Ksenophanes Çima Bûye Dijberê Andropoformîzmê?

Ksenophanes Çima Bûye Dijberê Andropoformîzmê?

Ksenophanes Çima Bûye Dijberê Andropoformîzmê?

Ksenophanes, berî zayînê di navbera salên 569- 477- an de jiya ye, bi ramanên xwe yên dijberê tevgera *Andropoformîzmê (Anthropomorphism) navdar bûye û dilêrîna yekxwedayiyê parastiye. Ksenophanes, ji keviya rojavayê Enedolê ye û hemwelatiyê bajarê Kolophonê ye. Li Eposê, li hemberî ramana pirxwedayî şerekî mezin daye û li hemberê wan Xwedayan …û pirbûn û cilên wan (ku li gorî vegotinan, dişibiyan cilên mirovan) rabû ye û bi wan re ketiye pêvçûnekê bêrawestan.

Ksenophanes, monoteîzmê derxistiyê pêşiya polîteîzmê û monoteîzmê parastiye. Herçiqas, bi ramanên xwe bandûreka mezin li gelê xwe nekiribe jî, piştra ramanên wî yên felsefî, ji aliyê Arîstoteles ve hatine hûrkolîn û temamkirin. Li gorî ramanên vî fîlozofî, yek Xwedayek tenê heye, li cîhê xwe rûdine û hemû kar û barên dinyayê, bi ramanên xwe dikargerîne. Ev fîlozof, xwediyê ramanên şervan jî bûye û li hember kevneşopên gel yên nebaş, serî hildaye. Her çiqas xwe rasere xelkê dîtibe jî, dema ku dazanîna wî hatiye rexnekirin; ew bi paş ve venekişiya ye. Zêdetirê sed salan, temenê xwe jiyaye.

Berhemên wî yên ku tên zanîn ev in

1– Xweza

2– Helbestên Tinazê.

*Andropoformîzm: Mirovkirina Xwedayan.

*Monoteîzm: Parastina baweriya yekxwedayî.

*Polîteîzm: Parastina baweriya pirxwedayî.

*Kolophon: Bajarokê Değirmendereya îroyîn. Di navbera bajarê Îzmîr û Efesê de ye.

Ji Gotinên Xenophanes/Ksenophanes

1- Mirov nikarin bigihêjin rastiyê, ew ancax dikarin bigihêjin yên ku dişibine wan.

2- Di nava mirov û Xwedayan de, yên herî mezin Xwedayek e. Di warê raman û cilan de jî, naşibe mirovan. Ew herdem çav e, guh e, raman e û naçe wî alî- vî alî û nalebite. Hemu dinyayê, bi rihê ramana xwe, bêrawestan dihejîne.

3- Homeros û Hesîodos, hemû tiştên fihêtayî û kêmasiyên mirovî li Xwedê barkirin. Dizî, zîna û xapandin.

4- Hege destên hesp, ga û şêran hebûna, an ku, wan bi destan kar bikarana û wêneyan çêbikarana, mîna mirovan; wê hespan û şêran jî Xwedayan mîna xwe biresmandana. Hesp, dişibin hespan û ga jî dişibine hevdu. Taswîrên Xwedayên xwe çêdikirin û laşê wan, her yek li gorî laşên xwe. Hebeşî, wisa dizanin ku Xwedayên wan bivilkurt û çerm reş e. Li gorî Trakyayiyan jî, ew çavezman û porsor e.

5- Yên bergorn in, wisa dizanin ku Xwedayê wan jî, ji dayîkan dibin û wisa dizanin, ku cil û bergên wan jî, dişibine wan.

6- Ax û av in hemû, yên ku hatine zayînê û bipêş dikevin. Em hemû ji axên çêbûn. Her tişt ji axê tê û wê dîsa vegere axê.

7- Kaniya avê ye derya, kaniya bayê. Ewr çênedibûn, hege Pantosê mezin tunebûna. Ne behra çeman û ne jî, ew ava ku ji ezman dibare. Pantosê mezin e, yên ku ewran, ba û çeman diafirîne.

8- Dema ez li ezmanan mêze dikim, ez dibêjim Xwedê yek e.

9- Dinya, bi temamî yek e. Xwedê bêdawî ye û hemû wan beşên ku hatine beşkirin, dibihise.

10– Yên dibêjin Xwedê hatiye zayînê, ew bêol in. Mîna wanên dibêjin Xwedê dimire.

11- Hege hêstiran baweriya xwe bi Xwedê bianiyana, wê Xwedê bikarana hêstir.

12- Li tu derê, ji bilî mirinê tiştek tune.

13– Di derheqê Xwedayan û hemû tiştan de, wê tu kes bi rastiyekê naguher nizanibe. Belê, yek bi pîsadî rabe û bibêje ez bi rastiyê dizanim jî; rastî ew e ku ew hê ne gihêjtiye wê yekê.

14- Di kûrahiya axê û çiyayên de, qaşilên heywanên behrî hene. Li “Sirakusê” di ocaxên keviran de qaşilên masî û foqan; li “Parosê” jî, di kûrahiya tehtekî de qalibê masiya sardalyayê û li “Maltayê” jî, her texlîd qaşilên heywanan peyda dibin. Ew hemû, di wê dewra ku her tişt di heriyê de bû çêbû ne. Şopên wan jî, ji wê dewrê mane û di heriyê de ziwa bûne.

15- Yên xofên min bi wî alî vî alî diavêjin, şêştûheft sal temenê min e, li bajarê Helenê.

16- Ger em rastê rastiyê bibin jî, em tênagihêjinê. Lewra, ramana baweriyê bi tenê wesfekê mirovî ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin