Lêgerîna Bandêreke Îdeal

Lêgerîna Bandêreke Îdeal

Lêgerîna Bandêreke Îdeal

Hindek ramanwerên ku bandêra sîyasî ne bi dilê wan bû, li bandêreka îdeal gerîyan. Lêgerîna vê bandêreka îdeal, rê li du ramanên dijber vekir…

1- Yên Ku Ji Bandêreka Îdeal Bawer Nakin

A) Fîlozofên Sofîst

Fîlozofên Sofîst dibêjin, dewlet saziyeke çêkirî “nexwezayî” ye. Mirov, pîvana hemû tiştî ne û her tişt, li gor mirov diguhere û bandêreka ku ji aliyê hemû mirovan ve were xwestin jî tune. Di xwezayê de çawa ku ên xwedîhêz dikare xwe biparêze û dijî, di civakê de ên xwedîhêz divê ku serwer bin.

B) Fîlozofên Nihilîst

Nihilîst, hemû cure nîrx, armanc û otorîteyê red dikin û dijberê hemû zordestiyên civakî, siyasî û exlaqî ne. Ji ber vê çendê jî, ji ber kul i dijê xwezaya mirov e; dewlet û hemû celebên bandêra civakî red dikin. Di vê xalê de mirov dikare bibêje ku, bi Anarşîzmê re heman ramanê parve dikin. Çimku li gor Anarşîzmê jî, dewlet çavkaniya gelek xirabiyan tê dîtin û ji bona ku civak bikaribe bextewar bijî, divê dewlet ji holê were rakirin.

2- Yên ku baweriya xwe bi bandêreka îdeal tînin, ku ev jî (3) beş in.

a) Yên ku ji xwe serbestiyê wek bingeh dibînin.

Ji vê ramanê “tevgerê” re liberalîzm tê gotin. Takekesîtî “ferdîtî” li pêş e. Ji bona hebûna bandêrek îdeal, pêdivî bi serbestiya ferdan heye. Wekhevî jî, ancak dikare wekheviya azadiyan be. Serbestbûna şexsan, mafê wan ê herî xwezayî ye. Nûnerên vê ramanê A. Smith, St. Mill û John Locke in.

b) Yên ku wekhevîyê wek bingeh dibînin.

Ji vê ramanê re sosyalîzm tê gotin. Mafê bingehîn ê şexsan, jiyanek wekhev e. Ji bo avakirina wekheviyê jî, divê hemû haletên (alavên) hilberandinê ji destê şexsan werin derxistin û bibe malê hemû civakê. Serbestî, di rêza duyemîn de tê dîtin. Bandêra îdeal jî, ancax di civakek bêçîn de dikare pêk were. Parastkarê vê ramanê S. Simon, R. Owen û K. Marx in.

c) Yên ku edaletê wek bingeh dibînin.

Ev tevger an raman, mirov dikare bibêje ku li dijê lîberalîzm û sosyalîzmê wek bertekekî “tepkîyek” derketiye holê. Edaletê wek pirensiba bingehîn dibînin û wiha bawer dikin ku, li ser bingehê wekhevî û serbestiyê, civakek îdeal dikare were ava kirin. Mafê şexsan ên bingehîn û serbestiya wan, esas e. Pîvanên bandêrek îdeal wiha tê vegotin: Serbestî, wekhevî, edalet, raseriya hiqûqê, serweriya gel û demokrasî. Parastkarê vê ramanê ê sereke, J. Rawis e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin