Jiyan û Wetaya Jiyanê

Jiyan û Wetaya Jiyanê

Jiyan û Wetaya Jiyanê| Gul Y. Seven

Carinan gelek pirs, mejiyê min mijûl dikin. Pirsa herî grîng jî, jiyan û wetaya jiyanê ye. Ez xwe bi xwe dipirsim gelo, jiyan û wetaya jîyanê çi ye? Li gorî min, jiyan huner e. Hunera nigar î! Mirov nîgarvan û jiyan jî nîgar e. Mirov firçeya destê xwe çawa jiyana xwe bide, jiyana xwe jî wisa xêz dike. Mirov bi derbeya firçeya destê xwe, dikare jiyana xwe reş û spî jî xêz bike û rengûrenk jî xêz bike, tevlihev jî xêz bike, sade jî xêz bike ev hemû tişt girêdayî hesiyat, fikr û ramanên mirovan û daxwaza ditina dinya, ya mirova ye.

Wê/wî derbeya firçeyê çawa li jiyana xwe dabe, zad a jîyanê wisa derdikeve navendê. Ev jî nîşan dide ku mirov çawa dixwaze, jiyana xwe wisa ava dike. Mirov him peykertraş, him jî peyker e, him bijîşk û him jî nexweş e, him nîgarvan him jî nîgar e!

Yanî pirs jî, pirsgirêk jî çare jî mirov e. Eger ku hûn xwe bêçare bibînin hûn bêçare ne, eger kû hûn xwe bihez bibînin û bi çavek ronahî dinyayê temaşe bikin hûn bihêzin û tû derd û kulên jiyanê we nikare aciz bike, eger ku hûn rêyek baş de bimeşin, hûnê başiyê bibînin, hûn li pey xirabiyê bin, hûnê xirabiyê bibînin; yanî başî jî, nebaşî jî, serfirazî jî, paşdemayîn jî, zanyarî jî, nezanî jî di destê mirovî de ye; û bi kurtî hûn nîgar a jiyana xwe çawa xêz bikin, hûn ew in!

Li gorî min weta û armanca jîyanê ew e, kû mirovî wêrek be û ji ber zordariya jîyanê; serê xwe bixar neke! Bi azadî bijî, fikr û ramanên xwe bêtirs bîne zimên.

Ji bo tiştên xirab, ji xwe re sinoreke xêz bike; lê ji bo gehîştina armanca xwe jî, li ber xwe bide, hêza xwe ye rastîn jî dozîn bike! Dema ku gehîştî armanca xwe jî, ezîtiya xwe û kesatiya xwe winda neke û bizanîbe ku mirovî bi qasî navenda gerdûnê, birûmet e; lê ji aliyê din ve jî, biqasî mozekê li nav daristanê bêrûmet e!…

Gul Y. Seven

gulseven233@gmail.com

05. 04. 2014

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Gul Y. Seven xan. Tu bi xêr û xweşî hatî malpera felsefevan, em serkeftina te dixwazin… 

Bersivekê binivîsin