Ksenophanes û Andropoformîzm
Ksenophanes û Andropoformîzm| Ali Gurdilî
Ksenophanes, berî zayînê di navbera salên 569-477 an de jiya ye û bi ramanên xwe yên dijberê tevgera Andropoformîzmê/Anthropomorphismê navdar bûye û dilêrîna yekxwedayiyê parasti ye. Ksenophanes, ji keviya rojavayê Enedolê ye û hemwelatiyê bajarê Kolophonê ye. Li Eposê, li hemberî ramana pirxwedayî şerekî mezin daye û li hemberê wan Xwedayan û pirbûn û cilên wan (ku li gorî vegotinan, dişibiyan cilên mirovan) rabû ye û bi wan re ketiye pêvçûnekê bêrawest.
Ksenophanes, monoteîzmê derxistiyê pêşiya polîteîzmê û monoteîzmê parastiye. Herçiqasî, bi ramanên xwe bandûreka mezin li gelê xwe nekiribe jî, piştra ramanên wî yên felsefîk, ji aliyê Arîstoteles ve hatine hûrkolîn û temamkirin.
Li gorî ramanên Ksenophanes, yek Xwedayek tenê heye, li cîhê xwe rûdine û hemû kar û barên dinyayê, bi ramanên xwe dikargerîne. Ev fîlozof, xwediyê ramanên şervan jî bûye û li hember kevneşopên gel yên xirab jî, serî hildaye. Her çiqas xwe rasere xelkê dîtibe jî, dema ku dazanîna wî hatiye rexnekirin; pozbilindiyan nekiriye. Li gorî zanînan, zêdetirê sed salan, temenê xwe jiyaye.
Berhemên wî yên ku têne zanîn ev in…
1- Xweza
2- Helbestên Tinazê, ne.
Ji Gotinên Xenophanes/Ksenophanes
1- Mirov nikarin bigihêjin rastiyê, ew ancax dikarin bigihêjin yên ku dişibine wan.
2- Di nava mirov û Xwedayan de, yên herî mezin Xwedayek e. Di warê raman û cilan de jî, naşibe mirovan. Ew herdem çav e, guh e, raman e û naçe wî alî- vî alî û nalebite. Hemu dinyayê, bi rihê ramana xwe, bêrawest dihejîne.
3- Homeros û Hesîodos hemû tiştên fihêtayî û kêmasiyên mirovî, li Xwedê barkirine. Dizî, zîna û xapandin…
4- Hege destên hesp, ga û şêran hebûna, yan ku wan bi destan kar bikarana û wêneyan çêbikarana mîna mirovan, wê hespan û şêran jî Xwedayan mîna xwe biresmandana. Hesp, dişibin hespan û ga jî dişibine hevdu. Taswîrên Xwedayên xwe çêdikirin û laşê wan, her yek li gorî laşên xwe. Hebeşî, wisa dizanin ku Xwedayên wan bivilkurt û çerm reş e. Li gorî Trakyayiyan jî, ew çavezman û porsor e.
5- Yên bergorn in, wisa dizanin ku Xwedayê wan jî, ji dayîkan dibin û wisa dizanin, ku cil û bergên wan jî, dişibine wan.”
6- Ax û av in hemû, yên ku hatine zayînê û bipêş dikevin. Em hemû ji axên çêbûne. Her tişt ji axê tê û dîsa, dê vegere axê.
7- Kaniya avê ye derya, kaniya bayê. Ewr çênedibûn, hege Pantosê mezin tunebûna. Ne deryaya çeman û ne jî, ew ava ku ji ezman dibare. Pantosê mezin e yên ku ewran, ba û çeman diafirîne.
8- Dema ez li ezmanan mêze dikim, ez dibêjim Xwedê yek e.
9- Dinya, bi temamî yek e. Xwedê bêdawî ye û hemû wan beşên ku hatine beşkirin, dibihise.
10- Yên dibêjin Xwedê hatiye zayînê, ew bêol in; mîna wan yên ku dibêjin Xwedê dimire.
11- Hege hêstiran baweriya xwe bi Xwedê bianiyana, wê Xwedê bikarana hêstir.
12- Li tu derê, ji bilî mirinê tiştek tune.
13- Di derheqê Xwedayan û hemû tiştan de, wê tu kes bi rastiyekê naguher nizanibe. Belê, yek bi pîsadî rabe û bibêje ez bi rastiyê dizanim jî; rastî ew e ku ew hê ne gihêjtiye wê yekê.
14- Di kûrahiya axê û çiyayên de, qaşilên heywanên behrî hene. Li <Sirakusê> di ocaxên keviran de qaşilên masî û foqan; li <Parosê> jî, di kûrahiya tehtekî de qalibê masiya sardalyayê û li <Maltayê> jî, her texlîd qaşilên heywanan peyda dibin. Ew hemû, di wê dewra ku hertişt di heriyê de bû çêbûne. Şopên wan jî, ji wê dewrê mane û di heriyê de, wisa ziwa bûne.
15- Yên xofên min bi wî alî vî alî diavêjin, şêştûheft sal temenê min e, li bajarê Helenê.
16- Ger em rastê rastiyê bibin jî, em tênagihêjinê. Lewra, ramana baweriyê bi tenê wesfekê mirovî ye…
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
18.04.2014
Andropoformîzm: Mirovkirina Xwedayan.
Monoteîzm: Parastina baweriya yekxwedayî.
Polîteîzm: Parastina baweriya pirxwedayî.
Kolophon: Bajarokê Değirmendere, ya îroyîn. Di navbera bajarê Îzmîr û Efesê de ye.
Jêder…
1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.
2- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Dozê. Rêbendan 2006.
3- http://www.felsefevan.org/ksenophanes-cima-buye-dijbere-andropoformizme.html
Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…