Rewşa Sazî û Rêxistinên Civaka Sîvîl

Rewşa Sazî û Rêxistinên Civaka Sîvîl

Li Kurdistana Bakûr Rewşa Sazî û Rêxistinên Civaka Sîvîl   

      Civakên hemdem ji kom, komik û grûbên cihêreng yên pirtexlîd pêk tên û her koma civakî, dixwaze ku xwe li gor pêdiviyên xwe birêxistî bike û bi rêya vê yekê, xwe bigihîne mafên xwe yên takekesî û civakî. Di civakan de komên siyasî, kulturî, pîşeyî, kar û perwerdehiyê bi riya saziyên sîvîl xwe birêxistî dikin, bi awayekî birêxistî tevdigerin, çalak in û dixwazin ku xwestekên xwe bi civak û dewletê bidin pejirandin. Wekî sendiqe, komele, kooperatîf û hwd. 

Sazî û desgeyên sivîl ne girêdayî dewletê ne, ne li gor xwestekên dewletê, belam li gor xwestekên bernameyên xwe an jî endamên xwe tevdigerin. Saziyên sîvîl dimeşin, çalakiyên curbicur pêk tînin, daxûyaniyan didin çapemeniyê, hevdîtinan pêk tînin û bi van rêbazan re, xwe dispêrin hêza bîrûraya giştî ya civakê û li ber dewlet û desthilatdariyên din yên girêdayî dewletê serî hildidin. Di roja me ya îroyîn de, di civakên demokratîk de dem û dezgeyên sîvîl, wekî hêzeke mezin têne dîtin û pejirandin. 

Ê baş e, di roja me de prensîb û nûveyên demokrasiyê çi ne? 

Prensîbên wekî serweriya gel, wekhevî, serbestî, cudahiya hêzan, hilbijartin, partiyên siyasî, çapemenî/medya û rêxistinên/dem û dezgeyên sîvîl, prensîbên sereke yên civakên demokratîk in… 

Mêtingehiya Kurdistana Bakûr û tekoşîna kurdan ya li dijî dewleta dagirkeran, rê li pêşveçûn û berfirehbûna dem û dezgeyên civaka sivîl girtiye û mixabin, a niha mirov nikare bibêje ku li Bakûr têra xwe dem û dezgeyên civaka sivîl hene, ew jiyana mirovan berhêlî dikin û xwestekên xwe bi desthilatdaran didine pejirandin. 

Hêza civaka sîvîl û dem û dezgeyan, ji bîrûraya giştî tê. Ango ew bandûrê li bîrûraya giştî dikin û bi piştgiriya bîrûraya giştî, xwe digihînîn armanca xwe. Ev yek jî, wekî mafê wan ê rewa tê dîtin. 

Ê baş e, mirov Bakûra Kurdistanê dikare behsa kîjan rêxistinên sîvîl bike? 

Sendîqeya mamosteyan ya ‘Egitîm Sen’ ê, ku piraniya endamên wê mamosteyên kurd in, Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstutiyên Kurdî, çend Komeleyên Kurdî-Der ê ku li gelek bajaran xwe birêxistî kirine, hene. 

Bêguman, hejmara van saziyên sîvîl têra pêdiviyên Kurdên Bakûr nake. Rêxistinên sîvîl, ew dem û dezge ne ku ji bandûra deshilatdaran dûr in û li ser mijarên cihêreng yên hevpar xwe birêxistî dikin.  

Pêdiviya saziyên sîvîl yên Kurdistanî, ne tenê li welêt, li bajarên mezin yên Tirkiyeyê jî xwe dide der. Bi taybetî jî, piştî proses/pêvajoya aştiyê li Bakûr dest pê kir, pêdivî û qelsiya saziyên Kurdistanî, bêtir hate bihîstin. Ji ber ku jiyana civakî ya hemdem, xwe bi her hawî rêxistî dike. Şexs û kes, bi rê û piştgiriya van dem û dezgeyan, xwe tenê hîs nakin, hêza xwe dikin yek û li dijî desthilatdariyên navendî bêtir li ber xwe didin. 

Li ser vê mijarê, em dikarin wekî mînakeke çalakiya herî dawî ya ‘Boykotkirina Dibistanên Tirk Bo Heftîyekî’ nîşan bidin. Boykot, mixabin bi ser neket, hejmara kesên ku beşdarê vê çalakiyê bûn gelekî kêm bû û di bîrûraya giştî ya Kurdan û Tirkan de, dengeke mezin bi dest nexist. Ji ber ku ev biryar, wekî biryareke yekalî hatibû dîtin, mirovên ku yekser ne piştgirên tevgera siyasî ya Bakûr bûn, beşdarê vê boykotê nebûn… 

Jixwe, hêza saziyên sîvîl di mijar/çalakiyên wiha de tê dîtin. Ji ber ku ew rasterast ne girêdayê dewletê, partiyeke siyasî, an jî desthilatdariyeke din in, li ser bîrûraya giştî bandûra wan zêdetir e. 

Li Kurdistana Bakûr, ji îro şûnde pêdiviya dem û dezgeyên sîvîl, bêtir xwe daye der. Bêderengî divê ku saziyên sîvîl werin damezrandin, xwe birêxistî bikin û wekî dezgeyên xweser û serbixwe, tevbigerin. Hemû şaredariyên ku di destê Kurdan de ne, dikarin ji bo damezrandina van komeleyan bikin û piştra, destên xwe ji wan bikşînin. Remza demokrasiya me ya îroyîn, di civakê de hebûn an tunebûna saziyên sîvîl e û divê em Kurd, vê rastiyê tu caran ji bîr nekin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com   

08.12.2013 – Îzmîr   

Ev gotar berê di malpera www.Rewanbej.com de jî hatiye weşandin.  

Bersivekê binivîsin