Ksenophanes

Ksenophanes

Ksenophanes, berî zayînê di navbera salên 569- 477- an de jiya ye, bi ramanên xwe yên dijberê tevgera Andropoformîzmê/Anthropomorphismê navdar bûye û dilêrîna yekxwedayiyê parastiye. Ksenophanes, ji keviya rojavayê Enedolê ye û hemwelatiyê bajarê Kolophonê ye.

Li  Eposê, li hemberî ramana pirxwedayî şerekî mezin daye û li hemberê wan Xwedayan û pirbûn û cilên wan (ku li gorî vegotinan, dişibiyan cilên mirovan) rabû ye û bi wan re ketiye pêvçûnekê bêrawestan. Ksenophanes, monoteîzmê derxistiyê pêşiya polîteîzmê û monoteîzmê parastiye. Herçiqas, bi ramanên xwe bandûreka mezin li gelê xwe nekiribe jî, piştra ramanên wî yên felsefî, ji aliyê Arîstoteles ve hatine hûrkolîn û temamkirin.

Li gorî ramanên vî fîlozofî, yek Xwedayek tenê heye, li cîhê xwe rûdine û hemû kar û barên dinyayê, bi ramanên xwe dikargerîne. Ev fîlozof, xwediyê ramanên şervan jî bûye û li hember kevneşopên gel yên nebaş, serî hildaye. Her çiqas xwe rasere xelkê dîtibe jî, dema ku dazanîna wî hatiye rexnekirin; ew bi paş ve venekişiya ye. Zêdetirê sed salan, temenê xwe jiyaye.

Berhemên wî yên tên zanîn

1– Xweza

2– Helbestên Tinazê ne.  

Andropoformîzm: Mirovkirina Xwedayan.

Monoteîzm: Parastina baweriya yekxwedayî.

Polîteîzm: Parastina baweriya pirxwedayî.

Kolophon: Bajarokê Değirmendereya îro. Di navbera bajarê Îzmîr û Efesê de ye.

Ji Gotinên Xenophanes/Ksenophanes

1- Mirov nikarin bigihêjin rastiyê, ew ancax dikarin bigihêjin yên dişibine wan.

2- Di nava mirov û Xwedayan de, yên herî mezin Xwedayek e. Di warê raman û cilan de jî, naşibe mirovan. Ew herdem çav e, guh e, raman e û naçe wî alî- vî alî û nalepite. Hemu dinyayê, bi rihê ramana xwe, bêrawestan dihejîne.

3- Homeros û Hesîodos, hemû tiştên fihêtayî û kêmasiyên mirovî li Xwedê barkirin. Dizî, zîna û  xapandin. 

4- Hege destên hesp, ga û şêran hebûna, an ku, wan bi destan kar bikarana û wêneyan çêbikarana, mîna mirovan; wê hespan û şêran jî Xwedayan mîna xwe biresmandana.    Hesp, dişibin hespan û ga jî dişibine hevdu. Taswîrên Xwedayên xwe çêdikirin û laşê wan, her yek li gorî laşên xwe. Hebeşî, wisa dizanin ku Xwedayên wan bivilkurt û çerm reş e.  Li gorî Trakyayiyan jî, ew çavezman û porsor e.

5– Yên bergorn in, wisa dizanin ku Xwedayê wan jî, ji dayîkan dibin û wisa dizanin, ku cil û bergên wan jî, dişibine wan.

6- Ax û av in hemû, yên ku hatine zayînê û bipêş dikevin. Em hemû ji axên çêbûn. Her tişt ji axê tê û wê dîsa vegere axê.

7- Kaniya avêye derya, kaniya bayê. Ewr çênedibûn, hege Pantosê mezin tunebûna. Ne behra çeman û ne jî, ew ava ku ji ezman dibare. Pantosê mezin e, yên ku ewran, ba û çeman diafirîne.

8- Dema ez li ezmanan mêze dikim, ez dibêjim Xwedê yek e.

9- Dinya, bi temamî yek e. Xwedê bêdawî ye û hemû wan beşên ku hatine beşkirin, dibihise.

10– Yên dibêjin Xwedê hatiye zayînê, ew bêol in. Mîna wanên dibêjin Xwedê dimire.

11– Hege hêstiran baweriya xwe bi Xwedê bianiyana, wê Xwedê bikarana hêstir.

12- Li tu derê, ji bilî mirinê tiştek tune.

13- Di derheqê Xwedayan û hemû tiştan de, wê tu kes bi rastiyekê naguher nizanibe. Belê, yek bi pîsadî rabe û bibêje ez bi rastiyê dizanim jî; rastî ew e ku ew hê ne gihêjtiye wê yekê.

14- Di kûrahiya axê û çiyayên de, qaşilên heywanên behrî hene. Li “Sirakusê” di ocaxên keviran de qaşilên masî û foqan; li “Parosê” jî, di kûrahiya tehtekî de qalibê masiya sardalyayê û li Maltayê jî, her texlîd qaşilên heywanan peyda dibin. Ew hemû, di wê dewra ku her tişt di heriyê de bû çêbû ne. Şopên wan jî, ji wê dewrê mane û di heriyê de ziwa bûne.

15- Yên xofên min bi wî alî vî alî diavêjin, şêştûheft sal temenê min e, li bajarê Helenê.

16– Ger em rastê rastiyê bibin jî, em tênagihêjinê. Lewra, ramana baweriyê bi tenê wesfekê mirovî  ye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin