Kurdên Bakur, Tirk û ‘diminishing marginal utility’

Kurdên Bakur, Tirk û ‘diminishing marginal utility’

Kurdên Bakur, Tirk û ‘diminishing marginal utility’ 

     Ez ê ji we re behsa hesabek gelek hêsan bikim. “Diminishing marginal utility” qanûnek sereke ya ekonomiyê ye. Min nezanî çawa wergerînim bo Kurdî lew ma min hima bi Ingilîzî nivîsî. Netirsin navê wê giran be jî fêmkirina wê gelek hêsan e. Ev qanûn dibêje, her cara tu tiştekê li mirovekê zêde bikî ji cara beriya xwe kêmtir sûdê (feyde) digihîne wî mirovî. Yanî bo mînak, hizir bike havîn e, tu li cihek germ î û av nîn e. Kesek tê û qedehek av dide te, oxx çi xweş e te têhna xwe şikand. Qedehek dî jî dide te, ox ew jî xweş e, lê ne wek ya berê. Û qedehek dî û yeka dîtir… Piştî demekê tu dê bibêjî bes! Ew ava tu ji kulê wê dimirî, te digot ax ka firek av, niha tu dibêjî bes e naxwazim.

Hûn ê bibêjin “erê me fêm kir lê ka çi eleqeya vê bi meseleya Kurd û Tirkan ve heye?” Belê heye, gelek heye. Kurdan av nîn e vexwin, Tirk di nêv avê de ne keyfê dikin. Qesta min ji avê çi ye? Ekonomiya Kurdan xirab e ya Tirkan baş e; perwerdeya Kurdan kêm e ya Tirkan bilind e; dewleta Kurdan nîn e ya Tirkan heye; artêşek xurt ya Kurdan nîn e ya Tirkan heye; û gelek tiştên dî… Tirk ji hemî aliyan ve ji Kurdan xweşhaltir in. Vêca Kurd dê çawa reqabetê bi Tirkan re bikin?

Em vegerin ser qanûna xwe. Li gor vê qanûnê, em ferz bikin Kurdek heye dahata wî mehê 500 dolar e û Tirkek heye dahata wî 2000 dolar e; heger tu 100 dolaran bidî yê Kurd û eyn wesa 100 dolaran bidî yê Tirk, feydeyê wê ji yê Kurd re gelek bilindtir e. Em bêjin bi 100 dolaran halê Kurdekê bi 10 xalan xweştir bibe, hale tirkekê bi 1 xalê xweştir dibe, yanî yê Kurd bi heman 100 dolarî 9 gavan nêzîktirê yê Tirk dibe. Hesabek gelek hêsan e. Û bi heman şêweyê, 100 dolaran ji yê Kurd û 100 dolaran ji yê Tirk bistîne. Kurd dê 10 xalan were xwar û Tirk dê 1 xalê were xwar. Yanî Tirk dê bi kêmkirina heman 100 dolarî 9 gavan biçe pêşiya yê Kurd.

Em dikarin mînakan zêde bikin. Xwendekar û profesorên Tirkan gelek in û yên Kurdan hindik in. Yek profesor li ser Kurdan zêde bibe me 9 gavan nêzîktirê Tirkan dike; yek xwendekarê zanîngehê li ser Kurdan ve zêde bibe me 9 gavan nêziktirê Tirkan dike; ekonomiya Kurdekê xweş bibe me 9 gavan nêzîktirê Tirkan dike; û bi hezaran mînakên dî. Vêca bi heman şêweyê, xirakirin û valakirina bajarên Kurdistanê; girtina dikanan (kepenk kapatma); kêmkirin û boykotkirina perwerdeyê; kuştin û mirin me bi dehan gavan bi paş ve dibin û li paş Tirkan dihêlin.

Dewlet vê qanûnê gelek baş dizane lê diyar e em nizanin. Dewlet dizane şer bikeve Kurdistanê, heger ekonomiya Tirkan zererê jê bibîne jî, Tirk gavekê bi paş bikevin Kurd dê 10 gavan bi paş bikevin, yanî Tirk dê Kurdan 9 gavan li paş xwe bihêlin. Bi ya min, ev qanûn ji bo bakurê Kurdistanê gelek mûhîm e. Li gor min rêya rizgariyê têra xwe ronî û zelal e; ne hewceyê kuştin û mirinê ye, hewl bidin Kurdistanê nedin xirakirin, ava bikin, halê Kurdan xweş bikin, perwerdeya wan bilind bikin û li ser vê rêçê siyaseta xwe dewam bikin ji xwe Kurdistan dewlet e. Hûn li bakur vê bikin ev tişt dê feydeyî bigihîne başûr û rojavayê Kurdistanê jî. Ev e min erkê xwe pêk anî û min ev qanûn anî bîra sîyasetvanên me. Vêca heger gihişt wan ew û wijdana xwe…

Tewfîq Bayram

06.02.2016/Orşelîm, Îsraîl

Bersivekê binivîsin