Koma Civakî
Koma / Grûba Civakî
Ji civatokên mirovan yên ku ji zêdetirên mirovekî pêk tên û ji bo pêkanîna armancekê têne cem hevdu re, komên (grûbên) civakî tê gotin. Jiyana civakî ya mirovan, bi beşdarîya koman û cibicîanîna rolên ku koma wan dide wan pêk tê. Girêdayê kesayetîya wan ya civakî, hejmara komên ku şexs endamê wan in, diguhere. Ango, kêm an zêde dibe.
Taybetmendiyên Komên Civakî
1- Her grûbek (komek) li gor avahîya xwe, xwediyê armancek xweser e.
2- Kom, rê li pêkanîna pêdîvîyên şexsan vedikin, ku şexs van pêdivîyan bi serê xwe tenê nikarin pêkbînin.
3- Kom, rê li pêkanîna hesta aîdîyetê ya şexsan vedike û vê hestê, xurt dike.
4- Grûb (kom) rê li civakîbûna şexsan vedike û şexs, di nav grûbê de digihêjin kesayetîya xwe ya civakî.
5- Bi saya grûbê, endamên grûbê digihêjine hişeka hevpar.
6- Endamên grûbê, bi saya karbeşîyê, bi hevdu re fêrî karkirinê dibin.
7- Kom, statû û rolekî didin endamên xwe.
8- Bi saya grûbê, endamên grûbê hestên xwe yên alîkarîya hevdukirinê û piştevanîyê, xurttir dikin. Grûb, di navbera şexsan de rê li nêzîkatîya sosyal (kohezyonê) vedike.
9- Her grûb li gor avahîya xwe, xwediyê norm û nirxa ye. Grûb, bi rêya van norm û nirxan, tevgerên endamên xwe qontrol dike.
Ali Gurdilî
info@felsefevan.org