Krîtîsîzm [Felsefeya Rexneyî]

Krîtîsîzm [Felsefeya Rexneyî]

Krîtîsîzm [Felsefeya Rexneyî]

Felsefeya rexneyî, bi navê fîlozofên navdar İmmanuel Kant tê nasîn. Wek tê zanîn İmmanuel Kant (1724-1804) fîlozofekî alman e. Kant, di navbera ramanên rasyonalîstên alman û ezmûngerên ingilîz de maye û wiha xwestiye ku van du felsefeyan lihev bîne. Ango İmmanuel Kant dixwest ku aqilparêzîya rasyonalîstan, ku ezmûnê diavêtin pişt guhê xwe û ezmûngerîyê, ku di rêya bidestxistina zanayîyê de ezmûnê wek rêya sereke ditîtin, bi hev girê bide. Di wê navberê de gotinên David Hume yên ku derheqê regeza sedemîtîyê de gotibûn, gihêjtine hawara wî. İmmanuel Kant, gotinên David Hume ku gotibû ’em tu carê nikarin sedemîtîyê biceribînin, ew bi temamî ji azmayîş û nêzîkayîtêdana me ya psîkolojîk pêk tê.’ Ji xwe re wek şiyarîyeke pejirand. Heta Kant di vê babetê de gotiye ku David Hume, min ji xewa ‘dogmatîk-hişkbawer’ hişyar kiriye. Gotinên David Hume yên derheqê sedemîtîyê de, ji bo wê pira ku İmmanuel Kant dixwest ava bike; fersendeke baş pêk anî.

Çimku heger sedemîtî ji ezmûnê (deneyê) neyê, wê demê ji aqil tê. Nexwe ji bo zanîna cîhana der ne tenê nesne, aqil jî gellekî aktîf e. Ango di aqil de, ji bo zanîna nesneyan; hindek zanayîyên me yên aprîorî (onsel) hene. Kant dibêje: ‘Zanayîyên me bi ezmûnê dest pê dikin, lê temamîya wan ji ezmûnê (an jî ji azmayîşê) dernayên.’W ateya vê yekê ev e: Têgihiştina me ya cîhana nesneyan bi xêra sehek (pêhesî) û azmayîşan pêk tê. Lê têgihiştina wan ya bi girêdanên wek têkilî, sedemîtî, cîh û demê, ji pêhesî û ezmûnê nayê. Ev xal, di felsefeyê de gellekî girîng tê dîtin û wek şoreşeke tê hesibandin. Mirov dikare bibêje ku heta dema İmmanuel Kant felsefeyê, her dem ji nesneyê dest pê dikir û nesneyê ji xwe re wek çavkanîya sereke û bingehîn dipejirand.

Di vê dilerînê de aqil, xwedîyê roleka gellekî pasîf bû. Di vê xalê de Kant gotiye ku di babeta zanîna nesneyê de, aqil jî xwedîyê roleka aktîf e û di aqil de ji bo zanîna nesneyan hindek zanayîyên aprîorî hene û divê navend ne nesne, divê aqil be. Bi vî awayî aqil wê were rexnekirin û sînorên zanîna wê, dê werin destnîşankirin. Bi vî awayî, ango piştî destnîşankirina sînorên aqil, wê zanayî (bilgi) û zanist (bilim) ji metafizîkê werin xilaskirin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin