Kur û Bapîr Şer Dikin, Ez Li Wê Navê Me!

Kur û Bapîr Şer Dikin, Ez Li Wê Navê Me!

Kur û Bapîr Şer Dikin, Ez Li Wê Navê Me!

Di hundirê sedsala dawîn de  û  bi taybet van 20-30 salên dawî de civat û çandeyên girtî li himberî êrîşên ragihandin, mediya û teknoljiyê destvala man û nedikarîn bi şêweyek rêk û pêk xwe ji van êrîşan ‘biparêzin’.

Wek encam gelek reaksiyon û perpitandinên seqet ji aliyê van civat û koman derketin holê.

Pir dijwar e bi min  ku mirov hewl bide adet û normên xwe yên bi sedên salan li dar in rave û rexne bike. Wek ku tu xwe kêr bikî û gurçikên xwe bi destên xwe pak û paqij bikî. Lê bi min em mecbûr in ku hundirê xwe û derûna xwe tev bidin û erênî û neyiniyên civata xwe bikin stûn û pişta xwe bispêrênê da ku li ser piştê li erdan rast nebin!

Bav û kalên me em li ser muhafezekariyê û belkî ‘asotengiyê’ xwedî kirin. Her tişt bo me qedexe bû, vexwarina alkolê, axaftina bi keçan re, cil û bergên me, dirêjkirina rih û porê me hemû bi tirs bûn û heta ne pêkan bûn, herwiha gelek tiştên din jî. Helbet ev bo kuran bû, belê fişariya li ser keçan  qat bi qat zêdetir û girantir bû, belkî carina derketina ber derî dibû sebeba kuştina wê yan lêdana wê…

Nuha piştî ku şoreşa medyayî û ragihandinê pêlên xwe avêtin ser civak û erdnigariyên dûr û girtî jî, metirsî û xeter jî bi xwe re anî. Êdî mirov nizane çawa zarokên xwe û heta xwe xwedî bike û  qanî bike yan heta çawa xwe ji guhertinan ‘biparêze’.

Çi heyf ku civakên wek ya me kurdan, ne xwedan hevgirtin û dînamîzmên rêk û pêk in da karibin çareyekê yan riyekê ji van mijaran re bibînin.

Ez wek endamekî vê civatê her di nava nakokiyan de avjeniyê dikim bê ku bikaribim vegerim erkên kevin ne jî bibim xwedan kesayetek ‘modern’’ mîna ya ewrûpiyan!

Dizanim ku beşekî berbiçav bo xweparastinê berê xwe dane dîn û baweriyê û wiha dixwazin bawer bikin ku riya xweparastinê dîn e. Û bi riya dîn ew ê nehêlin zarokên wan ji riya ‘rast’’ derkevin. Belê wiha diyar e ku ev rê jî xwedan metirsiyên mezintir e ku dibe sedem bo derketina nifşekî çavgirtî û çavbirçî û heta tundre.

Wek texmîn dibêjim, em bixwazin an nexwazin dê ev guhertin bibe û em ê neçar bimînin bibin beşekî qels û kêmhêz di civata dinyayê ya mezin de. Ji ber wê ku derfet hebe em xwe jê re amade bikin û ji nuha de û hin tiştan bipejirînin ew ê li xêra me be.

Herwiha afirandina şexsiyetên nû wek kesayetên demî/mûeqet ku di nava her du şexsiyetan de biçin û bên ew ê bibe alîkar bo guhertina bi kêmtirîn ziyan. Yanî bi şêweyek din bibêjim, guhertina civakî û çandeyî divê gav bi gav be bo wendanekirina taybetmendiyên kesayeta resen.

Mihemed Xêr Şêxo  

11.02.2015

Bersivekê binivîsin