Kevirê êş

Kevirê êş

Kevirê êş – Çîrokek ji Musîbetnameya Şêx Ettarê Nêyşabûrî

Wergêr (ji farsî): Berat Qewî Endam

Çîrokek li bara Ebo Seîd Ebo El-Xêr (Ebo Seîd yan Şêx Seîd) yek ji sûfî û helbestvanên îranî.

Şêx Ebo Seîd, derwêşek dilpak û binavûdeng li bajarê Nêyşabûrê bû. Ew xwedan xanqah bû û gelek murîd (şagird) û hogirên wî hebûn.

Rojekê şêx tev komek ji şagird û hogirên xwe ji çolekê derbas dibûn û li ser riya xwe pêrgî aşekî hatin. Ev aşa aşek avî bû ku ava kaniyê ji tenûrekê dikete nav û perikên çerxa êş digerandin û bi saya gerîna kevirê êş ceh û genim dihêrîn.

Em dizanin ku du kevirên gilover û bazinî li êş hene, yek kevirê jêrîn ku bê liv û tevger e û kevirê jorîn ku digere û libên cê û gênim ji kunekî ji nava du keviran dirijin. Kevir li ser hev digerin û ceh û genim dihêrin û dibin ard û ji aliyê kevirê jêrîn ê êş va dirijên nav cîgeha êrd..

Ebo Seîd dema ku nêzikî êş bû bi murîdên xwe ra got: Hûn hinekî li vir bimînin ta ez herim li êş binêrim û vegerim.

Aşvan tev şagirdê xwe li êş bû û çend kes ji mişteriyên wî jî li bendê bûn heta ku ceh û genimê xwe bikin ard.

Şêx Seîd tev kinc û cilên xwe yên derwêşî û dirêj hat hundir û silav da wan û li êş nihêrî û li ser xebata wî hûr bû.

Yek ji mişteriyan aşvên ku xebata wî qediyabû ard rijande nav çewala xwe û çû. Genimên mişterikeî din rijandin nav êş û karê wî jî bi dawî hat û çend kesên din jî hatin û Ebo Seîd hema wisan rawestiyabû û çavên xwe ji ser êş nedilivand.

Yek ji kesên hazir dema ku dît Ebo Seîd ji temaşekirina êş têr nabe hat ba aşvên û aramkine pê ra got: Li vî derwêşî binêre, tu dibêjî heta niha qet aş nedîtiye.

Aşvên li bersiva wî got: Na, ez van mirovan nas dikim, evna li bara her tiştê wisa difikirin û tiştek jê derdixinin, dev ji wî berde, bila her çiqas dixwaze binêre.

Yê din got: Lê ev bendeyê pak û xwedêparêz digîre, li çavan binêre, xeyal dike ku ev kevira bi mûcizê digere û bîra xwedê kiriye.

Yê dintirê got: Na lo! Derwêş e! Na parsek e û li bendê ye ku kesek mistek ard wek kefsanê bide wî.

Lê Ebo Seîd guh nedida gotinên wan û di nav xwe da bû û hêstirên wî li ser dêm û şikil reşiyabûn û hema wisan sekinîbû.

Dema ku vegeriyana şêx Seîd dereng bû şagirdên wî hatin hundira êş û li dora wî kom bûn. Yek ji wan pirsî: Wer xuya dike ku şêxê me gelek kêfa xwe bi temaşekirina êş tîne.

Mişterî jî li benda bersiva şêx bûn û şêx wisan bersivand: Ez ji temaşeya êş hez dikim, ev ne tiştek e lê ez ji şîreta vî kevirê êş hez dikim, ev kevira bi min ra diaxive û pend û şîretan li min dike. hûn dizanin çi dibêje?

Şagirdê şêx got: Na, tu çêtir zanî.

Ebo Seîd got: Ev kevira bi zimanê xwe dibêje: Te navê derwêş li xwe kiriye û dilê te bi vê yekê xweş e ku zana û dilpak û hişyarî û li cîhanê digerî û têgehan diafirînî û xeyal dikî ku ev jî karek e, lê derwêş ez im, dilpak û zana û hişyar ez im ku piyên min girêdayî ne, lê tevî vê yekê pirtir ji te digerim û ev gerîna min ji kesên din ra sûdmendtir e… tu xeyal dikî ku cillên dirêj û zivir li ber xwe dikî û ev nîşana hêjatî û paqijiya te ye, lê ez ji te çêtir im ku libên gir distînim û ardê nerm dibaxşînim … tu xeyal dikî ku divê tevayê cîhanê bigerî heta ku fêm bikî xelk kêm rastiyê dizanin û gişt sergizadan û heyîrî ne şaş in lê min bi vê heyîrîn û sergizdaniya xwe rastî fêm kiriye… tu difikirî ku ji ber ku her tiştê nizanî pêwîst e ku sergizdaniyê ji xwe ra bikî pêşe û xebat û bi awayekî nebaş qala dinyayê bikî lê ez ji te çêtir im ku bi qasî huner û şiyana xwe eka xwe bi cih tînim û destê xwe li karê kesên din wernadim … tu xeyal dikî ku kesê ku rihê xwe li êş sipî kiriye bê tecrube ye lê ez dizanim ku gelek rih hene ku bi derbasbûna dem û dewranê sipî dibin û xwediyê wî bi qasî van aşvanan jiyanê nas nake … tu tevî ku xwe bêhewce û hêja û paqij dizanî, hin tiştan ji xelkê distînî û dewsa wan tiştek nadî wan, lê ez ku kevirekî êş im û tu idiaya min tune ye her tiştê ku ji xelkê distînim dîsan yê baştir vedigerînim wan û tozek ji mafê xelkê li ba xwe danagirim…

Bi van gotinên ku aş dibêje, dilê min bi rewşa min dişewite û dibînim ku rast dibêje. Em gişt idia ne lê ew gişt huhner e, em gişt lêdigerin û wî peyda kiriye, em gişt di rê da ne lê ew gihîştiye. Şikila Ebo Seîd ji ber hêstiran şil bûbû û şagird û murîdên wî jî ji ber vê yekê gelek bandor wergirtibûn û rewşa wan guherîbû. Lê mişteriyên êş li wan temaşe dikirin û nedizanîn ku şêx dixwaze çi bêje.

Yek ji mişteriyan bi aşvên ra got: Tu qet fêm dikî ku mebesta van camêran çî ye?

Aşvên got: Ez fêm dikim, karê van wisa ye, birrek derwêşên rewşendil in, her tiştê dibînin û li bara her tiştê gep dikin. Şirînziman û xweşbawer in, li her karekî nepenî û razekê dibînin û têgehekê dibêjin. Digirîn û dikenin, pend û şîret li giştan dikin û carna rast dibêjin û carna jî şaştiyê dikin lê bingeha kêr di destê me da ye, em in ku ji cê û gênim êrd çê dikin û jiyana xelkê bi rê va dibin. Li dinyayê mirovên baş gelek in lê eger mirovên karker û xebatkar û rêncber nebin, êdî karê cîhanê li erdê dimîne.

Çavkanî: Musîbetnameya Şêx Ettarê Nêyşabûrî

 

Bersivekê binivîsin