Kî/Li Gorî Kê/Kengî Baş E!!

Kî/Li Gorî Kê/Kengî Baş E!!

KÎ/Lİ GORÎ KÊ/KENGÎ BAŞ E!!

Di destpêka jiyanê de dema mirov ji diya xwe re çê dibe, ne xwediyê ti sinc û exlaqan e. Çi dema çav li mirovan û kiryarên wan dikeve û dest bi ramanê dike exlaqê kesên li dora xwe û yên jê re tên gotin distîne. Yanî exlaqê kesan civak xêz dike û dineqişîne.

Wek em dizanin exlaq/sinc li her deverê ne heman tişt e, û heta di hundirê malekê de dibe ku ne li ser heman bingehan be. Ne tenê dever û cihê mirov lê mezin dibe faktora tekane ye li ser exlaq, belê dem, netewe, ol û gelek tiştên din dara exlaq av didin. Heger em bi mînakan van faktoran zelal bikin,

Li hin deveran zewaca bi temenê 15-16 salî wek erkekê ye û kiryarek exlaqî ye, lê li welatên ewrûpayî di wan salan de dest bi nasîna têkilyên cinsî/sêksî dikin.

Ji xwe faktorê mezin dîn e û her kes dizane ku vexwarina alkolê li cem misilmanan wek bêexlaqî tê zanîn, lê li pir deveran wek erf û edetekê ye.

Heger mînakekê bo  neteweyê bidim, her kes dizane bo kurdan kuştina keçan di bin navê namûs û şerefê de tiştekî pîroz dihate dîtin û hîn jî li dar ev yasa, lê din av hin netewan de ne wisa ye.

Ji xwe di demên kevin de zewaca keç û kurekî ji malekê bi keç û kerekî ji maleke din yanî ‘’berdêlî’’ wek adetek me bû, lê nuha êdî kêm em rastî van şêweyan tên di nav civaka xwe de.

Exlaq ew qanûn û yasaya di hundirê civakê de ye, lê carine ev yasa nikarin xwe biparêzin û ji holê radibin . ev jî delîlê ku exlaqekî ji bo her demê tine ye.

Kar û lebata li gorî exlaqê civatê kêfxweşiyê dixe hundirê mirovî û dighêje ew encama ku ez bi erka xwe rabûme. lê nayê watê ku exlaq ew pîvana durist e ji başbûn yan bedbûna mirov an civantan re, ji xwe exlaqê her komekê û kesekî cuda ye. Heta bi çete, diz û kujeran jî  exlaq û yasayên wan hene. Lê ew tiştê ku karibe bihêle em başiyê ji nebaşiyê binasin, azadbûna ramanî ye û têghiştina ku exlaq ne tiştekî sabit û rast e!

ahlak-felsefesi

Di navbera civakên kevnare de û pêşveketî de cudahiyek mezin heye lê di hin xalan de dihêjin hev. Bo mînak kuştina mirovan di civakên kevnar de li ser bingeha eşîrî û girêdana bi axa an serokeşîr bû û bê ku zanibe ji bo çi dikuje yan bifikire ka ev rast e yan şaş e dikir. Lê di civakên nûjen û pêşveketî de kuştin gunehekî mezin e, lê dîsa di şerên nav welatan de rû didin kuştina bo welatê xwe dewleta xwe li dar e û cihê sîngnepixandinê ye û li vir ew dizanin çima dikujin, tev ku ne wan bi destê xwe ev yasa û exlaq nivîsîbe jî lê hatiye qanî kirin ku ev ya rast e!!

Mihemed xêr ŞÊXO

mohammadcheikho@gmail.com

21.12.2013 

Bersivekê binivîsin