Çîroka Zanistê

Çîroka Zanistê

Çîroka Zanistê

Zanist, ked û hilbera hevpar ya mirovahîyê ye û qurmên wê heta şaristanîyên serdestpêk diçe. Şaristanîyên serdestpêk, li keviyên çemê Dîcle, Ferat, Nîl, Îndûs û Ganjê, derketine holê. Li gor daneyên dîrokî xebatên ewilî yên zanistî, Berîya Zayînê di salên 2000 an de, li Çîn û Hîndîstanê dest pê kiriye. Ji vir jî, piştra xwe berdaye Mezra Botan (Mezopotamya-Mesopotamia) û Misrê. Belam di vê dewrê de xebatên zanistî û xebatên olî (dînî) di nav hevdu de ne. An jî mirov dikare bibêje ku xebatên zanistî, gelekî di bin bandora ol de ye. Li Mezra Botan (mesopotamia), şaristaniya sumerîyan gelekî bi pêş ve çûye. Sumerîyan di warê pezxweyîkirin û çandinîyê de, gelekî bi pêş ve çûne, xişteya lêkdanê (tabloya carandinê) û hesabên qad (alan) û baresteyê (hacîm) pêk anîne. Ya bazneyê (daîre, çember, tiqalik) dabeşê 360 dereceyan, ya seetekî dabeşê 60 daqîkeyan û ya daqîqeyeke jî dabeşê 60 sanîyeyan kirine.

Li Misrê jî di warê tipê (tıp) de pêşveçûnên baş hatine dîtin. Xebatên zanistî yên ku di vê dewrê de ji layê van şaristaniyan ve hatine dîtin û bikaranîn, zêdetir ji bo bikaranîna jiyana rojane û ji bo sûdwergirtina mirovan bûn. Ango, di asta zanayîya teknîkî de mane. Çimku armanc ne têgihiştina gelemper ya gerdûnê bû, an jî em bibêjin bi tenê ji bo bidestxistina zanayîyê bi xwe bû. Armanc hêsankirina jiyana rojane û berdewamkirina wê bû.

Şaşwazîya li hemberê xweza û gerdûnê û xwestina zanînê ya bi tenê ji bo zanînê (ne ku ji bo armancên pratîk, an jî armancên rojane), ji aliyê pêşîyên yewnaniyan ve dest pê kiriye. Zanist di destpêkê de di nav felsefeyê de (wek bineşaxekê felsefeyê) cîh girtine. Aristoteles felsefeyê wek; ‘zanista gerdûnî ya ku hemû zanistan diguncîne.’ daye nasandin. Di serdema navîn de li Ewropayê, nemaze di navbera sedsala 5 û 10 an de xebatên zanistî rawestiya ne, yên ku berê dihatin zanîn hatine ji bîrkirin û hemû tişt, wiha hatiye xwestin ku bi hişkebaweriyan (dogmeyan) were şirovekirin. Di dîrokê de, ji vê dewrê re; -serdema tarî- tê gotin.

Di navbera sedsala 8 û 11 an de di cîhanê îslamê de bi saya wergerên yewnanî, sanskritî û suryanî, di warê zanistê de pêşveçûnek hatiye dîtin. Îbnî Sîna di warê tipê de, Harezmî di warê cebirê de, İbn-ul Heysen di warê fizîkê de, Birunî di warê matematîkê û trîgonometrîyê de, Fahrettîn Razî di warê kîmyayê de û İbn-ul Nefîs jî di warê fizyolojiyê de xebatên baş pêk anîne. Zanist û çanda îslamê, heta sedsala 14 an dewreka ronak û zindî jiya ye, di dawiya vê sedsalê de rawestiya ye û heta em dikarin bibêjin ku bi paş ve jî çûye. Li Ewropayê di destpêka sedsala 12 an de, mirovan zêdetir bala xwe dane xebatên zanistî.

Di vê sedsalê de li Ewropayê di xurtbûn û pêşveçûna xebatên zanistî de, bandora wergerên erebî gelekî mezin e. Çimku şaristaniya yewnan û ramanên filozofên girîng, li Ewropayê bi saya van wergeran hatine nasîn. Di serdema nû de ramana olî, hatiye terkandin, ramana zanistî bûye serwer û di zanistên xwezayê de pêşveçûn mezin pêk hatine. Kopernîk di astronomiyê de, di dewsa sîstema Batlamyus de, ku erdê wek navenda hemû tiştî didît; sîstemeka nû xurt kir, ku di vê sîstemê de jî, Roj; wek navenda hemû tiştî tê dîtin. Ev xebata ku ji layê Kopernîk ve hate detpêkandin, ji aliyê Kepler û Galileo ve hatiye pêşvebirin. Van zanyarên navborî wiha xwestine ku tevgera cisîmên esmanî, bi awayekî matematîkî şirove bikin.

Bi saya xebatên Galileo yên derbarê fizîk, tevger û ketina serbest de, wiha kiriye ku bandora fizîka Arîstoteles ji holê rabe û fizîka nûjen dest pê bike. Galileo bi van xebatên xwe re jî, wek tê zanîn, pêşengiya Newton kiriye. Newton di warê matematîk, fizîk û astronomiyê de xebatên baş pêk anîye, di rêça Kopernîk, Kepler û Galileo de çûye û hemû tevgerên ku di gerdûnê de hene, bi awayekî matematîkî; bi zagona axkêşanê şirove kiriye.

Ev pêşveçûna bi lez ya di zanistê de, babeta di zanistê de fikirîna zanistî û rêbazê anîye rojevê. Di sedsala 17 an de Francis Bacon, Rene Descartes û J.S. Mill, dilêrîna rêbazên nû xurt kirine. F. Bacon, di berhema xwe ya bi navê ‘Organan a Nû’ de gotiye ku avahiya xwezayê encax bi rêbaza enduksîyonê (tumevarimê) dikare were zanîn û bi vî awayî rêbaza enduksîyonê, xurt kiriye. Descartes ji xwe re modela matematîkê dipejirîne û rêbaza deduksîyonê (tumdengelimê) bikar tîne. Di sedsala 18 an de bi saya xebatên Lavoisier, zanista kîmyayê ya nûjen hatiye damezrandin. Bi saya xebatên zanyarên Galvanî û Volta jî, elektrîk hatiye dîtin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan de Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin