Jiyan û Zanîniyên Dogmatîk

Jiyan û Zanîniyên Dogmatîk

Çavkaniya tuındî û xirabiya ku di bawerî û dînên xwedîbawermend de heye, zanayiyan (zanînî) wan yên dogmatîk in. Yanî, mirov wiha bawer dikin ku ew zanayî, tu carî nayên guhêrtin. Mesela, heke bawermendek bibêje ku Xwedê, di heft rojan de gerdûnê afirandiye, ev yek pêbaweriya wî nîşan dide û wisa bawer dike ku ew zanayî, naguhêrbar e. Lewma jî, bi hêsanî dikare kesên ku baweriya xwe bi wê zanayiyê neyne, bi xwedênenasiyê sûcdar bike, yan jî bi destekarî pê bide bawerkirin. Nexwe, ez bawer nakim ku pêdiviya Xwedê bi navcîtiya bawermendan hebe û rabe bi destê mirovan, zilmê li mirovan bike. Li vir, eşkere ye ku mirov gelek xirabiyên xwe, baweriyên xwe, xewn û xeyalên xwe, li ser navê Xwedê pêk tînin. Ez dibêjim ku meseleya esasî ev e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

20.03.2016 

Bersivekê binivîsin