Kemal Tolan û Keda Wî

Kemal Tolan û Keda Wî

Berhama nivîskarekî afirandina zarokekî ye. Helbet bi zayînê re ew zarok, yan jî zindî tê dîtin. Lê beriya zayînê jî heye. Berê di hizr de, paşê bi qelemê re li ser kaxezê xuya dibe, û paşê  dibe pirtûk û bi cîhanê re dibeşire. 

Ji bo xelkên cîhanê çiqas hin mijar hatibin bikaranîn jî, lê bikaranînê re, mijar zelal dibe û bi zelalbûnê re pisporî û qelemşorî xwe dide der. Lê yê êzdiya û êzdayetî gellekî xam e, her çiqas yek ji kevanere olê cîhanê be jî, lê ew qas jî ji raya giştî re û ji aliyê çapemeniyê ve nû ye. Çi ol û hizra nebûye desthelatdar, bi qasî ku heq kiriye nehatiye ciyê rêzê. Yan her hatiye çewisandin. 

Ez ola êzdî weke Kurdistanê dibînim. Çiqas mîr û wezîr hatine, bi talan û tunekirinê destavêtine vê xakê. Û xwestinê axê ji hizr, ol, çand û ji netewa kurd re bikin gor. Mixabin ev nêrîn û hêz hêjî ji piçekî bi paşve gav neavêtiye. Bervajî kurd her bi paşve gava diavêjin. 

Çawa dibêjin; Mezopotamya dergûşa mirovahiyê ye. Ev tê wateya pêşketinê. Her pêşketin jî aloziyê xwe, yan jî pevçûna xwe bi xwe re tîn e. Ger mezopotamya dergûş be, kurd jî pitikê vê dergûşê ne. Lê ev dergûşa di navêna şerq û xerbê de maye. Lewma jî her bûye navenda ceng û şerê “medeniyeta” , ger medeniyet hebûya, wê talan û komelkujî jî nebûya. 

Heta niha jî, ji ber ku Kurdistan metinge ye, hizra netewî ya bihêz durust nebûye. Ger kurdê bisilman bixwe weke sêwîka, yan jî ji jinbavê bêne hesibandin, êdî hûn dikarin rewşa êzdiya bînin ber çavê xwe. Lewma jî êzdî û êzdayetî bûne, bûna ola kêsên kûvî. Êzdiya di civat û dîwanê serdestan de cî negirtine, ya jî cih nedane wan. Û nexwestine wan weke mirov jî  bibînin. Kesên mişextî û kûvî di taya mirin û mayînê de ne. Kesê ku nekaribe canê xwe rizgar bike û zikê xwe têr bike wê çiqas li têrbûna mejiyê xwe bigere û têr bike. Lewma jî stran û sazê êzdiya bêhna mirin û talanê jê tê. 

Em dizanin gellek serborî û destanê êzdiyan yê kevnar, hatine peşaftin û mihandin. Lê bi saya serê nivîskar Kemal Tolan hindek hatine rizgarkirin. Di pirtûka bi navê, Hebûn û Tunebûna Êzdiyan Tev romanê zindîne, de Klama Gundê Çinêrya. Şerê Erinzê û kela Ridwanê. Keşîşê Polo, Kolosê Aqo, Şerê Delana paşo û Şêx Mîrza û gellek serpêhatiyên din dikarin bêne xwendin. Ne tenê ji klamê êzdiya, ji gellek gerok û çavdêrên biyanî jêrde nîşan dane. 

Eşîr û êlên êzdiya yek bi yek hatine nivîsandin û naskirin. Ji welatê xalta bigire hetanî çiyayê torê, Deşta Wêranşar û Diyarbekirê. Her weha deşta Sirîcê û hetanî êzdiyê Serhedê. Bi gund û êlê xwe hatine rêzkirin û tevî mal mezin û Xwedanê xwe. 

Herweha di pirtûka bi navê, NASANDINA KEVNEŞOPIYÊN ÊZDÎTIYÊ 1 û 2. Qewl û beytên êzdiya weke mêşa hinguv dane hev û ji devê qewlbêj û komelnasê êzdiya girtine û bi kedeke bêhempa hûnandine û weşandine. 

Li gor nêrîna min divê di mala her êzdiyekî de hebe, û di ayîn, şîn û şahiyê êzdiyan de bête xwendin. Ne hew êzdî divê her kurdek jî ji vê gencineyê bêpar nemîne. Nêrîn û bîrî bi xwendin û nasînê çêdibe. Naskirin pêşdarizandinê ji holê radike. Nêrin û têgeha durust bi hizrekî durust  çêdibe. Nezanîn tariye û ronahî jî zanîn e. 

Kemal Tolan bi bîrî û qelema xwe gellek mijar ronî kirine. Pirtûka dawî ya li ber destê min bi navê; Gengeşe û sedemên peyva ku ÊZDÎ bilêvnakin e.  Ev jî mijareke ku ji aliyê raya giştî û êzdiya ve kêm hatiye axaftin û nirxandin e. Nivîskar Kemal Tolan ew peyva û mijarê pêve grêdayî bi gellek rewşenbîr û kesayetan re nirxandiye. Bi hêviya hûn jî bixwînin û binirxînin. 

Ez ne xwedî derfetim ku xelata belav bikim, lê ger derfetekî min yê wûsa hebûya minê Kemal Tolan xelat bikira. Bi hêviya ku min bi van çend rêzik nivîs re erka xwe anîbe cih. Helbet ez ê ji her berhemeke xwe nusxeyekê diyarî cenabê wî bikim. 

Her pirtûke bi xwe hêjayî gotar û nirxaninekê ye. Bi hêviya ev ked bête dîtin û rêzgirtin…  

newafmiro@gmx.de 

31.01.14

Ger çavkaniya gotarê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye… 

Bersivekê binivîsin