Dawî...

Destpêk > Nivîs > Gotarên Civakî > Kurd modela nû ya Rojhilata Navîn e.

Kurd modela nû ya Rojhilata Navîn e.
Parvebike!

Kurd modela nû ya Rojhilata Navîn e.

Di her rewşê de Kobanû, di dîroka kurdan de xala herî giring û herî mezin a guheztinê yek e.
Dibe ku ya herî mezin be jî. Pêdiviya her netewî di destpêka pêkhatina dewletbûnê de bi destaneke netewî heye. Kobanî, ev destana herî mazin ku dikane hemû kurdan li dor xwe bicivîne bi qehremaniyeke derê têgihiştina mejiyan afirand. Di vê kêliya ev destana herî mezin ku ne tenê dîroka Rojava , dibe ya Rojhilata Navîn jî biguherîne, tê jîyîn de, kurdan kanî xwe wek gelê herî populer û nasraw bidin pejirandin.

Kurd bi tevê filistiniyan wek zarokên Rojhilata Navîn yên wenda û rastê nehqiyan hatî dihate dîtin, le nekanîbûn dilê cihanê çêkin û bala wan bikişinin ser xwe. Tu kes bi awayê nêzîkê filistiniyan dibû, nêzîkê wan nebûn. Ew piştgiriya ku filistiniyên bi cihuyan re şer dikir girtibûn, bi dest kurdan neket. Bi dîtina min, ji ber ku yên li kurdan zulim dikirin misliman bûn, lema ew ji vê piştgiriyê bêpar man. Tirkiye, Îran, Irak û Suriyê, her dem li pêş kurdan bûn kelem. Wan kurd tim bi etîketa terorîstên li dij deweltê derdikevin bi nav dikirin.

Kobanî, du tabloyên bi bandor pêşkêşî cihanê kir. Ya yekem rastiyeke leşkerî û siyasî bû. Tu dewletên misliman li pêş pêşketina Daîşê ranewestiyan, yan jî nexwestin rawestînin, tenê kurdên laîq bi berdêla jiyana xwe pêşî li wan girt. Ya duyam jî gerilayên jin yên Kobaniyê ne ku çîroka wan a şer; bi qasê wêrekiyê, dîtnêrbûna wan jî bi bandor bû: Lehengên jin ku bi keziyên hûnandî, rû ken, çavên dibiriqîn, di destan de keleşkof, bajarên xwe, dewleta xwe, malbatên xwe bi amadeyiya jiyana xwe gorîkirinê diparastin, di vê rê de bêtirs jiyana xwe ji dest didan. Jinê wêrek rû ronak, ên li dijê Daîşiyên bi şimik, rîş dirêj, serî jêdikirin, çavên wan xwîn girtî leşkerên hov. Ew jin bûn remz û nîşana Kobanî û cihanê bê rawestan li gel wan jinan cihê xwe girtin.

Dema rojekê ev şer biqede, dê ev jinên kurd ên gerîla vegerin mala xwe. Li pey ku ewqas azmûn bi destxistina, di pêşbirkên herî dijwar re derbazbûne, bi dehan caran gihîştine ber kerta jiyana xwe ji destdayînê, dê ji nû ve tevê jiyana civakî bibin. Wê mal, hevjîn, zarok, ciran û karên wan çê bibin. Ev jin wê êdî tu carî di mal de, li cihê kar bi aliyê mêran ve neyên piçûkxistin. Wê mêr nekanibin li rûbalê wan dengê xwe bilind bikin, wê nekanibin bi qurşdayîna “jiyanê tenê em dizanin,” hewl bidin xwe ku ders bidin jinan. Ewê evîndarê van jinan bin, ji wan re rêz bigirin. Hê di ser de jî ev jin ne yek, du, sê heb in,bi sedan bi hezaran in.
Ew kevneşopiya mêran ya Tirkiyê û Rojhilata navîn wê parçe parçe be. Dê jiyaneke nû, formên têkiliyên nû derkeve pêş. Wê ew mêrê sist yê Rojhilata Navîn ê diz û li ser dekûdolaban rûniştî, fêm bike ka jin kî ne. Bê vê wê mêrbûyînê jî ji van jinan fêrbibin. Wê li wan deran jiyan biguhere.

Welatê nimûne yê li Rojhilata Navîn hetanê demeke nêz jî Tirkiye bû. Musliman, laik, li ser rêya demokrasiyê, dewlemend dibû, welatek berendamê yekitiya Ewropayê bû. Bi Tayyip Erdogan re ji laikbûn û demokrasiyê qetiyan, kirasê sunitiyê wek nasname li xwe kirin, bi Daîşê re têkilî danîn, li hundir sistemeke çewisandinê serdest kirin. Ji rojavayiyan bi dûr ket, bi lez ketin ser xeta faşîzmê, bi rik û gira xîlafetê bi hemû ciranê xwe re şer kirin, li gel wan daxuyaniyên serokkomar ên bi şêweya Îdî Amîn, Tirkiye ji welatê nimûne (model) bûyînê derxist. Jixwe li Rojhilata Navîn weleteke din ê ku bikaniya biba welatê nimûne tunebû.

