Konfiçyûs

Konfiçyûs

Konfiçyûs (B.Z. 551-479) 

Filozofekî çînî ye û navê wî yê rasteqîn K’ung-fu-tzu an jî Kongfuzî ye… Bi kurdî jêre wek Konfuçe an jî Konfiçûs jî tê gotin. Bavê wî serleşkerekî payebilind bû û dema ku Konfiçyûs sê (3) salî bû, çûye ser heqîya xwe. Dêya Konfiçyûs wî mezin kiriye. Konfiçyûs hê bîst (20) salî bû dersên exlaqê daye şagirdên xwe.

Wan fêrî razên (sirên) rêbazên birêvebirina karê dewletê kiriye. Rêwîtiyên mezin kiriye. Dema ku digerîya, welatê wî di nav tevlîheviyekê de bû û lewma jî rêveberên welat, ji rêwîtiyên wî aciz dibûn. Piştî demeke dirêj dizivire mala xwe û dest bi nivîsandina berhemên xwe yên edebî dike.

Dîroka eyalata <Lû> dinivîsîne.

Piştî mirina wî notên wî yên dersan û yên rêwîtiyên wî, têne berhevkirin. Bi demê re dibe îdolekî neteweya çîn. Berhemên wî di dibistanan de wek pirtûkên dersan hatine xwendin. Di jiyana xwe de girîngîyê daye tu tiştan: Jen û Yi… Ango, dostanî û edalet. Gotina wî ya ku gotiye: “Tiştê ku tu naxwazî bi tê were kirin, tu jî bi kesî neke.” gelekî navdar e.

Çî gotiye Konfiçyûs?…

1- Edalet wekî stêrka Bakûr (stêrka Qurixê-Qawanê) li cîhê xwe radiweste û hemû tiştên din jî, li hawirdora wî dizivirin.

2- Zanayî mirovan ji şikê, qencî ji kişandina êşan û biryardarî jî, ji tirsê rizgar dike.

3- Xwedayo! Maleka ku bi pirtûk û kûlîklan tije ye, bide min.

4- Çawa ku almast (elmas) heta neyê şekirin tekûz nebe, mirovek jî heta ku êşan nekşîne nikare bibe mirovekî têgihîştî û kamil.

5- Heta hûn ber derîyê xwe pakij mekin, gazinan ji berfa ser banê cîranên xwe mekin.

6- Ji ber sedema ku xelk min nas nakin, ez ê xemgîn nebim. Lê hege ez xelkê xwe nas nekim, ez ê xemgîn bibim.

7- Mirovê kamil û aqilkemal, ew mirov e ku tiştê dikare pêk bîne dibêje û tiştê dibêje jî, pêk tîne.

8-  Dilsozî û ji dilî, bila prensîbên we yên sereke bin…

9- Axaftina li ser tiştên ku pêk hatine ne lazim e û şermezar kirina tiştên ku derbas bûne jî, bêwate ye.

10- Beyî têgihiştina hêza peyvan, hûn tênagihêjine hêza mirovan.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin