Kovara Felsefevan

Kovara Felsefevan

Kovara Felsefevan jî tevlî karwana kovargeriya kurdî dibe. Hejmara yekemîn sere salê (rêbendan 2015) derdikeve. Kovar dê sê mehan carekî biweşe. Xwedî û berpirsiyarê kovarê Ali Gurdilî ye. Navenda kovarê li Îzmîrê ye. Di her hejmara nû ya kovarê de, dê li ser mijarên taybet (du dosye) were rawêstin. Ji bilî dosyeyên sereke, dê nivîsên li ser mîtolojî, civaknasî, psîkolojiyê jî hebin. Herweha, dê di her hejmarê de ferhengoka felsefeyê, dîwarekî aforîzmeyan, danasîna fîlozofekî jî dê cih bigre.

Dosyeyên ku dê em ê di hejmara yekemin de li ser wan rawestin ev in…

1- Ji bo zimanê kurdî, girîngiya mijarên felsefî û zanistî

2- Têkiliya ol û felsefeyê çi ye? Çima di civaka me de, wisa hatiye têgihiştin ku felsefe bêolîtî ye?

Li ser navê rêveberiya Kovara Felsefevan

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

30.11.2014

Bersivekê binivîsin