Leukippos / Leucippus (B.Z. Sedsala 5an)

Leukippos / Leucippus (B.Z. Sedsala 5an)

Leukippos / Leucippus (B.Z. Sedsala 5an)

Li gor nêrîna feylesof, yekîtiyeke mitleq ne pêkan e û tune. Elementên madî, bêdawî ne û heta dawî perçe bibin jî, perçeyekî ku perçe nabe dê bimîne. Ji ber vê yekê, eslê (bingeha) kaînatê atom in. Atom ezelî (bêdestpêk, mêjîn) û ebedî (herheyî, bêdawî) ne, pirr in û hejmara şeklê wan, bêdawî ye. Di valahiyê de dilivin û di encama livdariya xwe de, dibin yek û cisman pêk tînin. Ev bûyer û rûdan jî, xwe dispêrin hêza mekanîk.  

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Alî Gurdilî 

Bersivekê binivîsin