Kirde (Suje, Subject, Ozne)

Kirde (Suje, Subject, Ozne)

Kirde (Suje, Subject, Ozne)

Peyva Kirdeyê (Suje,Subject) ji yewnanî tê û di wateya “bingeh, spartek, palpişt” de ye. Heta dema Descartes, di wateya “sparteka wanekan” de hatiye bikaranîn. Bi kurtasî kirde; heta dema zayîna felsefeya hemdem, ji bo vegotina “rasteqîniya der” hatiye bikaranîn. Piştî Descartes jî, di felsefeya hemdem de wateya kirdeyê bi temamî hatiye guherîn. Ji wê demê ve, ew edî ne spartek û bingeha têgeha ye. Beravajiya vê yekê, ew êdî gelek têgehên ku bi hişê mirovî re têkildar in îfade dike; wek fikirîn, hîs kirin, darezandin û hwd.

Dilêrîna kirdeyek bi vî rengî, xwediyê çend taybetmendiya ye: 

1- Li hemberê zanayîyê, heyînek rasyonel û îradî ye.

2- Kirdeya hemdem, baweriya xwe bi aqil tîne.

3- Kirdeya hemdem, baweriya xwe bi zanist û pêşveçûna mirovahiyê tîne.

4- Ji bo kirdeyê (ozneya, sujeya, subjecta) hemdem, aqil; ji hestan bi qîmettir e.

5- Xebathez, birêzkar û xwedîberpirsiyar e.

6- Kirdeyê hemdem ji ber ku ji pêşerojê (siberojê) bawer e, pêşeroja xwe pêşnûma dike.

7- Kirdeya hemdem dema pêwîst dibîne, dikare dev ji xweşikiyan berde.

8- Kirdeya hemdem, dikare baweriya xwe bi projeyên sîyasî bîne û girêdayê armancên îdeolojîk be.

 9- Kirdeya hemdem, ji îradeya azad, maf û serbestiyên şexsî bawer dike.

10- Li hember ramanên pirranîyê, rêzgir (hurmetkar) e.

11– Ji bo qencîya pirranîyê, dikare dev ji berjewendiyên xwe berde.

12- Li hember zagonên rasyonel rêzgir û lihevhêner e.

13- Wisa bawer dike ku, lêgerîna heqîqetê ne vale ye.

Di dawîyê de mirov dikare bibêje ku kirdeya hemdem û nûjen, van taybetmendiyên xwe hewcedarê hegîna zanîn û zanayîyê ye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin