Li Bakurê Kurdistanê Rêgêzên Pêşketina Zimanê Kurdî

Li Bakurê Kurdistanê Rêgêzên Pêşketina Zimanê Kurdî

Li Bakurê Kurdistanê Rêgêzên Pêşketina Zimanê Kurdî 

Jiyaneke nehatibe pirsîyarîkirin nehatiye jiyandin jî. Bawer im feylesofê bi navê Sokrates vê hevokê dabû nivîsandin. Dema em meseleyê bînin li ser mijara kurdî ev hevoka Sokrates ji boyî kurdan divê wisa bê nirxandin; Zimaneke nehatibe pirsîyarîkirin nehatiye jiyandin jî. 

Belê mijara me li bakurê welêt ziman e. Mînakên ez ê bidim dibe kû ji boyî zarokan be, lê li gorî min ewqasî jî ji boyî zarokên mezin in.Weke tê zanîn ku zarok dema di malzaroka xwe de ye jî ji dayîka xwe hînî hin tiştan dibe. Weke deng , hest û ziman. Ev yek ji aliyê zanyaran jî hatiye peyitandin. 

Zarok dema ji dêwbabê xwe re çê dibe jî ji aliyê perwerdekirinê ve mamosteyên yekem dêwbab in. Ger dêwbab ji aliyê ilm û fenê xwe gihandibin radeyekê dê zarok jî xwe bigihînin ew radeyê. Heta roj dê were ku ew zarok dê dêwbabê xwe derbas bikin û ew malbat di nav civakê de dê di gelek qadan de bi ser bikeve. 

Neteweya kurd weke netewên din tu carî bi rihetî mafên xwe yî çandî û dîrokî bi dest nexistiye. Ev pirsgirêkeke dîrokî û siyasî ye. Ji serdema mîrektiyên kurdan (1400+) û vir ve rewşa kurdan ji hin guherînên teknîkî pê ve neguheriye. 

Di serdema mîrektiyan de (Amed,Farqîn,Bedlîs û yên dî) zimanên ku kurdan bi kar dianî ev in; di jiyana civakî de Osmanî, di wêjeyê de Farisî û di qada olî de jî Erebî bi kar dianîn. Niha em li rewşa zimanê kurdan binihêrin; di jiyana civakî de Tirkî (Tirkmancî; qapî açmîşke,qapatmîşke,çay demlemîşke, otirmîşke û qalqmîşke), di xebatên akademîk û zanistî de Îngilîzî(an zimanên ewropa yên dî), û dîsa zimanê olî Erebî ye. Zimané kurdî weke behrekê ye. 

Ji serdema Baba Tahirê Uryan(1010) û vir ve 1003 sal derbas bûye lê qasî dilopekê kurdî hatiye nivîsîn û nasîn. Sedema nejiyandina zimanê kurdî bi temamî siyasî ye. Ango sedema vê rewşa kurdan û kurdî a nediyar heman in. Jiyan bi siyasetê li kurdan û zimanê wan bi sed salan hatiye qedexekirin û encax bi siyasetê ev astengiyên li péş wan û zimanê wan bê rakirin. Dîsa em vegerin roja îroyîn û berê xwe bidin siyaseta kurdan û siyasetmedarên kurd. 

Ji qedemeya herî jêr û heta Lijneya Rêvebirinê a Meclîsé(MYK) zimanê herî pîroz Tirkî ye. Gelo ev pîrozwerî ji ku derê tê? Weke hûn jî dizanin di Newroza 2013an de nameya rêberê gelê kurd birêz Abdullah Öcalan ji aliyê parlementera PDA yê Pervîn Bûldan ve hat xwendin. Û rewşa zimanê kurdan ji aliyé parlementera kurdan ve li ber çavan hat raxistin. Belê, mixabin ku hemû parlementerên me(em li ber yek û didoyan nanihêrin, ku îro li cîhanê hejmara kurdologên ne kurd ji hejmara parlementerên Bakurê Kurdistan bêhtir e) wisa ye. Heger qedera kurdan di destên siyaseta parlementerên kurdan de be qedera zimanê kurdan jî di destên siyaseta parlementeran de ye. Belê kurd neteweyekî polîtîk in. 

Sedemên ev polîtîkbûné jî ji bindestî û ji, xwe xelas kirina bindestiyê tê. Diyar bû ku li Bakurê Kurdistanê rizgarî bi şer nabe(vekişîna PKKê). Ew dem ji kurdan re ma şaxa siyasetê. Ango siyaset bû dêwbabê kurdan… 

Weke me di serî de jî diyar kir ku dêwbabên zarokan xwedî li nirxén we dernekevin û ew nirxên xwe nejîn dê çawa zarokan perwerde bikin? Û dê çawa nifşén nû ji dêwbaban zêdetir bikin û navê kurd, kurdî û kurdistan hilkişînin asîman? 

Di serî de divê siyasetvanên kurd xwe ji bindestiya zimanê biyaniyan rizgar bikin. Paşî rê li ber neteweyê xwe vekin,rêbertiya xwe bikin… 

Gelo berpirsiyariya rêberan a herî mezin jî ne ev e ; pêşdexistina neteweyê xwe?.. Kurd di cîhané de di gelek mijaran de tirêna jiyanê li wan derbas bûye û ew siwar nekirine. Lê belê ji her tiştî re ne dereng e. Em hîna jî dikarin xwe bigihhînin ew tirêna jiyanê. 

Di serî de divê hemû partî û şaredariyên kurdan li hev bicivin û serî li ser gihaştina kurdan a tirêna derbasbûyî re biêşînin. Ber eksê van xebatan, ji kurdan re tenê dê ji xwe biyanîbûnê bîne. 

Dîldar Bendewar 
10.10.2013 

Bersivekê binivîsin