Lêkolînên Leuvenê Yên Li Ser Genetîka Mirovî

Lêkolînên Leuvenê Yên Li Ser Genetîka Mirovî

Lêkolînên Leuvenê Yên Li Ser Genetîka Mirovî

Lêkolînerên Leuvenê (Belçîka) yên beşa genetîka mirovî meşa li darxistî ku derbarê belavbûna kula heftepençeya li ser laşê mirovî ye, didomînin. Lêkolîner pêhesiyan ku proteîna bi navê TP53 dikare pêşî li ber nexweşiyê bigire û dikare bi serê xwe tenê cihê herî rast û ewle ya di nava DNAyê de tespît bike da ku bandêrkirina genê pêk bîne û bi vî awayî şanikên (hucre) xesar dîtî dikarin ji nû ve erkên xwe pêk bînin.

Pispor heta vê demê jê haydar bûn ku bandêrkirina genekî dikaribû ji ber sabîtbûna proteînê ya li ciheke taybet di nava DNAyê de, pêk bê lêbelê wisa bawer dikirin ku proteîn nikaribû di nava tevlîheviya pirr mezin ya DNAyê de cihê herî rast û ewle tespît bike û bandêrkirina genê pêk bîne. Lêkolînerên Leuvenê xebatên xwe li ser 1.500 nimûneyên DNAyê pêk anîne û ji metodên lêkolînê yên herî nûjen û teknîkên nû sûd wergirtine. Ji testên li ser 1.500 nimûneyên DNAyê hate dîtin ku proteîna TP53 bi serê xwe tenê cihê herî rast û ewle tespît dike, xwe pê ve girêdide û bandêrkirina genê pêk tîne.

Stein Aertsê ji Zanîngeha KU Leuven wiha dibêje; “Proteîna TP53 bo pêşî li ber girtina nexweşiya kula heftpençe pirr girîng e, ji ber ku proteîn, ji bo şanikên xesar dîtî ku dixwazin erkên xwe pêk bînin, genên herî durist tespît dike. Car caran şanik ji proteîna TP53 bêpar dimîne ku li wê şanikê peydabûna nexweşiyê pirr hêsan dibe. Proteîna ji sedî pênce kesên bi nexweşiya kula heftpençe nexweş ketine tiştek ne li rê ye. Ji ber vê jî çareserkirina vê mekanîzmaya nexweşiyê ku tevahiya pêkhatineyê birêve dibe, pirr girîng e.” 

Metîn Eser 

Çavkanî: BELGA

Bersivekê binivîsin