Gelê kurd li Rojhilata Navîn wek gelê ku bikane bibe nimune derkete pêş.
Dibe ku ev hilbijartineke hişmendî be…
Aysel Tuğluk di herdu nivisên xwe yên dawiyê de mijara ji hevqetîna baweri û siyasetê derxist pêş. Li gel wê di axaftinên Selahattin Demirtaş, Cemil Bayik, Karayilan, Dûran Kalkan û Mustafa Karasu de jî peyvên laîk û demokrasiyê zêde bûne. Dîsa li Kobanî teyîsandina bi hev re xuyakirina keç û xortên laîk û demokratîk jî, ne tenê tişteke lêhatî ye. Ez wisa difikirim…

Rêberiya guhertina rola jinê ya di nava civaka kurd de Abdullah Ocalan kir. Wî jina kurd ji cihê wê girt, derxist sewiya mêr, heta mirov dikane bibêje hê qatek li ser mêr re da rûniştin. PKK, tevgereke lê jin û mêr wek hev, heta jin hê nirxeke berztir e. Jinên Kobaniyê, rewşa Rojhilata navîn ku wek guraniyeke ji mêrên bi rîş xuya dikir, dibe ku cara yekem be, wisa bi zelalî li ber çavan raxist, hemû bala cihanê çerixand ser vê herêmê. Gelê kurd wek civakeke jin û mêr bi hev re di nava tekoşînê de ne, hem bi vê îmaja xwe û hem jî bi rastî ji nava gelên Rojhilata navîn şeqitîn û derketin.

Li gor baweriya min, jinên Kobanî ji bo hemû jinên Rojhilata navîn Nimûne ne. Di nava civakên din de (rojhilata navîn) jin piçûk tê dîtin, di mal de wek girtiyan tên girtin, hebûn û girîngiya wan tê înkar kirin, lê kurdan jin mezin kirin, bi taybetî jî li Kobanî jin derxistin rêza herî pêş, kirin nava rêzen herî gernas û qehreman. Kurd li Rojhilata navîn gihîşt pîleya yekem netewê ku jina di pêşketina civakê de belkî nîşaneya herî payeberz e, bi rêzdarî silav dike. Hem jî ev di vê pêvajoya ku Tirkiye ji geşedayînê dûrketî, li ser riya welatekî Rojhilatanavîn î sunî û welatê mêran bûyînê bi lez gavan davê je de pêk hat. Em dikinin bêjin ku li gor demê ev ji bo kurdan lêhatineke pir gewre ye. Dibe ku dîrok jî bûbe alîkar, lê ya rast kurdan jî ev firsend bi awayekî awarte baş bikaranîn.

Di dema ku Tirkiye û Erdogan bi qêrîn digotin; “tu cara nebe” de Amêrîkayê alîkariya çek û cebilxane gihand Kobanî, li gel wê li dij Daîşê piştgiriya rikbereke bi hêz kiribe, bêgûman ev tê wê wateyê ku wê piştgiriya vê nimûneyê (modelê) ji xwe re kiriye armanc. Gelê kurd ku bi jinên qehreman dagirtiye, wekheviya jin û mêran afirandiye, ji civakên din qetyaye, li Rojhilata Navîn yek gele ku bi hêla cihana pêşketî ve ne tenê di warê siyasetê de ji dil tê destek kirin. Kurdên ku li Kobanî derketin ser dika cihanê, bi vê rawetana xwe ya di tevahiya medya cihanê de cih girtî, li Rojhilata navîn xwerû jî ji bo jinên Rojhilata Navîn dê bibin nimûne.

Kobanî çawa kurd kire neteweyeke nimûne (model), wisa jî ji bo kurdan di warê siyasetê de qadeke nû vekir. Derfetên dewletbûnê bi destxistin. Barzanî nekanî ku li bakûrê Iraqê nûveya dewleta kurd ya mezin pêkbîne, lê PKK û PYDê li Kobanî ev pêkanî. Hemû kurd li Kobanî gihîştin hev, her çendî Barzanî di destpêkê de ling da şah jî, di encamê de di divêtiya leşker şandinê de ma. Hê di ser de jî tevahiya cihana welatên Rojava li gel wan e. Ew piştgirî hemû hezên demokratîk yên Rojhilata navîn ku xweziya xwe bi wan tînin jî, digirin.

