Lêpirsîn: Felsefe Çi Ye?

Lêpirsîn: Felsefe Çi Ye?

Me ji dost, heval, xwendevan, şopîner, nivîskar û rexnekarên kurd pirsî: ‘Gelo Felsefe Çi Ye?’ û mala wan ava, e wan jî gelek bersivên hêja û balkêş dane me. Bi armanca balkişandinê, em bersivan li ser hevdu wekî dosyeyeke diweşînin. Spasî û malavahî ji bo hemû kesên ku bersiva vê pirsa me dane.

Rêveberiya Malpera Felsefevan 

1- Bawer Agiri: Dembaş, berî her tiştî ez ji bo vê xebata hêja a zanistî spas dikim, xebatên bi vî awayî ji bo civaka me kurda pir girînge, loma jî divê her kes beşdarê vê yekê bibe. Pirsa felesfe çi ye qasî ku min fêm kiriye şêwe dayîna jiyanê ye. Wekî din, hebûn, zanîn, dad, rastî, xweşikbûn, aqil û ziman, felsefe li ser van mijaran dixebite. herwiha felsefe hunera fikrandinê ye/hizir.

2- Ayetullah Hasanoğlu: Li gor min felsefe bésekan û béretbun gerîna rastîyé ye. Felsefe armanc e. Li gor olé niyet çi be ji bo jiyana mirov jî felsefe ew e. Felsefe, ya herî péşî pirs e. Béfelsefe ol jî nabe ez divém. Pirsa, “gelo çima te bawerî bivé olé hanî” jî me divé cem felsefé. Wekî kû té zanîn ew ramané ku dibé “felsefe û ol lî dijî hevdune” xeletî ye. Ol û felsefe bé hev nabin. Dawîya herdîya jî digîhîjé hev. 

Felsefe bingehîya armanca jîyané ye. 

3- Mehmet Türkan: Felsefe; pêk hatina rêgaza raman u heyînî lî vekolandîna rastî u sedemîtî ye. Bî wateya dînî ji rexne u hizrkirin u zanistiye.

4- Hamza Altaylı: Felsefe lêgerîna wateya jiyanê ye. Felsefe alîyê fikr û ramanan de serxwebûn a kesan, mirovan û mirovatî yê ye.

5- Tahir Dinari: Lı gor gümana mın felsefe bı yewnaniye bı erebiya kurane hıkmete u bı tırki ji bilime bı kurdi ji zanine felsefe bı çave seri naye ditın bı çave akıl te ditın jı dema xelil pexember u vırve lı rojhılata navin derketiye felsefe peşketına hertıştiye xwe nükırıne tev gera mejiye mırove felsefe tışteki wusaye zanıbe ew carna xwedayan ji dı afırine eze he dırejtır ji kım bıborine wexte mın tüne.

6- Zozan Budak: Weke ku tê zanîn bi Yunanî felsefe “hez dikim”, “li dû diçim” û “digerim” di vê watê de tê gotin. Bi rastî jî ev e.Felsefe mirov dike nav lêgerînê, nav zanînê. Li ser gerdûniyê, li ser wateya jiyana mirov û wekî din tev de; timî mêjiyê mirov an di nav meraq û mijûliyê de dihêl e.. Yanî bi kurt û kurtasî Felsefe; hezkirina zanînê ye.

7- Akif Ali: Felsefe; wateya hezkirina; fikir, lêgerîn û zanînê ye. Li ser wesf û avahiyên cîhanê û li ser armancên mirovan û cihê wan û şîrovekirina tevahiyê ye. Felsefe dixwaze mijarên bi metodekî teknîkî, pisporî rexnekar û şîrove bike. Ango em dikarin bêjin felsefe pirsa hebûn û jiyanê ye û bersiva xwe naskirinê ye.

8- Zinarê Xamo: Lêgerîneke bênabên e, pêketina bi dû rastiyê ye, pirsa çima, ji bo çi, çawa ye.

9- Rojar Wenda: Ku pirs felsefe be, her kes li gora xwe, ez jî li gora xwe felsefeya xwe dijîm û dinivîsînim. Silav.

10- Raif Yaman: bi baweriya min felsefe awayê rast ê ramînê û riya rast a zanînên gerdûnî ye.

11- Bube Eser: Li gor min jî Felsefe rêbazeke ku ew rêya rast durust li se asasê wekheviyê rê mirovan dide. Li gor rêbazê jî mirov rêya xwe dibîne. Loma jî her welatek xwe li gor rêbazekê bi rêve dibe.

12- Sor Gul: Ji bo min Felsefe; Hez e, rastiye, zanîn e, di dawiyê de ragîhiştina Xweda ye!

13- Zeynelabidin Zinar: Felsefe: PIRS û BERSIV. 

14- Mîkael Ezîdî: kudaré pirsgirek tunaya, wera pirsgirek cekin.

15- Qehar Kulbar: Felsefe, bi awayek formel, daxwaz û hewla venasîna hebûné ye. Xebata lépirsîn, tégihîştin û şirove kirina sedem, naverok û binateyén heyîbûné ù ji vir ve jî şayişa rawestîna li ser pirs a hebûn-tunebûna wateyek bingehîn a jiyané, pédaketina wé ya sereke û jéneger e. Û di heman demé de bi hizirîna xwe ya ne dogmatîk ve ji ol, bi konsepta xwe ya heqîqaté ve ji zanistiyé vediqete.

16- Aro Zargo: Pirsên bêdawî û bersivên ne têrker e.

17- Zeynelabidin Demir: Bingeha zanîstiyê ye. Hezkirina zanînê ye. Serêşî ye. Goştê bêxwê ye.

18- Ncvn Byrm: Felsefe çibi ewe, felsefe ne çibi ji ewe.

19- Hakki Balta: Her tisht e lê tu tistek nIne!

20- Enwer Karahan: Felsefe ew tiştên ku her kes nikaribe bibîne û nikaribe destnîşan bike, lê her kes jî karibe bi awayekî hurgilîtî lê bifikire û his bike ku bi teoriya lêhûrbûyinê ji destê afirîneran ve tê ravekirin û tê ragihandin û her mirov jî li gora xwe aqilekî jê derdixe û her weha lê hûr dibe û li ser wê mijarê diponije û li gora xwe netîceyan jê derdixe; ev dikare bi aqilekî kamil be û dikare bi şîrovekeke derîaqilan be, lê di netîceyê de yek gotin jê re heye ku navê wê felsefe ye; yanî felsefe ew tişt e ku bi destan nayê zevtkirin û bi mejî û mantiqê tê şîrovekirin.

21- Lokman Polat: Felsefe lênêrîna li cîhanê, civakê û jiyanê ye.

22- Cuneyt Eren: Felsefe hebuna jiyaneye !! 

23- Ali Gurdilî: Felsefe, xwesteka zanîna yên nenas e. Helwesteke bêrawest û aqilane ya mirovî ye. Lêgerîna xwezanîn û têgihiştinê ye.

24- Mérxas Jîyan: Zanısti ye.

25- Bejan Janda: Felsefe li gori mİn, dar e u her gurşiki darê çawani ji hevdu bela dıbin lênerina jiyana mın ji wisayi.. bi gellek çawan lênerina jiyanêyi felsefe.

26- Zal Deniz: Ez bi kurdî jî binîvsînim: felsefe; zanîstî, lêgerîna zanetî û vekolîna zanetî.

27- Vedat Öz: Felsefa legerina heqiqate ye.

28- Fırat Demir: Felsefe pirs e. Li ser tiştekî kevnar, pirsekê nû ye.

29- Bilal Ata Aktas: Felsefe lêgerîna cîkî rûniştinê ye.

30- Mizgin Ciftci: Li gorî dîtina min felsefe evîna zanistîye ye.

31- Mehmet Sait Aladağ: Felsefe, legerîna tegehiştina heqîqeteye.

32- Mem Med: Di pey maneya hebûnêye.

33- Nêçîrvan Akbal: Ev pirsa te ye, bes ti mana vê bersivê tine ye.

34- Nesim Ertaş: Felsefe, xwe naskirine.

35- Beşir Şareza: Felsefe, jiyan bixwe ye, dûr neçin.

36- Baz Biyan: Felsefe legerineke ji bo bidestxistina şert û mercen jiyaneke bi wate ye; ango fikre li ser fikre fikirIn e, nezikatiya mirovan ya li hemberI buyera, buyine bi zanebun e. Felsefe, ew tişte ku heqiqete, sinc, hiş, Ujdan, meji, tehm, evine di nava xwe de dihewin e. Rave û şirove ye. Felsefe ew tişte ku mirov digihine kamilbunê, fikra mirov, ramanen mirov kamil dike.

37- Omer Dilsoz: ma ez fîlozof im xalo :-))

Spasî û malavahî ji bo hemû kesên ku bersiva vê pirsa me dane.

Bersivekê binivîsin