye.’ şirove dike. Em di bin kîjan şert û mercan de bin bila bin, em azad in û bi biryarên xwe, em jiyana xwe diafirînin. Helwesta me ya ku em ji bo rewşekî nîşan didin, bi pêşnûmayên me yên ji bo pêşerojê re digihêjine wateyekî û tevgerên me jî, li gor van pêşnûmeyan derdikevine holê. Azadîya giştî, bi xwe re berpirsiyarîya giştî tîne.Ji ber vê yekê jî mirov, hem ji xwe û hem jî ji hemû kesan berpirsiyar e. Hilbijartina li hember rewşekî jî, di destê me de ye. Biryara vê yekê, em bi xwe didin. Hilnebijartina tiştekî, di rastiya xwe de hilbijartina tiştekî ye û divê (em bêgav in) em hesabê vê yekê jî bidin. Di dema hilbijartina rewşekî de em ne jiyana xwe tenê, em di heman demê de hêman û hêjahiyên xwe jî, ku bingeha vê hilbijartina me ne; em wan jî destnîşan dikin û pêşkêş dikin. Mengîyên (îdealên) exlaqî û hêjahiyên me, bi tenê dikarin li ser azadiya min werin hîmdarkirin. Mehkûmbûna mirov ya azadîyê û têgihiştina mirov ya berpirsiyariya xwe,  diltengîyekî derdixe holê. Diltengî, ji hestên herî bingehîn yên hebûna mirov e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin