Keştiya Fezayî Juno Xwe Gihande Rojgera Berçîsê

Keştiya Fezayî Juno Xwe Gihande Rojgera Berçîsê

Li gorî NASAyê keştiya fezayê ya Amerîkanî ji ketina rêgeha li hawirdora rojgera Berçîs/Jupiterê pêve şandina wêneyê xwe yê pêşin pêk anî. Di wêneyê de beşek ji Berçîsê û ji her çar heyvên mezin yên Jupiterê jî sê heyvên wî yên bi navê lo (Îo), Europa (Ewropa) û Ganymedes (Ganymede) tê dîtin. Di meha tebaxê de dê keştiya fezayê pirr nêzikê rojgerê bibe û wêneyên baştir bikişîne.

Lêkolînerekî NASAyê wiha dibêje; “Her çi dibe bila bibe em kêfxweş in ku keştiya fezayê bêqeza û bêbela xwe gihandiye rêgeha li hawirdora rojgera Berçîsê û em bi kelecaneke mezin li benda wêneyên ji cemserên rojgerê ne.”

Juno di sala 2011an de ber bi Berçîsê hatibû birê kirin û piştî rêwîtiya 3 mîlyar kîlometreyê hefteya bihurî ketibû rêgeha li hawirdora Berçîsê. Divê Juno bi awayeke zelal û vekirî raxistina hal û rewşa atmosfera Berçîsê li ber çavên me bike. Lêkolîner dixwazin bizanin ku li atmosfera Berçîsê çiqas av heye.

Metîn Eser

Çavkanî: ANP

Bersivekê binivîsin