Vê pêşketinê dewleta AKPê ya li Tirkiyê di nava bê amadeyîyê de qefalt. Ne ji bo nimûnebûyîna kurdan û ne ev rol ji destê tirkan derxistinê wan re, ne jî ji yekbûna kurdan ya ji bo dewleta kurd a pêşhatî re amade bû. Li Rojava Erdoğan û Davutoglu li dij kurdan bi polîtîkayeke xiniz piştgirî da Daîşê, di rûyê vê politîkayê de Tirkiyê rola xwe ya li Rojhilata Navên bi destê kurdan ve berda. (pê giran tê “ji min”) Dibe ku niha wek dewlet hêz û derfetên Tirkiyê ji yê kurdan zêdetir be, lê serdestiya psikolojîk teqez di destê kurdan de ye. Êdî nimûneya Rojhilata navîn ew in. Êdî gelê ku wê demoqratên Rojhilata Navîn piştgiriya wan bike, li pey biçe, texlît bike jî, tenê gelê kurd e.

Vê geşedanê mîna ku di nava siyaseta kurd ya li Tirkiyê de jî rêya cudahiyan vekiribe. Beşek siyasetmedarên kurd, bi taybetî yên diçin Imrali yê, aşitî û pêvajoyê derdixin pêş, pir pêşkalên qadên siyasetê yên din nabin, rexneyên xwe yên demokratîk û laîk yên bi AKPê re têkildar bi coş naynin ziman. Beşeke din jî bi taybetî Demîrtaş, Tugluk û pêşengên PKKê yên li Qendîlê şîyarên laîqî û demokrasiyê bi hêztir tînin ziman û vê wek merceke aşitiyê datînin ser masê. Kurd ji bilêvkirinên li ser cudahiyên di nava xwe de hez nakin, vê wek fesadiyekê dibînin, her çendî em vê dizanin jî, dîsa mirov dikane bibêje; di nava polîtîkaya kurd ya li Tirkiyê de du xetên politîk wek cigehî û enternasyonalîst pêkhatiye. Cudahî di têgînên laîk û demokrasiyê de derdikeve pêş.

Kesên polîtîkyeke “cigehiyê” diparêzin, bi raya min li gor têgîhîştina “em nekevin nava şerê laîk û demokrasiyê, em bi AKPê re li hev bikin, hin mafan bi dest bixin, em li ser tiştên din paş ê bifikirin” tevdigerin. Yên enternasyonalist jî medeyekê di navbera xwe û AKP e ya ku bûye pêkenokê cihanê de dihêlin, li nirxên cihanî xwedî derdikevin û dixebitin ku di Rojhilata Navîn de roleke sereke bilîzin. Her çendî siya AKP ya dixebite ku faşîzmeke dînî li welêt bide rûniştin dikeve ser yên cigehî jî, ew vê pir cidî nagirin, Yên enternasyonalîst, binê kêmasiyên AKP xêz dikin, dixebitin ku bi xwe wê rola ku Tirkiyê li Rojhilata Navîn wendakirî werbigirin.

Heke ev tespît rast bin, tê wê wateyê ku siyaseta kurd ya li Tirkiyê êdî nêzîkê kerta guhertinê dibe, Lewre di navberê de cudahiyeke cidî ya têgîhîştin û polîtîkayê heye.
Yên Enternasyonalist baweriya divê derfetên ku Kobaniyê pêşkêşî kurdan kiriye teqez were nirxandin, diparêzin. Dixwezin lihevkirina bi Tirkiyê re li ser bingehekî ku hemû cihan pê kêfxweş be, pêkbînin; ew di wê baweriyê de ne ku ev awa lihevkirin hem ji bo aşitiyê û hem jî ji bo rola kurdan ya li Rojhilata Navîn û siberojê wan girîng e.

Li pey Tirkiye ji nimûnebûnê dest kişand, ji kurdan bêtir civakeke bikane bibe nimûne tune.
Her çendî di vê dema dawiyê de Îran xebitî ku hinek rengê wêneyê xwe biguhere jî, lê wê Îran hê demeke dirêj nekanibe bibe nimûne, Jixwe welatên wek Saudî Erebîstan, Sûrî, Irak, Misir Yêmen nikanin bibin berendamên nimûnebûnê jî. Bi raya min, cudahiya siyaseta kurdan û rola wan, bi pêşketinên li Kobaniyê re bi kûrahî guherî. Hetanê Kobanîyê mijar li ser aşitiyê ping bûbû, lê li pey Kobaniyê li pêş kurdan hê qadên berfirehtir vebûn.

Her çendî tespîtên bi siyaseta kurd ya li Tirkiyê re têkildar ji nîqaşan re vekirî jî be, Tişteke ku divê mirov pê bawer be heye: Kobaniyê û jinên Kobanî yên qehreman dîroka kurdan û rola kurdan ya di dîrokê de guherî…
Berendamê diyarkirina siberoja Rojhilata Navîn e. Kî ku bixwaze bê têgihîştina tiştên ku li Kobanî pêkhatî siyaset bike, tirk jî be kurd jî be dê serê wan li dîwarê dîrokê keve. Kobanî ne tenê ji bo kurdan êdî ji bo tevahiya Rojhilata navîn mîlad e.

Mehmet Altan

24. Mijdar. 2014

Werger: Fêrgîn Melîk Aykoç


Nûkirina Dawî : 25 Nov 2014 23:59

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)