Kêşeyên Nivîsandina bi Kurdî û Nivîskarên Kurd!

Kêşeyên Nivîsandina bi Kurdî û Nivîskarên Kurd!

Kêşeyên Nivîsandina bi Kurdî û Nivîskarên Kurd!

Problêma xwendin û nivîsandina bi kurdî, beşekî biçûk e ji problêma mezin e. Wek em dizanin xwendin bi zimanên din jî û bi taybet li welatên rojhilata navîn, pir kêm e û ne di asta bilinbûna hin nivîskaran de ye. Bo xurtkirina vê peyva xwe ez ê hewl bidim çend mînakan bidim:

– Li Tirkiyê hîna beşekî mezin ji xelkê tirkiyê bi navê Ezîz Nesîn nebhîstine û ji xwe yên nexwendine pir bêhtir in. Helbet ne tenê ew, belê Orhan Pamûk yê ku di demeke ne dûr de xelata Nobel stend jî, li tirkiyê bi hijmarek ne ewqas mezin hatiye xwendin (tev ew reklam û propaganda medyayê ku hate kirin) Li Sûriyeyê jî rewş ne pir cûda ye. Heger em Selîm Berkat wek nimûne bibin, em ê bibînin ku piraniya xelkê Sûriyê bi navê wî nebhîstine û ji xwe xwendin pir kêmtir e ji bihîstina navê wî. Heger ne wisa bûya, çima birêz Berkat ji neçariya rewşa aborî ji Bêrûtê ber bi Qubrêsê ve çû û piştî mana çend salan li wir jî bû koçber li Swêdê?!

– kêşeyek din ku ez dixwazim biînim zimên jî ev e: reklam û dezgehên sebixwe di nav kurdan de tine ne. Û ne tenê ev, belê girêdana dezgehan bi rêxistinên siyasî ve, gelek nav derketin pêş û ji nirxên gelek nivîskaran hate daxistin û berhemên wan hatin pûçkirin! wek mînak: Berhemên Silêman Demir û bi taybet ya bi navê ”piştî bîst salan” ji ber ku ev nivîskar xwedî helwestek ne li gel siyaseta PKK bû navê wî wenda ma heta astekê û tenê ji aliyê xwendevanên bêalî ve hat xwendin û nav û dengê xwe veneda wek ku pêwîst bû. Herwiha gelek ji nivîsakran wek Hesenê Metê û Feratê Cewerî jî bêpar man ji reklam û propagandayê. Lê li milê din em dibînin çawa navê nivîskarên Sûriyeyê wek Helîm Yûsif û Jan Dost bo demekê bi ezmanan ket û her kesî li bakur wek serbilindiyekê didît dema pirtûkek wan bixwendaya (ew jî nivîskarên astbilind in helbet)  lê divê mirov bibêje ku heta demekê di telvizyon û dezgehên bi PKK ve girêdayî de kar dikirin û li ser wê dihatin hesêb.

Helbet hêjayî gotinê ye ku mirov bibêje ku rexnekirina Jan Dost li PKK hişt ev mêzîn bê guhertin û nuha li bakur tu devê kê vedikî, bi mebesta biçûkkirina wî û kêmkirina qedrê wî diaxivin. Herwiha nivîskarên ku bêalî mane û di heman dûrbûnê de mane ji rêxistinên kurdan jî di vê katagoriyê de ne wek mînak Şahîn Soreklî û gelekên din (min li jor jî navê hinekan got), tev ku xwedan tecrûbeyên mezin û nirxekî bilind in jî reklam û propaganda ji berhemên wan re nehatiye kirin. Ev rewş ne tenê bo bakur û PKK rast e, belê li beşên din ji kurdistanê jî ev heye lê ji ber nezanîna min bi hûrgiliyên wê nikarim binivîsim.

Çi heyf e ku nav û helbestên Cegerxwîn jî tenê bo germkirina hestan û propagandayê hat bikaranîn lê ne ji bo dîtina rastiyan! Dixwazim bala nivîskarên kurdan bi giştÎ û kurmancan bi taybet bikşînim ser xalekê bi min muhîm e! Ew jî ev e: Ji nû ve vegerin bi erebÎ yan bi tirkî binivîsin ew ê bêfeyde be. Ji ber we dîrokekû malek ji xwe re avakiriye bi zimanekî din û xirabkirina wê malê ew ê gelek aliyên xwe yê neyînî jÎ hebin. Ew ê dîsa xwendevanên we kêm bimînin û dîsa ew ê kurd bimînin. Tew dibe ku vê carê kurdên bakur we fam nekin ya tew kurdên beşên din we fam nekin lê li şûna wan çend sed ji ereban yan tirkan we bixwînin, lê bawer nakim zêdetir be. mînaka Mehmed Ûzûn ne têde lê nivîskarên din yên kurd ku berhemên wan hatine wergerandin bo tirkî û heta erebî jî nehatine xwendin. yanî bi şêweyek din bibêjim, ya ji pêşî de we bi kurdî nenivîsiyaya yan jî dev jê bernedin. Ev nerînek şexsÎ ye û helbet dibe ku di gelek cihan de şaş bim!

Mihemed Xêr Şêxo

03.12.2014

Têbînî: gelek nav û rewş hene ku mirov biêine ziman lê min nexwest dirêjtir bikim.

Bersivekê binivîsin